Kî dibe bila bibe carna halê xwe li ber xwe re tîne û dikeve xeyalan.
Ew xeyal carna li ser pêşerojê, carna jî li ser paşerojê tên kirin. Carna mirov
rojên xwe yên buhirtî tîne bîra xwe; başbûn û nebaşbûna wan ji ber xwe re tîne.
Ji bîrhanîna tiştên baş re kêfxweş dibe, dixweze ku ew rojana dubare bibin. Ji
rojên nebaş re jî dilteng dibe, di pêdabûna wan de kirin û nekirinên xwe ji ber
xwe re tîne, ji bona derbazbûna wan xwe teselî dike.
Her çiqas rojên derbaz bi başbûn û nebaşbûnên xwe re derbaz bibin jî
mirov zêdetir alîyên wan ên baş tînin
bîra xwe û alîyên nebaş bîr dikin. Va halekî însanî yê pisîkolojîk/derûnî ye.
Bi vî şiklî mirov xwe hember nebaşî û tehlûkeyan diparêze. Ji xwe dema mirov
xwe neparêze nikare bijî.
Em di demek modern û pozitîvîst de dijin. Moderntî û pozitîvîstî jî
gêrêdayî materîalîzmê ye. Materîalîzm jîyanê di alîyê maddî de digire merkeza
xwe. Her hesab û kitaba xwe ji bona dinyayê dike. Li serê erdê bihuştê/cennetê
vad dike. Di bawerîyên dînî de Xwedê di merkezê de ye. Xwedê însan afirandîye û
cîhek girîng daye wî. Ew gora wî cîhê xwe girîng e. Va mijara mijarek girîng û
komplex/murekep e. Mirov wer bi çend hevokan nikare îzah bike. Ji bona pir
kesan îzah kirina wê mijarê weqas mumkîn jî nine. Wê çaxê çima ez li vir ketim
nav vê mijarê. Bi rastî ji bona min îzah kirina vê mijarê weqas asan/rihet jî
nine. Hevoka dawîya paragrafa/serbenda jor bû sedema vê behsê. Em mirovên
zêdetir di bin bandora nêrînên modern pir rihet dikarin bibêjin ku: „Mirov xwe
diparêze.“ Li mirovên zêdetir di bin bandora nêrînên dînî de ne dibêjin: „Xwedê
mirovan diparêze.“ Va herdu nêrîn ji bona halekî însanî bên gotin jî, du
nêrînên cuda yên mîna şev û roj in.
Dema mirov di derheqa însan de tiştekî bîne ziman dibîne ku mesele
weqas asan nîne. Ku ew bi xwe jî însan e. Çer dibe ku mirov bi xwe însan, di
derheqê însan de dixweze îzahatekî bike, lê nikare bi xwe wer rihet meselê safî
bike. Di destpêka însan de heyan niha di warê însan de îzahat hatine kirin, hîn
jî tê kirin, lê dîsa jî nekarîne û nikarin ji bona hemû însanan îzahatekî
derxinin ortê. Mirovên bawermend bêçaretîya xwe bi xwestin û nexwestina Xwedê,
yanê bi îman hanîna qederê, yanê bi teqdîr kirin û neteqdîrkirina Xwedê îzah
kirine û dikin.
Bawermendîya modern, yanê pozitivîst Xwedê daye alîyekî û xwestîye her
tiştî gor sedeman îzah bike. Di vî warî de çiqas pêşve dikeve, weqas jî
kêmasîyên wê derdikevin holê. Gotinek li ser navê Arîsto ji bona vê halî
mînakek baş e. Arîsto dibêje ku: „Ez hinî weqas pir tiştan bûm ku di dawîyê de
pê hesîyam ku min hîn pir kêm tişt hinkirî ye.“ Pozitivizm jî her çiqas tiştên
nû kişf dike weqas jî hajî kêmasîyên xwe dibe. An jî em bibêjên weqas jî
kêmasîyên wan derdikevin ortê.
Di destpêkê de min dixwest ku li ser pisîkolojîya însan binivisînim, ew
mijarên din hatin nivisandin. Dema mirov di derheqa însan de dinivisîne nizane
ku ji ku heyan ku binivisîne. Mirov çiqas dixweze hinek tiştan bikitekit îzah
bike, weqas hajîya kêmasîyên xwe dibe. Di pisîkolojîyê de dema behs li ser derûntîya
mirov tê kirin mînaka aysbergê (girêya cemedê ya di nav avê de) tê dayîn. Ew
aysberg ji pirayî di nav avê da ye, tenê nîkilek wê li ser avê ye. Însan jî bi hal û hereketên xwe di sedî de 90
(% 90) di bin bandora sedemên xwe yên binehişî/bineşiûr de ye. Dîn dibêje çi?
Dibêje ku qedera mirov ji alîyê Xwedê de hatîye nivisandin. Mirov gor qedera
xwe jîyana xwe didomîne. Ew tiştên ku nikare îzah bike bi bawermendîya xwe ya
bi qederê tîne ziman. Pisîkolojî jî ti pir tiştan nikare îzah bike, jê wê re
dibêje „binehişî/bineşiûr.“ Gor fikrê min herdu îzahat jî bêçaretîya îzah
kirina pir tiştên ku di jîyana mirov de diqewimîn tînin ziman. Kesên bawermend
bêçaretîya xwe di serî de qebûl dikin û xwe teslîmî Xwedê dikin. Kesên modern
bidû sedeman bikevin jî demekî şuve biçaretîya xwe bi kelîma binehişî tînin
ziman.
Hûn jî pê dihesin ku her hevoka di vî warî de tê rêzkirin hewcîya
hevokek din derdixe holê. Lomaye ku ez êdî dixwezim li vir dawîya nivisê bînim.
Îzaheta mijarê derî hedê min e. Di pêş destpêka nivisê de min dixwest bala
xwendewanan bikişînim li ser nostaljîya/raboriya mirov û çend gotinên pêşîyan
pêşkeşî we bikim. Lê niha dibînim ku nivis ne gor xwestina min hat rêsandin.
Dema mirov rojên xwe yên bihurî ber xwe re tîne zêdetir baştîyên wan
tîne bîra xwe. Tiştên nebaş bi şiklekî hatine bîrkirin. Bîrkirina tiştên nebaş
pir caran bê hemla mirov, bi şiklekî binehiş dibe. Bîrkirin xwe parastin e.
Dema mirov tiştên ku hatine serê wî bîr neke, nikare jîyana xwe bi sihhet
bidomîne. Bîrkirin mirovan diparêze. Lê hinek tişt û bûyerên bingehî hene ku
bîrkirina wan ji mirovan re dibe ku bibe sedema astengên mezin. Ew jî ger neyê
bîrkirin.
Ûris dibêjin ku: „Cîhê ku tu ne li wirî xweşik e.“ Gotinek me jî dibêje
ku: „Heyan masi di nav avê da ye haya wî ji avê tune.“
6.6.2012, Stuttgart, çarşem.
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen