Dixwezim di vê nivîsa
xwe de li ser mijarek derûnînas/psîkolojîk bisekinim, ji xwendevanan re hinek
agahdariyan pêșkeș bikim. Her kes di warê pisporiya xwe de binivîsîne û
biweșîne di demek kin de dikare zimanê kurdî bi pêșketinek bedew di rojaneya me
de û di warê zanahiyê de cîhê xwe bistîne. Nivîsen di înternetê de parçe parçe
hatibûn weșandin[i] ji bo vê nivîsa min bûn alîkar.
Hêvîdarim ku va nivîsa min jî bo hinek nivîsên baștir bibe alîkar.
Narsîsîzm di nav
nexweșîyên derûnînas de xwedî cîhekî girîng e. Gor hinek pisporan di sedsala
20an de vir ve bêtir li serê erdê belav dibe[ii]. Jiberku çand û civakên nûjen bêtir nișitên
narsisizme baș dihesibînin û bi raya medyayê mirovên narsîsîst mîna nimûne pêșkeș
dikin.
Di warê çandî û civakî
de mirov dikare narsîsîzme mîna ji holê rabûna însaniyetê bibîne. Hinek pispor,[iii] mînak Erich Fromm, narsîsizmê ne
tenê ji bo kesan ji bo civakan jî bilêvdikin. Gor nêrîna wan civakên
ji bo kêf û zewqa xwe li serê erdê xirabiyê dardixin civakên narsisist in.
Têkçûna xezayê û rewșxirabiya kesên din ji bo wan ne xem e. Li ba civakên wusa
dewlemendî li pêș hîkmetê ye, meșhûrbûn li pêș șerefê ye, serkeftin li pêș
rûmetê ye. Di civakên narsîsîst de exlaq û rûmet pir bala kesî nakișîne.
Narsîsîzm navê têkçûnek
kesayetiye û ji zimanê grekî/yewnanî yê kevn hatiye girtin. Bi peyvî te wateya
„ji xwe hezkirin“ ê. Wateya peyîvê ya rojane ji xwe hezkirin û ji xwe heyranbûn
e. Dibe ku tenê xwe hezkirin ne tiștek nerênî be. Lê va nișêt pir bandorên
nerênî li ser pêwendiyên di navbera kesên narsîsîst û kesên bi wî re tekiliyê
de ne dike. Narsîsîst xwe pir bihagiran û girîng dihesibîne, qet ji
rexneyan razî nabe. Dixweze ku her kes gor dîtin û xwestina wî ji wî re
tevbigere, her kes qîmetê bide wî. Lê ew bi xwe qîmetê nade kesekî. Ango bi kurdî
mirov dikare kesên wusa bi peyva „mirovên xweperest“ nav bike.
Narsîsîzm bi rastî
têkçûnek kesayetiyê pir kûr e. Mirovên narsîsîst her dem xwe pêștve digirin,
pir zêde ez dibêjin/eznavendparêz in, xwe pir qurre dikin, pozbilind in, bi
kibir/nefsmezin in, nimayîșkar in, xwe pir diecibînin/heyranên xwe ne, xwe pir
bedew dibînin. Mirovên narsîsîst dixwezin her dem serkeftin bên dîtin, lewma
xwe zêdetir bilind digirin û kesên din bêrûmet dikin, ji bo balkișandina li ser
xwe her tiștên ji destên wan tên dikin, dixwezin her tim werin teqdîrkirin û
pesandin. Xwe pir biaqil, zîrek, jêhatî û bijartî dihesibînin. Lê bi rastî ne
wusa ne.
Narsîsîst bi xwe hewcî
nabîne ku hember kesên derûdora xwe re baș tevbigere, lê bi xwe layîqê tevgerên
herî baș dibînin û ji bo xwe benda tevgerên herî baș in. Dema nehat hesabên wan
dikarin herkesî cîh bihêlînin û biçin. Tevgera wan a hember kesên din
mêtingehkar, bi dalavêre û bêbextî ye. Li hember kesên derî xwe bê ruh û bê
hest in. Li ser pișta kesên din dixwezin xwe birûmet û serbilind bikin. Qet
naxwezin ji serbilindî û birûmetiya wan re leke were. Ji bo daxwezin xwe pir
ezperest/egoist in û herkesî dikarin ji bo armancên xwe karbînin, îstîsmar
bikin. Bi xwe ji ber van kirinên xwe yên nerênî qet xemgîn nînin, kesên
derûdora xwe dikarin pir asan piçûk bixînin. Hember kêsên gor xwestinên wan
tevnagerin dikarin pir zû çavnebar/hesûd û stemkar bibin.
Pir caran ji aliyên
mirovan de bixwebawerbûn û narsîsîstbûn tên linavhevxistin. Cudahiya herî
mezin, mirovên bixwebawer bi kirinên xwe bixwebawertî peyda kirine, yên
narsîsîst xwe bixwebawer nîșan didin lê bi rastî di jiyana xwe de ji bo
bixwebawerbûnê tișt nekirine.
Li ser sedema derketina
vê nexweșiyê curecûr tișt tên gotin. Zêdetir sedemên biyolojîk, psîkolojîk û
sosyolojîk tên bilêvkirin. Her gotin xwedî rastiyên xwe ne. Hinek tișt hene ku
genetîk in û mirov nikare bo guhertinên wan pir tișt bike. Lê hinek sedem ji
aliyên malbat û civaka mirov di tê de tê dunê û mezin dibe derdikevin holê û li
ser mirovan tesîr dikin. Tê zanîn ku șert û șurtên mirov di tê de mezin bûne û
tevgera malbatê ya hember zarokan li ser gihîştina/kemilandina mirov xwedî
rolên mezin in. Dema zarok di piçûktiyê de ji aliyên mezinan ve pir bên alosî
kirin, ew kes zêdetir dibin xwediyê aliyên narsîsîst. Ango șêwaza perwerdiyê li
ser derketina keseyeta narsîsîst rolek mezin dilihîze.
Gor lêkolînek li ser
zêde musamahakariya dêûbavan nîșan dide ku narsîsîstbûna zarokan bi pir
musamahayê bêtir tên teșvîk kirin[iv]. Gor nêrina nivîskarên vê pirtûkê pesandinek
bêserûbin mirovan dike narsîsîst û bisernekitîbûnê ji xwe re tîne. Lewma ew
çend salixdanan[v] didin dêûbavan ku zarokên xwe li
hember narsîsîstiyê biparêzin:
- Bikarin bibêjin na û jê re biryardar bin.
- Zêde desthilatdariyê/selahiyetê nedin zarokên
xwe.
- Bi zarokên xwe re axaftina we ya di derbarê
pêșbazî û serfirazbûnê de miqayetî gotinên xwe bibin.
- Heta tiștek ji bo pesandina zarokan neqewimiye
wan nepesînin.
Pir caran ji bona
serkeftina zarokan pesandin tê salixdan. Di vir de çewtî pesandinek bê kirin e.
Dema zarok bi keda xwe tiștekî bike û sernekevî jî dibe xwedî tecrûbe. Rexne jî
pesandin jî ger bêser û bêbin nebe. Șașitiyek jî ewe ku pir caran hezkirin û
pesandin linavhev tên xistin. Ger dêûbav hezkirina xwe her dem nîșanîn zarokên
xwe bidin ku zarok ji aliyê derûnî de xwe pêștve bixin, keseyeta xwe
bikemilînin. Hezkirin pêwendiyên di navbera mirovan xurttir dike û wan nêzikî
hevûdin dike.
Van herdu pispor di
kitêba xwe de ji bo zêdebûna narsîsîzmê di aliyekî de balê dikișînin li ser
tevgera dêûbavan ên bi zarokan re, lê aliyê din de jî dizanin ku va tek sedem
nîne. Ew van sedeman bi kurtayî wusa tînin ziman.
„Di van demên nûjen de
narsîsîstî bi van pênc sedeman belav dibe: Girînghesibandina ji xwe heyranbûnê,
ji gor daxwaza zorakan tevgertina dêûbavan, bi teșvîka medyayê ji xwe re nimûne
girtina mirovên meșhûr, li ser înternetê derfeta xwe gor kêfa dilê xwe pêșkeșkirinê
û bi asanî ji bankan pere, ango dên sitandin[vi].“
Mirovên narsîsîst hertim
bêtir ji bo xwe dixwezin û pir kêm bala xwe didin xwestin û hewciyên derûdora
xwe. Pêwendiyên wan zêdetir sexte ne û gor berjewendiyên wan xwe zûbizû
diguherin. Ji bo menfeetên xwe pir rehet dikarin mirovan berbidinhev û ji wan
dûrbikevin. Bi xwe hayjê tevgerên xwe yên nerênî û zerardayina derûdora xwe
nînin. Bêtir ger kesên ji wan re têkiliyê de ne xwe ji wan biparêzên. Di
derheqê vê nexweșiya narsîsîzmê de agahdarbûn derfeta di wextê de ji wan
haydarbûnê dide mirov ku ew bikarin xwe ji wan biparêzin. Lê dîsan jî ji wan
haydarbûn pir jî hêsan nîne, hewcedariyê pêvazoyek dirêj e.
Mirovên narsîsîst bêtir
li ber sedemên din, pir caran jî li ber sedema depresiyonê terin li
ser doxtoran. Tevgera wan û rastiya jiyana wan ne mîna hev in. Ew bêtir xwedî
dinyayek bi xeyal in. Lewma di vê dinya xwe ya nerast de pir zêde wext derbaz
dikin, pir derfetên xwe yên maddî û manevî heba dikin. Ji ber têkçûna jiyana
xwe ên xeyalî û ya civakî dikevin depresyonê. Doxtoran bêtir psîkolog dikarin
bi psîkoterapiyê ji wan re alîkariyê bikin.
Herçiqas hevpariyên
mirovan zêdetir bin jî jiyana nûjen bala mirovan bêtir dikișîne li ser
teybetiyên wan. Dema mirov xwe teybet dît zêdetir cudayiyên xwe digire ber
çavan. Va jî bo aliyên narsîsîst nan û dew e.
Dema mirov bala xwe bide
li ser hevpariyên mirovan, bêtir ji hestên wan dihese û xwe wan nêziktir
dibîne. Bi vê nêzikbûnê qîmeta ji hev hezkirin û rûmetiyê derdikeve pêș. Lewma têkilî
û pêwendiyên di çarçoveya derfetên bihevreyî bi însanan re ji bo narsîsîzmê
derman e. Dema dêûbav hezkirina xwe ji zarokên xwe bidin nîșandin û di jiyanê
de qedr û qîmeta rûmetiyê bilind bigirin zarok bêtir ji tiștên hevpar dihesin,
ji narsîsîstiyê werin parastin.
Ji ber ku zû û dereng
tiștên rast bandora xwe nîșan didin mirovên narsîsîst zû û dereng tûșî
xirabiyên xwe dibin û çerxa nexweșiya xwe de dixeniqin. Însan
mexlûqek/jiyandêrek civakî ye, bi bașbûn û nebașbûna xwe her dem bi mirovên
derûdora xwe re di têkiliyek dualî de ye. Bêtir bin bandora civakê de be jî bi
xwe jî li ser civakê xwedî bandor e.
Hesen Polat, Stuttgart,
19.01.2018, ênî
[ii] Jean M. Twenge ve W.
Keith Campbell, (Tercüme: Özlem Korkmaz): Asrın Vebası Narsisizm İlleti /
Webaya Demsalê Nexweşiya Narsîsîzmê. Kaknüs Yayınları, Istanbul 2015.
[iv] Jean M. Twenge ve W.
Keith Campbell, (Tercüme: Özlem Korkmaz): Asrın Vebası Narsisizm İlleti. Kaknüs
Yayınları, Istanbul 2015, rûpel: 118
[v] Jean M. Twenge ve W.
Keith Campbell, (Tercüme: Özlem Korkmaz): Asrın Vebası Narsisizm İlleti. Kaknüs
Yayınları, Istanbul 2015, rûpel: 130-133
[vi] Jean M. Twenge ve W.
Keith Campbell, (Tercüme: Özlem Korkmaz): Asrın Vebası Narsisizm İlleti. Kaknüs
Yayınları, Istanbul 2015, rûpel: 366
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen