Înternet di dawîya salên 1990 de ket jiyana min û hêdî hêdî
zêdetir cîh girt. Di jiyana me de cihgirtina înternetê weqas pir bi hêz bû ku niha
carna ji bo karên me yên rojane dibe tehdît jî. Jiber ku derî hemla xwe em pir
wext jê re xercdikin û hinek karên xwe yên bingehî şuve dixînin. Lewma mezinên
me gotine „Her tişt bi pîvan xweş e.“
Zimanê min ê zikmakî, ku kurdî ye bi destpêka dibistanê re hêdî
hêdî ji aliyê zimanê tirkî ve hat dagirkirin. Bi hatina min a Elmanyê re min
dest xwendin û nivîsandina zimanê kurdî kir. Ango ji serê salên 1990’î virve
xwendin û nivîsandina bi kurdî bû parçek hobiya min a bingehî. Ji bo
berdewamiya hobiyan jî sedem lazim in. Dema mirov ji xwe re sedeman pêyda neke
pir tişt dû demekê re qut dibin.
Ji bo bi kurdî nivîsandina xwe bidomînim di sala 2012 de,
17ê meha yekemîn min di înternetê de ji xwe re malperek blogê avakir. Ango şeş
salin ez di vê malpera xwe de nivîsên xwe yên bi kurdî pêşkeşî xwendevanên xwe
dikim. Her çiqas va tekoşîna min pir bala xwendevanan nekişîne jî ji bo min bû
sedema berdewamkirina bi kurdî nivîsandinê. Va armanca herî yekemîna avakirina
malperê bu. Di vî warî de gor nêrîna min gihîştim armanca xwe.
Dema mirov bi xwe qedr û qîmeta zimanê xwe nezane ewê tu
kesên din jî nezanin. Ziman ne tenê alavek ji bo ragihandina di navbera mirovan
e. Ziman kesayeta mirov, neynika ramanên mirov e jî. Hêvîdarim ku hêdî hêdî
zêdetir kurd qedr û qîmeta zimanê xwe yên zikmakî bizanin. Bi rastî va tê
wateya zanina qedr û qîmeta xwe jî. Fîlozofê Elman Martîn Heidegger dibêje „ziman
mala mirov e.“ Sîstemên mêtingehkar mala me xirab kirin, em jî hêdî hêdî bi
demê re hatin ser şopa wan. Gelê kurd roj bi roj zêdetir ziman û çanda xwe dûr
dikeve û mala xwe bi xwe xirab dike.
Şukir ji Xwedê re ku malper ji min re bo destxistina armancê rolek gelek girîng lihîst û ewê hîn jî
bilihîze. Piştdayina we xwendevanan jî ji bo pêşketina min bibe hêzek girîng.
Stuttgart, 17.01.2018 / Çarşem
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen