Di gundekî de Kalekî
bawermend û jina xwe tenê di malekî de dijin. Şevek
ji şevan, Kalo xewnek dibîne. Di xewnê de Pîrê rîhsipî tê cem Kalê, silava Xwedê lê
dike û jê ra dibêje:
- Pişt demeke kin wê
baranek dijwar bibare. Lehî û laser rabe û ava baranê tevlihevî ava kanîyê
bibe. Kesên ku ji wê avê vebixwe, ewê dîn û har bibe.
Kalo bi xewnê ra hişyar
dibe, xewa wi direve. Heta berbanga sibê di nav nivînan da tere û tê. Dikeve nav
hiziriyên kûr û hûr, nizane çi bike. Bang li jina xwe dike û xewna xwe ji wê re
vedibêje, ku bi hev ra çareseriyeke bibînin.
Jina Kalo li xewna Kalo
guhdarî dike û dixwaze berê fikra Kalo hînbibe, ku ka ev çi dihizire? Lê Kalo
jî dixwaze berê li gotinên jina xwe guhdarî bike. Jina wî ji Kalo ra dibêje:
- Ger ku tu bixwezî ez
dikarim berî baranê hemû firaqên malê bi ava kaniya gund tijî bikim.
Kalo fikra jina xwe
dipejirîne. Jin û mêr, herdû biryara xwe didin û bi hev ra hemû firaqên malê bi
ava kaniya gund tijî dikin. Êdî benda baranê disekinin.
Di demek şûnd da bi
rastî jî barenek dijwar dibare, li herderê lehî û laser radibe û diherike. Ava
baranê tevlihevî nav çavkaniyên ava gund dibe.
Mîna Pîrê rîhsipî ji
Kalo ra gotibû, bi rastî jî her kesên ku ji kaniya gund avê vedixwin, dîn û har
dibin. Di nav çend rojan da ji bilî Kalo û jina wî di gund da kesên ku av ji
kaniyê venexweribe, namîne. Kî/kê ku ji kanîyê avê vedixwe dîn dibe. Ji bilî
Kalo û jina wî di gund da kesê ku aqilê xwe wenda nekiribe, namîne. Gundiyên ku
dîn dibin, êdî, dest pê dikin û Kalo û jina wî dîn ên gund binav dikin. Her
gotin û tevgera wan mîna gotin û tevgera dînan têdigihîjin û bi wan ra henekên
xwe dikin.
Kalo û jina xwe mîna
hebûna xwe ji biaqiliya xwe bawerbin jî dizanin ku hemû gundî van dîn
dihesibînin. Lewma tevgera gundiyan a li hemberî wan roj bi roj zehmettir dibe.
Ew jî êdî gor kêfa xwe ne dikarin herin nav gund, ne jî gor dilê xwe
tevbigerin.
Bi demê ra jiyana Kalo û
jina wî dijwartir dibe û nizanin ku çi bikin. Jiyana wan a di nav civatê da, ji
wan ra dibe barê giran. Nikarin bi kesî ra rabin û rûnin û mîna demên berê
sohbet bikin. Kalo rojekî di ber xwe da diponije û carek din bang li jina xwe
dike. Dema jina wi tê û li ba wî rûdine, ew dest bi axaftinê dike û dibêje:
- Xanim, tu jî dizanî ku
kesên dîn gundî bin jî, ew me dîn dihesibînîn û bi me ra weke dînan diaxifin û
tevdigerin. Rewşa me wusa dijwar bû ku êdî em nikarin herin nav gund û gor dilê
xwe tevbigerin. Gotina te çi ye? Tu dibêjî çi?
Emê di vê rewşê da baqiliya xwe çawa bidomînin? An em jî ji ava kaniyê vebixwin
û mîna wan dîn bin?!
Stuttgart, 30.07.2019
*Min ev çîrok di zarokatiya xwe da guhdarî kiribû, dixwezim gor di hişê min
da maye bi nivîskî pêşkeşî we jî bikim.. Kalo di çîrokê da mîna “Weliyek Xwedê”
hatibû binavkirin.
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen