Ji bona pêydabûna tiştan hinek sedemên aşîkar hebin jî her bûyer tenê
bi sedemên aşîkar nikarin werin îzeh kirin. Hîn sedemên ne eşkere jî hene. Tu
tişt di carekî de dernakeve holê, girêdayî pêvajoyekê ne. Ew pêvajo dibe ku pir
eşkere nebe. Mirov carna demek dirêj ji bona armancekê hewl dide, çi ji dest tê
dike, dîsa jî nagêhê armanca xwe. Wer tê zanîn ku ew hemu hewldana wî badihewa çûye.
Tu tişt badîhewa nîne. Ew di pêvajoya bûyeran de cîhê xwe digire. Rojekî dibe
ku kesekî din li ser wê rêçê dest bi hewldanekî dike û wê tiştî pêştve dibe.
Em xwendin û nivisandina bi kurdî binêrin. Dema berhemên kurdî yên
klasîk hatin nivisandin, dibe ku ew hewldana wê demê di alîyên pir kesan de
mîna karekî badihewa hat dîtin. Bi sed salan şûve, kesên ku îroj bi ziman û
edebîyata kurdî re kardikevin hewcidarên wan berheman in. Bê wan berheman tu
car edebîyat û zimanî kurdî nedikarî bigêhê vê qonaxê. Hewldanên Mîr Bedirxan û
alfebeya wî ya bi herfên latînî yê ku ji bo kurdî bidin ber çavan. Dibe ku gor
şert û şurtên wê demê ew xebatên wî ji alîyên pir kesan ve mîna tiştekî ne girîng
hat dîtin. Lê îroj em dizanin ku bê xebatên Mir Celadet Bedirxan xwendin, nivis
û edebîyata kurdî nedikarî bigêhişta vê qonaxa îroj. Wî wê demê hewl da,
xebatên xwe pêşkeşî gelê xwe kir. Demek hat ew xebatên wî nehatin dîtin. Dem jî
hat ew xebatên wî ji pisporên zimanê kurdî re bûn çavkanî.
Îroj jî hinek kes hember pir astengîyên curecur hewl didin û xebatên
xwe berdewam dikin. Di nav wan de hinek xebat hene ku qedr û qîmeta wan dibe ku
îroj neyên zanîn. Lê gor giringîya wan ewê rojekî bên dîtin û pisporên wê demê
re bibib çavkanî. Yên din jî bi şiklekî di dîrokê de cîhê xwe bigirin. Tu tişt
badîhewa nine. Di fîzikê de qeyîdek heye: „Tu tişt ji tunetîyê de nabe hebûn û
tu tiştê hebû jî nabe tunebûn.“ Va qayîdeya ji bona hemû hewldan û xebatan jî
muteber e. Lê mirov gor sevîya xwe ji wan dihese an jî nahese.
Dema armanca mirov di warekî de hewldan û xebat be, ewê bi şiklekî di
wî warî de xebatên xwe bidomîne. Lê wexta armanc bi wan hewldan û xebatan
tiştek ji dest xwe xistin be, dibe ku ew kesa pê bihese ku ji bona destxistina
wî/wan tiştî/tiştan xebatên wî qîm nake. Wê çaxê jî ji bona domandina wan sedem
namîne. Dema hewldan û xebatkirina tiştekî bi xwe ji kesekî re bû armanc, êdî
tu tişt nikare wî kesî ji wî karî dûr bixe. Tenê zilm û zordestî dikare wî kesî
re bibe asteng.
Astengî bi xwe ji bona negêhiştina armancan sedemek eslî nîne. Mirov
dikare ji wan astengan re mucadele/têkoşîn bike û di wê pêvajoyê de biqewire,
bi hêz û tecrûbeyên nû xebatên xwe bidomîne. Lê kengê astengî mîna sedemek eslî
hat dîtin, wê demê êdî gihêştina wê armancê ne mumkîn e.
Çi torî dibe bila bibe tu
hewldan û xebat badihewa nine, ewê gor nîyet û xebata mirov him di jîyana wî
de, him jî di dirokê de cîhê xwe bigire. Ew mîna dendikên bin erdê ne, dema xwe
dipên.
Stuttgart, 30.05.2012, çarşem
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen