Dienstag, 27. Januar 2015

Zivistan û Zaroktîya Mina Li Gund

Gor salnameya miladî iroj 26ê meha rêbendanê ye, meha yekemîn. Demsal zivistan e, dema serma û seqemê, pûk û berfê. Di dema zaroktîya min de zivistan ji me re wusa bû. Rê û dirb dihatin girtin, dewar di axiran de, pez jî di goman de diman.
Xarina dêwêr sibe û êvaran di afiran de ka û kês bûn. Nîvroj derva li ser dangî gîha dihat danîn û dewar berdidan ser. Em zarok diçûn ber dangîyê ku dewarên xerîb neyên li ser dangîyên me, an jî dewarên me bi sere xwe nerin dewerên din.
Pez di goman de bûn û afirên wan tinebûn. Loma pez her roj du caran dihatin dangî kirin, danê sibê û danê êvarê. Ger ba dangîya pêz jî kes li wir bimana. Lê ew ne karê me zarokan bû. Sedema yekemîn pezê me zide bû û me zarokan nedikarî lê bipên. Ya duemîn jî goma me li hember gund bû, çûyin û hatina me zarokan zehmet bûn.
Ji bo pêz di kurnan de ka û ceh li navhev dixistin û didan, gîha û çilo jî li ser berfê dihat raxistin. Ka mecbûr bû ku di kadînan de werin muhefeze kirin. Gîhayên havînê hatibû çinandin û zihakirin, an di kadînan de dihatin muhefeze kirin, an jî dihat lodkirin û pişta wê bi tiştekî dihat girtin. Çilo jî payîzê wexta darên daristanan hîn pelên xwe neweşandibûn dihatin dapîtandin, li ser hev dihatin hêjnandin û ji her komekî re me êxin digot. Ew êxinana dema berf zêde dibarî bi taûg û xizagan dihatin kişandin, ber goman dihatin komkirin û roj bi roj li ser dangîyan gor hewcîya pêz dihatin raxistin. Çilo zêdetir ji bo bizinan xwerinek baş bû. Mîh û kaviran zêdetir ka û gîha dixwerin.
Salên ku zivistan zor û dirêj derbaz dibû mehên biharê jî hîn berf li erdê dima. Alifên pêz û dewar diqedîyan. Mirov mecbûr diman ku bi pereyek zêde alif bikere ku pez û dewarên xwe derbixin reşayîyê. Şivanan pez dibirin nav daristanê ku li wir bi birêşê zikên xwe hinek tir bikin, zêdetir mesref dernekeve.
Dema ku dewar û pez li ser dangîyê bûn, axur û gom dihatin paqijkirin, rixa dewar bi sepetan dihat havitin. Ji ber ku ya pêz pişqul bûn, hewcî nedikir ku her roj werin miştin û havitin. Dema virik li pez diket ger gom zêdetir bihatana paqijkirin. Cîhên ku pintitîya di axur û goman li ser dihat komkirin re sergo dihat gotin. Ew sergoyana bi payîzê re li zevîyan dihatin belavkirin ku ji bo zevîyan zivilek baş bûn.
Bi salane ez li dûrî welat jîyana xwe didomînim. Bihîstana dibihîsim êdî jîyan li welat jî ne mina berê maye. Mîna berê dewar û pezên zêde nayên xwedî kirin. Gor dema berê îmkan jî zêde bûne. Rê û dirb mina berê nayên girtin. Berf bibare jî rê tên vekirin. Zêdetir vesayet/erebe hene. Berf û baran jî ne mina berê maye. Zivistanan weqas zêde berf nabare. Hewayê jî xwe guhertî ye. Ne tenê mirov, xeza jî guherî ye.
Dema guhertina li ba mirovan peyda dibe, em dibêjin; mirovan xwe guhertî ye. Dema guhertin derî însanan peyda dibin, em dibêjin; hatine guhertin. Bi rastî di vî warî de pir jî bawer ninim ku kî xwe guhertî ye û kî hatîye guhertin?
 
26.01.2015, Stuttgart
 
Di dema zaroktîya min de pişta hemû xanîyên gund bi axê/xwelîyê hatibûn girtin û dûz bûn. Dû barabdina berfê re ger pişta xanîyan bi kurtmeyan bihatana paqijkirin. Paqijkirina berfê di alîyekî de kêfxweşî, di alîyekî de jî zehmetî bû. Dema pir berf dibarî paqijkirina xanîyan ji me re dibû zehmet.
Êvaran jî pişta xanîyan dihat luqkirin ku şev xanî dilop nekin. Sivingên xanîyan jî bi şonigê dihat dewisandin. Gor meyla pişta xanî çirikek didan ber xanî ku ava baranê di dîwar de neherike û zerarê nede.
Pişta xanîyan heyan berf li erdê bû û baran dibarî ji bo me zarokan meydanên lîhistikê bûn. Lîhistika herî baş jî lîhistika kawan bû. Her jinnîyên peşinên hewvanekî de kawek heye. Kawên dewar mezinin, ji bo lihistikê ne qencin. Lê kawên pezan ji bo lihistikê başin. Loma dema pez dihatin şerjêkirin em zarok ji bo kawên wan li ber laşên wî pezî dipan, heyan me kaw bigirta.
Di nav gund de hinek xanîyên belû hebûn. Kesên karin xwe diqedandin li ser wan xanîyan kom dibûn, sohbet û henek dikirin, meselok digotin, curecur lihistik derdixistin.
Di van rojên nûjen de zarok va lîhistikên li ser pişta xanîyan jî mehrûm in. Xanîyên mina berê pişt dûz jî neman, wexta zarokan jî. Êdî zarok ji ber temaşekirina televîzyonan û lîhistika aletên bi elektironîk wext nabînin ku ji hev re bilîhizin. Me zarokên wê dema berê him ji karên ger bihatana kirin re û him dersên dibistanan re dişixulîn, him ji bo lîhistika bi hev re wexta me hebû. Zarokên niha naşixulin jî wexta wan tune.
Em dê û bav di derheqê zarokan de pir tiştan tînin ziman, lê xwe bîr dikin. Bi rastî dinêrim ku ji bo zarok, malbat, nas û dostên me êdî wext namaye. Em ji hinek tiştan re ketine bezê. Ne ji me re, ne jî kesên der û dora me re wexta me ma ye.
 
27.01.2015, Stuttgart

Keine Kommentare:

Kommentar veröffentlichen