Dema li ser lévén min re hinek gotinén tewş şemitîn, pé hesiyam ku jiyana
min bi tewşiyé hatiye dorpeç kirin. Di cîh da nefes li min çik bû. Min xwe avit
der, ketim ser ré û dirban, xwest ku hemû gotinén xwe yén tewş li dû xwe
biweşînim.
Min wer dizanîbû ku bi weşandina wan ra ezé édî ji wan rizgar bibim.
Bihîstina min bihîstibû; “Peyv difiriya û nivîs dima.“ Lé min nedizanî ev gotin
ji aliyén mirovén bi lez û bez ve bi nezanî hatiye gotin. Dema mirov hinekî li
ser demén xwe yén bihurî bihizire, pédihese ku peyv jî nafire.
Mirov mexlûqek jibîrker e. Rast e, peyv li ber guhén mirov re difirin, lé
naçin, wenda nabin û li dema xwe dipén. Ji ber ku li ber çavan nîne ji aliyé
mirovén bi lez û bez ve tuneyî té hesabkirin. Kengé wexta wé hat û bandora xwe
nîşan da hîn pé té hesandin ku peyv jî nefiriye.
Aşîkarbûna peyvé ya nivîsé girantir e. Ji ber ku zû ve hatiye jibîrkirin,
di hişé mirov da hatiye avêtin. Aşîkarbûna wé di serî de mirov navûhev û
serûbinê hev dike. Mirovén kûr û hûr bi hesaban ra mijûl dibin bi aşîkarbûna wé
ra hevdiceniqin û xwe şaş dikin, nizanin çi bikin.
Bi van gotinan dixwezim çi bibéjim? Bi rastî dixwezim bala we bikişînim li ser
berpirsiyariya mirovan. Ango mirov ji hemû kirin û kiryarên xwe, ji gotinén xwe
ra jî berpirsyar e.
Di navbera peyvén berpirsiyar û bandor de péwendiyek zexm heye. Kirin û
nekirina tiştén ku mirov jé berpirsiyar e, li ser jiyana mirov tesîreke mezin dike.
Di vî warî de gotin û negotina mirov jî wusa ye.
Mirov mexlûqek berpirsiyar e. Gotinén ji devé wî derdikevin, pirsén
îmtîhana jiyana wî ne. Ew di demek teng da derdikevin péşiya gotindaré xwe. Da
ku derbikeve holé ka ewé gor gotina xwe an dijî gotina xwe tevbigere.
Bi tecrûbeyén jiyané sabît e ku mirov pir caran dijî gotina xwe hewl dide.
Lewma di gotinek péşiyan da tê gotin; “Peyîvandin zîv be, sikut zér e.“
Di kitéba cihuyan a bi navé Talmûté de gotinek wusa heye. Ev gotin daxweza
mina ji bo vé nivîsé bi kurtayî tîne ziman. Gotin wusa ye:
„Miqatî ramanén xwe bibe, ew dibin peyvén te. Miqatî peyvén xwe bibe, ew dibin
tevgera te. Miqatî tevgera xwe bibe, ew dibe xûyén te. Miqatî xûyén xwe bibe, ew
dibin exlaqé/sincé te. Miqatî exlaqé/sincé xwe bibe, ew dibe qedera te.“
Jiyan tu car yekalî nine. Aliyén nerénî nebin mirov nikare ji aliyên erénî haydar
bibe. Bi kémasiyén jiyané em haydaré nîmetén jiyané dibin. Heta jiyan bidome
wusa ye.
Kémasiyek mirov a mezin xwe gotin, kirin û biryarén xwe dûr girtin e. Bi vé
tevgera xwe ya xapînok wer dihesibîne ku édî bandorek wan nemaye. Lé rastiyén
jiyané ne bi lez û bez in, li wexta xwe dipén. Kengé wexta wan hat bandora xwe
nîşan didin. Zû û dereng çewtî û nakokiyén vé kémasiya dijwar ji bîbilén mirov
re derdixin. Di jiyané da şaşitiya herî mezin nekirina şaşiyan nîne, dershilnegirtina
ji şaşiyan e.
Mirov çi dike bila bike, di ku da tere bila here; nikare xwe ji jiyana xwe
bifitilîne. Ewé zû û dereng rastiya xwe aşîkar bike. Di dawiyé da mirov çiqas
xwe bixapîne, lédana jiyané jî li wî weqas giran dibe û wî dipelixîne.
Bi pévajoya jiyané ra kesayeta mirov ava dibe û derdikeve holé. Hinbûna bi
teorîk baş e, lé qîma mirov nake. Divé bi bûyer û serpéhatiyan tecrûbeyén
jiyané werin xemilandin ku mirov xwe li hember tengasiyén li rûyé erdé bikaribe
biparéze û bikemile.
Gotina ku „yek musîbetek ji
hezar nesîhetan çétir e“ giringiya tecrûbeyan tîne ziman. Tecrûbeyén jiyané ji
me dide diyarkirin ku tu tişt badîhewa nîne.Stuttgart, 08.07.2019, Duşem
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen