Tespîtkirinek di cîh de tiștekî
girîng e, lê bi serê xwe pirsgirêk û nakokîyan çareser nake. Dûv tespîtkirinê
ger hewldan jî hebe. Hewldan jî ger bi cîh da be. Bi piștdayîna di navbera
tespîtkirek û hewldanek bi cîh de gava herî balkêș tê havitin. Di vê çarçoveyê
de naxwezim bala we bikșînim ser tiștekî nû. Bilakîs tiștê ku dixwezim bala we
bikșînim li ser ji berê vir de tê zanîn û her dem bûye rêya serkeftinê. Jê re
isûla îknabûnê tê gotin. Lê ber çi sedeme ye nizanim, demek dirêj e ku va
isûla hatîye terkkirin. Haydarim ku di va rojên me yên nûjen de peyîva îknayê
zêdetir tê gotin. Carek din bala xwe bidin peyîvên “îknabûn” û “îkna
kirin”ê. Hûnê pê bihesin ku ferqek girîng di navbera wan de heye.
Dixwezim li vir di derheqê hinek
ferqên di navbera va herdu peyîvan de bînim ziman. Dema mirov bixweze îkna
bike; berê xwe li der e, dixweze kesên derî xwe îkna bike û di jîyana wan de
gor xwestina xwe guhertinan peyda bike. Bi xwe naxweze biguhere, ji bo xwe
guhertinên mirovên din dixweze. Lê di îknabûnê de berê mirov bi xwe ye, bi xwe
re meșkûl e û guhertina xwe ji bona xwe dixweze. Dema mirov bi vanê bihese û
gor wê îstiqameta xwe tayîn bike; wî gava xwe a mezin a yekemîn a ji bona
parastina xwe ya li hember dezgehê zordaran havitî ye. Gavên din li ser vê rêçê
berdewamkirina jîyanê ye. Û qest jî ji mucadeleyê va ye.
Sîstem û dezgeha dinyaya dagirgeh li
ser îkna kirinê hatîye avakirin. Bala xwe bidinê; sîstema perwerdeyê,
medya, çalakî, berhevdan, mode, reklam hwd. Herçiqas roja îroj bi dek û dafan
qebûlkirin re îkna bê gotin jî, ew îknabûn nîne. Îknabûn bi dil û can qebûlkirin,
ji bona pêkhatina wê hereket kirin û xwe berpirsîyar dîtin e. Bi rastî
perwerdeya rast û dirust li ser îknabûnê hatîye damezrandin. Mirov bi tiștekî
îkna bû, wî qebûl dike, hildigire û gor wî hereket dike. Dema nekarî wusa
hereket bike jî dilê wî dișewite, ji bo carek din dest bi amedekirinê dike.
Îknabûn û hereketên mirov çiqas ji hev nêzik bin dilê mirov jî weqas rehet,
weqas xwe bi bawer, peydabûna xwestinên wî jî weqas mumkîn in. Wê demê hemû
tehdît û tehlûkeyê li ser rêya mirov li ber çavên wî bê tesîr dibin. Loma mirov
dikare bi îknabûnê astengîyan bide alî, bêçaretîya xwe bifitile û pêșîya
xwe bibîne. Wa îmkanek bin destên mirov de ye û tu kes nikare wê li dest wî
bigire. Pir caran em îmkanên li bin destên xwe de piçûk dibînin û bi dû îmkanên
li dûr dikevin. Va jî șașîtîyek me ya vê dema nûjen e. Bi vê șașitîya xwe em
hêza xwe badîhewa dikin û xwestinên zordaran re îmkanan dar dixin.
Dema berê mirov dikarîya zav û zêçên
xwe hember tiștên li gor wî bi tehlûkeh bûn biparêza. Roja îroj êdî va ne
mumkîn e. Ên ku sîstema xwe li ser îkna kirinê ava kirine dikarin heyan nava
mala me werin. Bi televîzyon û internetên xwe heyan nivînên me dest dirêj in.
Dema em gor îknabûnê hevl bidin xwe û jîyana xwe bidomînin xwe ji wan dikarin
biparêzin. Bi gotinan em nikarin hember gotinên zordarên hêzdar derbikevin.
Gotinên wan xweșik, kirinên wan bi dek û daf in. Em tenê bi kirinên xwe
dikarin zav û zêç, nas û dost, der û dora xwe re bibin mînak. Dema ew bi
kirinên me îknabibin û ji me pișt derkevin emê bigihên armanca xwe. Em bi hev
re di bin bandora îkna kirina zordaran bifilitin. Îknabûna me li hember îkna
kirina zordaran ji me re bibe parêzgeh. Wê çaxê kesên ku ji me re di tekilîyê
de ne dikarin bi çavên xwe ferqa di navbera îknabûn û ikna kirinê bibînin, jê
bihesin û gor wî qerera xwe bidin.
Çileyê Pêşin / Berfenbar / Kanûn
2015
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen