Dienstag, 20. Januar 2015

Roj û Meh/Heyv

Îroj duşem e, roja yekemina heftê. Hefte kengê dest pê dike û roj kengê dest pê dike? Bersiva va pirsana gora gel û çandan curecur in. Dibe ku dema roj bi kurdî û farisî hatine navkirin hefteyê bi roja şemîyê dest pê kirî ye. Em dibêjin şem, yekşem, duşem, sêşem, çarşem, pêncşem û ênî. Dibe ku roja yekşem roja yekema hefteyê bûye. Vana hemû texmînin, ango texmînên min. Ji bona tesdiqkirina wan lêkolînên min jî tunin.
Lê roj kengê dest pê dike? Gor demsala hicrî roj bi avabûna rojê re dest pê dike. Lomaye ku em şeva di navbera pêcşem û ênê yê re “şeva ênîyê” dibêjin. Çira? Ji ber ku demsala hicrî gor heyvê tê hesabkirin. Heyv jî bi avabûna rojê re bi şiklekî aşîkar dibe û roj dest pê dike. Bi qesta mina rojê li vir roja ku 24 saetan didome ye, ne ku roja ku bi rojhildanê re dest pê dike û bi avabûna rojê re diqede ye. Ango roja ku bi şevek û rojek di tê de ye.
Niha li sere erdê zêdetir demsala mîladî tê karanin. Ew jî gor rojê hatîye hesabkirin. Gor mantiqê ger roj bi hildana rojê dest pê bikira. Lê wusa nine. Roj nîvê şevê dest pê dike. Çira wusa ye. Bi rastî di vî warî de jî lêkolînên min tunin. Ez dîsan dest bi texmînan bikim.
Gor texmîna min; welatên ewrûpayî du şoreşa senayî/hunerwerî yê nêrî ku di palûkan de zûtir dest bi xebatkirinê kirin baştir e. Qerar dan ku di nîvê şevê saet 0 (sifir)ê dest bi rojê bikin. Wê demê karker zûtir ger dest bi xebatê bikin. Her çiqas bandora wan li sere erdê belav û zêdetir bû, demsala miladî jî ji alîyên dewlet û gelan ve hat qebûlkirin.
Ez naxwezim di derheqê va tiştên ku min li vir ji we re pêşkeş kirin re bikevim muneweşe yê. Ji ber ku ez bi xwe jî rastbûna wan ne bi sedî sed bawerim. Min xwest ku hinek ramanên xwe ji we re parve bikim.

19.01.2015, duşem, Stuttgart

---

Kurdîya mina zaroktîyê tenê bi peyîvên ku wê demê li gundê me de dihat axifandin pêk dihat. Di dibistana tirkan de em hinî zimanê tirkî bûn. Her ku tirkîya me pêşve ket, em pê hesîyan ku em navên hinek tiştan bi kurdî nizanin. Her çiqas min dunya nas kir ew tiştên ku me navên wan bi kurdî nedizanî zêdetir bûn.
Di dibistanan de bi kurdî axifandin tenê qedexe nebû, tinebûna zimanê me yê dayîkê jî ji me re dihat dîyarkirin û qebûlkirina wê tinebûnê me dihet xwestin. Em di nav nakokîyek pir dijwar de bûn. Yên ku va înkarkirina qebûl nedikirin nedikarîyan dengên xwe derbixin. Ji ber ku tehdît, curm û tirs hebû. Lê yên ku hîn pê nehesîyabûn ku înkarkirina zimanê kurdî înkarkirina wane jî carna bi henekî pirsa ew tiştên ku me navên wan bi kurdî nedizanî dikirin. Wexta me nedikarîya bersiva wan bidin ew gotinên ku mamosteyan bihîstibûn ji me re dubare dikirin. Wan gotinan yek jî “zimanê kurdî zimanekî pir qels e, tenê di gundan de tê axifandin. Êdî di va rojên nûjen de nikare têra mirovan bike. Lomaye ku ger em fêrî zimanê tirkî bibin.” û hîn pir tiştên din bûn.
Ez li vir pir sere we neêşînim. Me vê demê navên pir mehan/heyvan jî bi kurdî nedizanî. Wexta di dibistanê de navên 12 mehên salê bi tirkî ji bi me hatin ezber kirin, me xwest em navên wan mehen bi kurdî jî hin bibin. Lê kesên ku va navana bizanîbûna û me bidana hinkirin tunebû. Sal derbaz bûn, li ser sloganên li ser dîwaran me ji xêra newrozê nave meha adarê û ji xêra yekê gulanê nave meha gulanê hin kir. Hîn jî pir kurd navên mehan bi kurdî nizanin. Bi saya internetê wexta ez hinî navên mehan bi kurdî bûm, min dît ku navên mehan curecur in. Her herema Kurdistanê navên tê gotin curecur in. Her çiqas li gor salnameya kurdî sere sale bi newrozê dest pê bike jî, li Kurdistanê jî êdî gor salnameya miladî hesab tên kirin. Gor rêzkirina mehên salnameya miladî navên mehên bi kurdî wusa ne:rêbendan/çile, sibat/reşemî, adar, nîsan/avrêl, gulan, hezîran/pûşper, tîrmeh, tebax/gelawêj, îlon/rezber, kewçer/cotmeh, kanûn/sermawez, berfanbar.
Dem hat guhertin, zimanê kurdî di dibistanên Tirkîyê de hîn nebin jî, di hinek zanîngehên Tirkîyê de niha tên hinkirin. Lê dinêrim ku hinek kurd êdî navên rojan jî bi kurdî nabêjin û bi tirkî tînin ziman. Her çiqas bi tirkî navên hinek rojan ji kurdî hatine girtin jî dema mirov di şuna pêncşem de perşembe bibêje ew êdî ne kurdî ye, tirkî ye. Me di dema berê de hinek peyîvên tirkî digirtin û di hevokên xwe yên kurdî de mina peyvek kurdî kardianî. Niha jî hinek kurd peyvên kurdî bibin jî mina peyvên tirkî di hevokên xwe de cîh dikin.
Îroj berf dibarî. Min dixwest di derheqê demsala zivistan û barandina berfa dema zaroktîya xwe ji we re hinek nêrîn û bîranînên xwe pêşkeş bikim. Lê berê rêzkirina nivisa min di alîyekî din de meşîya.


20.01.2015, sêşem, Stuttgart

Keine Kommentare:

Kommentar veröffentlichen