Montag, 28. Dezember 2020

Sala Min a 2020

 

Nivîsandin karek qenc e, lê bi zehmet e. Dema mirov jê ra karneket jê dûrdikeve. Demek dirêj e min pir kêm nivîsand. Ew jî nişêtekeke ku ji nivîsandinê dûrketime. Di înternetê da malperek min a kurdî heye. Min bi salan nivîsên xwe di tê da weşandin. Pir zêde nebin, kêm jî nînin. Ez niha nêriyam li ser nivîsa dawî ra salek zêdetir wext derbaz bûye. Çima wusa bû?

Dema mirov nezaniya çi binivîsîne, ger ji xwe pirs bike ku ji bo nivîsandinê tişt bên li ber wî. Min jî lewma ev pirsa jor nivîsî. Rast e, dû pirsê mirov ji bo nivîsê ji xwe ra dikane tişteke bibîne. Lê ev bi xwe têra mirov nake. Di navbera nivîsandin û nivîsandinê da dikanin pir cudahiyên mezin derbikevin holê. Ez niha ji bo nivîsandinê zorê didim xwe. Ev jî nîşan dide ku ji bo nivîsandinê pir amade nînim, lewma zorê didim xwe. Dema mirov bi xwe amade nebû nivîsa wî da ev tê dîtin. Dîsa jî dixwezim di sala 2020 da nivîseke di malperê da biweşînim. Ji bo wê jî ger binivîsînim. Wexta nivîs qediya û hat weşandin belî dibe ku çer hatiye nivîsandin.

Sala çûyînê di serî da belî bû ku ez gerek ji xwe ra cihekî ji bo kar bibînim. Ew muşkîlat ji bo min li serê salê sedemek bû. Hîn pir sedemên din hebin jî sedema derket pêş ji mirovan ra bes e. Bi wî xwe dixapîne. Min jî her hal wusa kir. Havînê cîhê minê nû belî bû û min li wir dest bi kar kir. Îcar jî hinbûna karê nû xwe mîna muşkîlat nîşan da. Min nivîsa xwe ya dawî di vê demê da sererst kir û weşand. Lê nivîs di pêş weşandina xwe da bi şiklekî hatibû nivîsandin. Min hêvî dikir ku weşandina wê nivîsê ji bo destpêkirina nivîsên nû bibe sedem. Mixapin ev tişt nebû. Meh derbaz bûn, lê ji bo malperê nivîs peyda nebûn. Bi demê ra pê hesiyam ku meh mîna rojan derbaz bûne. Di serê sala 2020 da min li ser romanek bi kurdî hatibû nivîsandin şiroveyek nivîsa û di malpereke da hat weşandin. Lê ew ne gor malpera min bû ku biweşînim. Bi dû wê ra jî êdî tu nivîs derneket holê.

Di carê da korona derket ortê. Min got carê, lê bi rastî bi mehan bû di Çînê da behsa wê nexweşiyê dihat kirin. Lê me Çîn û ew nexweşî ji xwe dûr didît. Di nava meha Adara 2020 da bi şiklekî tund dukan û pir cîhên kar hatin girtin û bi rêya medyayê ji mirovan hat xwestin ku li mal da bimînin, pêwendiyên xwe yên bi bedenî ji mirovan ra bidin qutkirin. Ji wan rojan vir va korona bû parçeyek jiyana me û ewê di jiyana nûdem da cîhê xwe qeyîm bike.

Jiyana min ne ji ber koronayê, ji ber nexweşiyên din hat dorpeçkirin. Di serî da 5 heftan ji ber êşa pişt min nekaniya herim kar. Bi dû sê heftan, di 10ê meha Hezîranê da giraniyek ket ser min. Ez li der bûm, min xwest werim mal û rabizim ku ew giranî derbaz bibe. Çenteyê min di destê min da diket, min nedikanî rabigîhînim. Lê dîsa jî li ber nexweşxaneyê ra derbaz bûm hatim mal. Çûyîna nexweşxaneyê neket bîra min. Ev jî nîşan dide ku hinek edetên zaroktiyê di hal û hereketên mirov da cîhên qeyîm digirin, mirov bê haydarbûn di bin tesîra wan da dimîne. Li mal pê heşar bûn ku ev ne karê xewê ye, ev nexweşiye. Telefonê toxtor kirin, şev bû, toxtor ez şandim nexweşxanê. Li wir bi bergirtina rontgenan pê hesiyan ku çi li min qewimiye.

Hefteyeke di nexweşxaneyê da mam. Tesbît kirin ku ji mêjoyê min da xwîn herikiye cihêke din, lê nekaniyan tesbît bikin ku ji ber çi? Hîn jî em nizanin ji bo çi û ji ber çi? Bi dû ji nexweşxaneyê derketinê bi hefteyeke li mal mam, dû ra çûm kûrê. 5 hefteyan li kûrê mam, dû ra jî bi hefteyan li mal bûm. 6 hefteyan ji bo ceribandina kar hêdî hêdî çûm kar. Bi dû wan rojan tenê 2 rojan xebitiyam û ger min destûra/îzina xwe ya salê bigirta. Min destûra xwe girt û li mal im. Ezê di 4ê meha Rêbendana 2021ê da dest bi kar bikim.

Xwe ji koronayê parastin bi aliyekî, bi koronayê ra derketina muşkîlatên rojane ra tekoşîn li aliyekî. Pir tiştên heta niha hatin pesandin, ango tekiliya bi însanan ra ji ber koronayê niha bûn muşkîlat. Carna ewqas zehmet dikevin di jiyana mirov ku ew nikare mirovekî xwe yê qeyîm binerd jî bike, li malbata wî da ji bo wî duayeke bike. Jiyan ji hinek aliyan va pir hat guhertin.

Însanên bi salanin dişixulin û xerc dikin cîh nabînin ku pereyên xwe xerc bikin, ji ber ku pir cîh ji ber koronayê hatine girtin. Jiyan ji hinek aliyan va bi zehmet bûye, ji hinek aliyan va jî bêmanetiya hinek muşkîlatên jiyanê derketine holê. Ka em binêrin bi dû dorpeçkirina koronayê jiyanek çitor derbikeve holê? Kesên xwedî derfet her çiqas ji gor xwestinên xwe bikanin pir tiştan dîsa bikin parçeyek jiyanê jî hinek tişt, li gor tekoşîna însanan pir tişt jî dikanin bikevin nav jiyana nû. Gor dîtina min di vî warî da şirove kirin hîn zû ye.

Bi dû demek dirêj ez dîsa dest bi kar dikim. Hêvîdar im ku di warê kar da, dû ra jî warên din da muşkîlatên mezin dernekevin û ez bi şiklekî normal jiyana xwe bidomînim. Carek din bi destpêkirina nivîsandinê jî xwestinek minî girîng e. Hêvîdar im ku Xwedayê mezin di heqê min da xêr û xweşiyê nesîb bike!

Stuttgart, 28.12.2020

Montag, 23. September 2019

Ancax Mirovê Durist xwe Nas Dike!

Roj bi roj, şev bi şev, jiyan dibihure, li pey hev. Gotinek pêşiyan jiyanê dişopîne pêlekan/derenceyan: „Hinek derdikevin jor, hinek jî dadikevin jêr.”
Di vê serencamê da mirov ji ber xwe ra pir tiştan tîne û dibe, biryara xwe dide û ji wan hinek tiştan tine, hinekan jî nikare bîne cih. Ango jiyan bi şiklekî dimeşe, li roja xwe ya dawî dipê.
Lê di vê pêvajoyê de ger mirov carna gotin û kirinên xwe ji ber xwe ra bîne û bide ber hev. Dema mirov wusa bike xwe baştir nas dike. Mirov xwe çiqas qenc nas bike weqas jî xwe ra dibe heval û dost. Dibe ku hinek kes bipirsin, ma mirov xwe nas nake? Di vî warî de bi rastî pir tişt hatine gotin û ewê hîn jî bên gotin. Lê gor nêrîna min mirov xwe kêm dinase û naskirin jî mîna ku em dihesibînin hêsan nîne.
Însan mexlûqek civakî ye û di nav civatê da tê meyandin. Di demên bihurî da dema civat dihat gotin zêdetir dewerên mirov di tê da dijiya dihat fêmkirin. Bi pêşveçûyîna teknîkê ra pir tişt hatin guhertin. Pir derfet derketin holê û ev derfet ji aliyên mirovan ve hatin bikaranîn. Hêdî hêdî têkiliyên kevn hatin jibîrkirin û yên nû cihê wan girtin. Bi van guhertinan ra hêdî hêdî mirov jî guherîn.
Guhertin di her demê da serencamek mirov e, lê tu carê mîna iroj bi bandor nebû ye. Wer dixuyê ku ewê roj bi roj bi bandortir bibe. Gor hinek pisporan mirov her roj zêdetir dibe kejalê pêşveçûnên teknîkî û yên kesên ku rêvebiriya teknîkê girtine bin destên xwe.
Di demên bihurî da destxistina derfetan bi zehmetî bû. Mirovan ger ji bo wan bi zehmetî pir hewlbidana. Di van demên nûjen ên em tê da dijin, zêdetir hilbijartin û biryardayîna ji bo derfetan bi zehmet e. Di vî warî da zanîna teorik carna dikare bibe asteng jî. Jiber ku mirov pir caran bi agahiyên nîvço û xelet dikarin werin dorpeçkirin û xapandin. Li hember vê dorpeçkirin û xapandinê giringiya tecrûbeyan derdikeve holê. Mirov tu car di jiyanê da tenê bi tecrûbeyên xwe nikare serbikeve. Lazim e ku ji tecrûbeyên însaniyetê û yên kesên derûdora xwe jî îstifade bike. Ji van tecrûbeyan îstifadekirin jî zêdetir girêdayî pêwendiyên mirovên bi civatê ra ye. Roja îroj du sedem di warê hilgirtina tecrûbeyan da asteng in.
Yek ji van roj bi roj gelsbûna pêwendiyên ciwatî ye. Ya din jî roj bi roj zêdebûna guherînên xwedî bandor ên li ser jiyana mirov in. Lewma mirov nikarin di demek kin da têra xwe tecrûbeyan bistînin. Ango tecrûbe di navbera mirovan da kêmtir tên berdêlkirin. Ji ber van sedemên sereke û hîn pir sedemên din hinek tecrûbeyên bi sedsalan in hatine komkirin, ji holê radibin.
Lewma mirov dikare bibêje ku însaniyet ji demek pir dijwar re derbaz dibe. Pir tiştên bi salan û sedsalan bingehiya têkiliyên mirovan bûn, serûbin dibin, di cihê wan da bingehiyên nû tên ava kirin. Di vê pêvajoyê da pir tişt tevûhev dibin. Mirov bi demê ra dikare hêdî hêdî hinek tiştan ji hevûdin safî bikin. Lê heta hinek tişt bên têgihîştin, pir tiştên ecêb û sosret jî bên kirin. Ger neyê jibîrkirin ku di vê safîbûnê da însan xwedî bandorek mezin e. Însan di biryardayînên xwe da gor mexlûqên din zêdetir hişmendar e û dikarê biryarên dijî hev in jî bide. Dema biryardayîn bi serê xwe nemîne û bi pratîkan were pejirandin wê demê mirov hêdî hêdî bikare li ser guhertinan tesîr bike û bi demê ra berê guhertinan bizivirîne. Bi hişmendî û biryardayînê însan aliyê xwe yê mîna şûrê dudevî aşkere dike. Devek wî desthilatiya wî ye û yê din jî berpirsariya wî ye.
Di vê pêvajoyê da tişta herî xeternak, cudatiya di navbera gotin û kirinên mirov da ye. Dikarim bibêjim ku çavkaniya pirsgirêkên nûjen di vir da derdikeve û dibe sedemên pirsgirêkên din. Pisporî ji gotinan ve hatiye girêdan û bala kesî nakokiya di navbera gotar û kirinan da nakişîne. An jî yek rabe û bixweze bal bikişîne li ser vê çewtiyê qet kes nagire ser xwe. Bi gotinek din ev çewtî hêdî hêdî ji aliyên her kesî ve hatiye pejirandin. Ev jî bûye sedema ji hevûdin nebawerkirina mirovan. Dema ji hev bawerkirin ji holê rabibe, têkiliya mirovan ên mirovahî jî ji holê radibe, ango însaniyet holê radibe. Wê demê jî meydan ji xapînakan û berjewendperestan re wê bimîne.
Ji hevûdin ketina şikê di serî de têkiliyên di navbera mirovan da dixeripîne û bi demê ra dibe sedema ya civatî. Tê zanîn ku muşkîlatên civatî dîsa li ser mirovên di nav civatê da dizivire. Ango çewtiyên civatî di çarçoveya civatê da namîne û yek bi yek mirovan digire bin bandora xwe.
Şik, ji bo mirov û civatê mîna jenga hesin e. Ev jeng hêdî hêdî, yek bi yek xwe berdide nav giyana mirovên civatê û bi demê ra dibe sedema pirsgirêkên wan ên derûnî.
Mirov bi mirovan re dikare însaniyeta xwe pêşt ve bixîne û bikemilîne. Ev jî girêdayiya ji hev bawerkirin û ji hev re dirust bûyînê ye. Ji hev bawerkirin bi duristiya mirov tê pejirandin. Mirov ger di serî de bi xwe ra durist be ku bikaribe kesên din ra jî durist bibe. Pîvana duristbûnê jî girêdayiya jihevhatina gotin û kirinên mirov e.
Mirovê ku bi kirinên xwe gotinên xwe pûç neke û tiştên ji bo xwe xwest ji kesên din ra zêde nebîne, ew mirovek durist e.

Stenbol, 09.09.2019

Sonntag, 4. August 2019

Çîrokek Klasîk a Rojhilat*


Di gundekî de Kalekî bawermend û jina xwe tenê di malekî de dijin. Şevek ji şevan, Kalo xewnek dibîne. Di xewnê de Pîrê rîhsipî tê cem Kalê, silava Xwedê lê dike û jê ra dibêje:
-       Pişt demeke kin wê baranek dijwar bibare. Lehî û laser rabe û ava baranê tevlihevî ava kanîyê bibe. Kesên ku ji wê avê vebixwe, ewê dîn û har bibe.
Kalo bi xewnê ra hişyar dibe, xewa wi direve. Heta berbanga sibê di nav nivînan da tere û tê. Dikeve nav hiziriyên kûr û hûr, nizane çi bike. Bang li jina xwe dike û xewna xwe ji wê re vedibêje, ku bi hev ra çareseriyeke bibînin.
Jina Kalo li xewna Kalo guhdarî dike û dixwaze berê fikra Kalo hînbibe, ku ka ev çi dihizire? Lê Kalo jî dixwaze berê li gotinên jina xwe guhdarî bike. Jina wî ji Kalo ra dibêje:
-       Ger ku tu bixwezî ez dikarim berî baranê hemû firaqên malê bi ava kaniya gund tijî bikim.
Kalo fikra jina xwe dipejirîne. Jin û mêr, herdû biryara xwe didin û bi hev ra hemû firaqên malê bi ava kaniya gund tijî dikin. Êdî benda baranê disekinin.
Di demek şûnd da bi rastî jî barenek dijwar dibare, li herderê lehî û laser radibe û diherike. Ava baranê tevlihevî nav çavkaniyên ava gund dibe. 
Mîna Pîrê rîhsipî ji Kalo ra gotibû, bi rastî jî her kesên ku ji kaniya gund avê vedixwin, dîn û har dibin. Di nav çend rojan da ji bilî Kalo û jina wî di gund da kesên ku av ji kaniyê venexweribe, namîne. Kî/kê ku ji kanîyê avê vedixwe dîn dibe. Ji bilî Kalo û jina wî di gund da kesê ku aqilê xwe wenda nekiribe, namîne. Gundiyên ku dîn dibin, êdî, dest pê dikin û Kalo û jina wî dîn ên gund binav dikin. Her gotin û tevgera wan mîna gotin û tevgera dînan têdigihîjin û bi wan ra henekên xwe dikin.
Kalo û jina xwe mîna hebûna xwe ji biaqiliya xwe bawerbin jî dizanin ku hemû gundî van dîn dihesibînin. Lewma tevgera gundiyan a li hemberî wan roj bi roj zehmettir dibe. Ew jî êdî gor kêfa xwe ne dikarin herin nav gund, ne jî gor dilê xwe tevbigerin.
Bi demê ra jiyana Kalo û jina wî dijwartir dibe û nizanin ku çi bikin. Jiyana wan a di nav civatê da, ji wan ra dibe barê giran. Nikarin bi kesî ra rabin û rûnin û mîna demên berê sohbet bikin. Kalo rojekî di ber xwe da diponije û carek din bang li jina xwe dike. Dema jina wi tê û li ba wî rûdine, ew dest bi axaftinê dike û dibêje:
-       Xanim, tu jî dizanî ku kesên dîn gundî bin jî, ew me dîn dihesibînîn û bi me ra weke dînan diaxifin û tevdigerin. Rewşa me wusa dijwar bû ku êdî em nikarin herin nav gund û gor dilê xwe tevbigerin. Gotina te çi ye? Tu dibêjî çi? Emê di vê rewşê da baqiliya xwe çawa bidomînin? An em jî ji ava kaniyê vebixwin û mîna wan dîn bin?!

Stuttgart, 30.07.2019

*Min ev çîrok di zarokatiya xwe da guhdarî kiribû, dixwezim gor di hişê min da maye bi nivîskî pêşkeşî we jî bikim.. Kalo di çîrokê da mîna “Weliyek Xwedê” hatibû binavkirin.


Montag, 22. Juli 2019

BERPİRSİYARİYA MİROV

Dema li ser lévén min re hinek gotinén tewş şemitîn, pé hesiyam ku jiyana min bi tewşiyé hatiye dorpeç kirin. Di cîh da nefes li min çik bû. Min xwe avit der, ketim ser ré û dirban, xwest ku hemû gotinén xwe yén tewş li dû xwe biweşînim.
Min wer dizanîbû ku bi weşandina wan ra ezé édî ji wan rizgar bibim. Bihîstina min bihîstibû; “Peyv difiriya û nivîs dima.“ Lé min nedizanî ev gotin ji aliyén mirovén bi lez û bez ve bi nezanî hatiye gotin. Dema mirov hinekî li ser demén xwe yén bihurî bihizire, pédihese ku peyv jî nafire.
Mirov mexlûqek jibîrker e. Rast e, peyv li ber guhén mirov re difirin, lé naçin, wenda nabin û li dema xwe dipén. Ji ber ku li ber çavan nîne ji aliyé mirovén bi lez û bez ve tuneyî té hesabkirin. Kengé wexta wé hat û bandora xwe nîşan da hîn pé té hesandin ku peyv jî nefiriye.
Aşîkarbûna peyvé ya nivîsé girantir e. Ji ber ku zû ve hatiye jibîrkirin, di hişé mirov da hatiye avêtin. Aşîkarbûna wé di serî de mirov navûhev û serûbinê hev dike. Mirovén kûr û hûr bi hesaban ra mijûl dibin bi aşîkarbûna wé ra hevdiceniqin û xwe şaş dikin, nizanin çi bikin.
Bi van gotinan dixwezim çi bibéjim? Bi rastî dixwezim bala we bikişînim li ser berpirsiyariya mirovan. Ango mirov ji hemû kirin û kiryarên xwe, ji gotinén xwe ra jî berpirsyar e.
Di navbera peyvén berpirsiyar û bandor de péwendiyek zexm heye. Kirin û nekirina tiştén ku mirov jé berpirsiyar e, li ser jiyana mirov tesîreke mezin dike. Di vî warî de gotin û negotina mirov jî wusa ye.
Mirov mexlûqek berpirsiyar e. Gotinén ji devé wî derdikevin, pirsén îmtîhana jiyana wî ne. Ew di demek teng da derdikevin péşiya gotindaré xwe. Da ku derbikeve holé ka ewé gor gotina xwe an dijî gotina xwe tevbigere. 
Bi tecrûbeyén jiyané sabît e ku mirov pir caran dijî gotina xwe hewl dide. Lewma di gotinek péşiyan da tê gotin; “Peyîvandin zîv be, sikut zér e.“
Di kitéba cihuyan a bi navé Talmûté de gotinek wusa heye. Ev gotin daxweza mina ji bo vé nivîsé bi kurtayî tîne ziman. Gotin wusa ye:
„Miqatî ramanén xwe bibe, ew dibin peyvén te. Miqatî peyvén xwe bibe, ew dibin tevgera te. Miqatî tevgera xwe bibe, ew dibe xûyén te. Miqatî xûyén xwe bibe, ew dibin exlaqé/sincé te. Miqatî exlaqé/sincé xwe bibe, ew dibe qedera te.“
Jiyan tu car yekalî nine. Aliyén nerénî nebin mirov nikare ji aliyên erénî haydar bibe. Bi kémasiyén jiyané em haydaré nîmetén jiyané dibin. Heta jiyan bidome wusa ye.
Kémasiyek mirov a mezin xwe gotin, kirin û biryarén xwe dûr girtin e. Bi vé tevgera xwe ya xapînok wer dihesibîne ku édî bandorek wan nemaye. Lé rastiyén jiyané ne bi lez û bez in, li wexta xwe dipén. Kengé wexta wan hat bandora xwe nîşan didin. Zû û dereng çewtî û nakokiyén vé kémasiya dijwar ji bîbilén mirov re derdixin. Di jiyané da şaşitiya herî mezin nekirina şaşiyan nîne, dershilnegirtina ji şaşiyan e.
Mirov çi dike bila bike, di ku da tere bila here; nikare xwe ji jiyana xwe bifitilîne. Ewé zû û dereng rastiya xwe aşîkar bike. Di dawiyé da mirov çiqas xwe bixapîne, lédana jiyané jî li wî weqas giran dibe û wî dipelixîne.
Bi pévajoya jiyané ra kesayeta mirov ava dibe û derdikeve holé. Hinbûna bi teorîk baş e, lé qîma mirov nake. Divé bi bûyer û serpéhatiyan tecrûbeyén jiyané werin xemilandin ku mirov xwe li hember tengasiyén li rûyé erdé bikaribe biparéze û bikemile.
Gotina ku „yek musîbetek ji hezar nesîhetan çétir e“ giringiya tecrûbeyan tîne ziman. Tecrûbeyén jiyané ji me dide diyarkirin ku tu tişt badîhewa nîne.

Stuttgart, 08.07.2019, Duşem


Samstag, 25. Mai 2019

Bîranîn Hiş e


Min di nivîsek xwe de gotibû; „jiyana mirov para wî ya ji demê ye“. Ji ber ku jiyanek bê dem li rûyê erdê ne mumkîn e. Jiyan di dema hazir de tê jiyandin, hêza xwe ji dema bihurî digire û li ser dema tê jî xwedî bandor e.

Di van rojên nûjen de mirov pir caran dibihîse ku hinek kes „êdî tu pêwendiyên min bi jiyana min a berê re neman. Min biryara destpêkek nû ya jiyanê da. Ez êdî ne ew kesê berê me û hwd“ dibêjin, hevokan bi dû hev rêz dikin. Qaşo bi van gotinên xwe lêborîna xwe bilêv dikin û xwe paqij dikin. Lê nizanin ku ew gotinên wan çewt, bê wate û pûç in, bêesaletiya wan diyar dike.
Mirov mexlûqekî civakî ye. Ji bûyînê heta mirinê di bin bandora civakê da ye. Çiqas tesîr li civakê bike jî zêdetir bixwe di bin tesîra civakê da ye. Demên wî yên zarokatiyê herî zêdetir ji aliyê malbatê ve tên dirûvkirin. Ev dirûv heta dawiya jiyana wî bandora xwe nîşan dide. Ango ew bi demê re dibe mîzaca wî. Lewma mirov nikare salên xwe yên derbasbûyî înkar bike û îdiaya/angaştiya destpêkek nû bike. Destpêkek nû ya têkûz/zexm encax bi xwedîderketina rojên xwe yên bihurî va mimkûn e. Li ser bingehiya rojên bihurî ancax mirov dikare destpêka nû mîna dîwarek zexm lêbike. Lewma gotinek kurdan a pêşiyan da tê gotin; „her dar li ser koka xwe şîn dibe.”
Bi van tesbîtan ez naxwezim diyar bikim ku mirov bixweze jî nikare xwe biguherîne. Na xêr! Mirov bixweze dikare xwe biguherîne. Lê ger ev guhertin mîna bi siya xwe re ketina bezê nebe, bi qebûlkirina bingehiyên xwe bibe. Dema ku mirov bingehiyên xwe înkar kir, ev tê maneya înkarkirina hebûna xwe jî. Xweînkarkirin mîna darek bê rîçik e. Ev zû û dereng çoyê destê xelkê ye, xwe wenda kirin e.
Xeta nişêta însan e. Mirov bi xetan xwe zêdetir perwerde dike û dikemile. Lewma tê gotin ku „musîbetek ji hezar nesîhetan çêtir e.“ Mirov bi agahiyan zêdetir bi tecrûbeyan pêşt ve diçe û xwe dikemilîne. Ya girîng nekirina xetan nîne, ji xetan ders hilgirtin e. Ango dubarenekirina wan e. Wê demê mirov bi tecrûbeyên xwe her dem pêşt ve diçe.
Di pergala perwerdeyiyê de gihaştina mirov bi merhaleyan tê îzahkirin. Her merhale ji bo merhaleya bi dû re mîna qorek dîwarê lêkirî ye. Heta qorek neçû serî qora din nikare were lêkirin. Bê lêkirin jî serê xwe nagire û zexm nabe.
Dema merhale gor şert û şurtên xwe nehat jiyandin di merhaleyên bi dû re muşkilat derdikevin holê. Mirov hinek caran bi serê xwe dikare wan muşkîlatan çareser bike. Dema nehat çareserkirin mîna jenga ku bi hesin digre, ew hêdî hêdî di jiyana mirov de belaw dibe, jiyanê diherimîne. Muşkîlatên ferdî pircaran bi demê re dibin pirsgirêkên civakî.
Lewma di vê dema nûjen de dewletên xwedî derfet ji bo çareserkirina muşkîlatên kesayetî/şexsî zêdetir îmkanên tedavîkirina nexweşiya derûnî didin hemwelatiyên xwe ku ev muşkîlat nebe pirsgirêkek civakî.
Di tedavîkirina derûnî de axaftina li ser demên bihurî xwedî wateyek girîng e. Nexweş li ser jiyana xwe ya bihurî diaxife. Derûnînas bi pirsên xwe alîkariya nexweş dike ku nexweş bixwe bîraniyên xwe li bêjingê bixine, qirş û qalên derehişên wî nerehet dikin bihese û wan ji hevdû safî bike. Ev pêvajo carna bi salan didome. Ta ku mirov kêmasiyên ku di dema bihurî yên di jiyana wî de peyda bûne, bibîrbîne, ji hev veqetîne û bikare paşeroja xwe hêdî hêdî zelal bike.
Ev kêmasî û şaşiyiyek pir mezin e ku mirov pir caran di dema niha de li bîraninên xwe digere. Lewma jî pir serpêhatiyan tênagihîşe ku ji bo paşerojê bîranînan hilbigire. Bîranîn çavkaniya hişê mirov û gelan e. Ev gotin lewma hatîye goton; „dîrok hişê gelan e“.
Ma hûn nabêjin, dewletên dagirker ji ber çi sedemê bi nivîsandina dîrokek resmî dest bi metîngeriya xwe dikin. Heta bîranînên mirov neyên tehrîbkirin mirov xwedî hiş e û dikare ji pirsgirêkên xwe re çareseriyan bibîne.
Lewma min jor got; kesên ku bi înkarkirina jiyana xwe ya bihurî diyariya destpêkek nû dikin, bi rastî bê esaletiya xwe aşkere dikin.
Ez jiyanê mîna xalîçeyekê dibînim û tînim ber çavên xwe. Ji bûyînê heta mirinê em ta bi ta, ango bisk bi bisk çînên jiyana xwe dihûnînin. Dema çînek jê were avêtin aheng diqete û tevlihev dibe.
Stuttgart, 23.05.2019

Dienstag, 7. Mai 2019

ROJÎ Û JİYAN

Tu tişt bé zehmet nabe. Dapîra min a rehmetî digot: „Mirov pariyé di devé xwe de necû nikare daqulîne.“ Zehmet û ked mirovan hayîdaré qedr û qîmeta tiştén bi destxistî dikin, ji îsrafé diparézin û di derheqé tuneyiyé de agahdar dikin.

Meha remezané hat. Mirovén bawermendén misilman dest bi rojiyé dikin. Zehmetiyén rojiyé hene û di van rojén diréj de aşîkartir in. Dema mirov gor riza Xwedé rojiyé bigire û bixweze hîkmetén rojiyé bistîne ewé pir hunerén wé jî bibîne.


Mirov bi rojiyé pé dihese ku jiyan tené bi xwarin û vexwariné pék nayé, kémtir xwarin û vexwarin jî qîma mirov dike. Pir tiştén nefsa mirov dixwaze ne ji ber hewcedariyé, zédetir ji ber çavbirçitiyé ye. Bi vé hişmendiyé mirov dikare xwestinén nefsa xwe sînordar bike û xwe zédetir şeytan biparéze. 


Bi rojî girtinek di cih de mirov dikare xwe him meddî him jî manevî paqij, dilé xwe ji tehakûma xwestinén nebaş azad bike. Azadbûna dil di demeké şund de bandora xwe wek baqijiya nefs û rizgariya ruh li ba mirov aşkere dike. Di vé çarçoveyé de mirov di aliyé derûnî de sikûntir, di aliyé tégihîştiniyé de zelaltir û berfirehtir dibe. Rojî mirov férî sebré û di aliyé perpirsiyaré de hişyar dike. Mirovén tébigihîşin hîkmeta rojiyé ji bo piştdayîna bi hewcedaran re amadetir in.


Bi van tecrûbeyén li jor hatin rézkirin mirov férî parastina nexweşiyén laşî û derûnî dibe, firsenda kemilandiné dest xwe dixe.


Hévîdarim ku di vé meha remezané de misilmanén bawermend bi niyetek xalis xwe zédetir gor riza Xwedé teala bikaribin paqij bikin û xwe tehakûma hemû siyasetén qiréj én rojane biparézin.


Şeytan mirovén bawermend zédetir bi peyvén olî dixapînin. Di dîné Îslamé de prensîbek herî bingehîn „tiştén ji bo xwe xwestin ji bo kesén din jî xwestin e.“ Di van rojén nûjen de herçiqas bé paşçavkirin jî baweriya bi axreté re bé şiphe şertek îmané ye. Me pé bawer haniye ku „Kî ku bi qasî giraniya zereyeké qencî kiribe dé wî bibîne. Kî jî qasî giraniya zereyeké béqencî kiribe dé wé bibîne.“


Her kes berpirsyaré kirinén xwe ye. Rojiya li gor riza Xwedé xessasiyetén mirov én bi demé re xerab bûne dîsa li hev eyar dike.


Stuttgart, 04.05.2019

Freitag, 5. April 2019

Danezanî Mirovan Hayîdar Dike*


Di jiyana rojane de em carna ji xwe re dibêjin: Xwezî haya min ji van tiştan tunebûna an jî xwezî min di vî warî de weqas tişt nezanibûya! Lê dîsa jî her kes dixweze zana be û di derheqê derûdora xwe de agahdar be. Lê xestin tenê bi lêvkirinê nabe, ger mirov ji bo destxistinê hewl jî bide.
Însan zêdetir meyldarê rehetiya xwe ye. Dema sedemek ji bo çalakiyê nebîne teraltiyê tercîh dike. Lewma piraniya mirovan derîhiş ji rewşa xwe razî ne û naxwezin xwe biguherînin. Mirov hinî tiştekî bû û ew tişta ji xwe re kir xû êdî naxweze xwe biguherîne. Lewmaye ku bi elmanî tê gotin ku „Însan heywanekî bi xû e.“ Ango tiştên mirov ji xwe re kir edet û xû, bi zehmet be jî ji mirov re asan/hêsan tên. Mirov guhertina wan tiştan li ba xwe naxweze. Xwestin û nexwestin bi zexm girêdayî zanîn û nezanînê, ango naskirin û nenaskirinê ne jî. Dema mirov tiştekî nezanî û nasnekir, wî tiştî naxweze jî. Ew kes dixweze li ba tiştên dizane û nasdike bimîne, xwe neguherîne.
Di warê perwerdeyiyê de; hinbûn, ji bo hinbûnê hewldan, ji xwe û derûdora xwe hayîdarbûnê de pispor behsa çar merhaleyan dikin. Ango heta mirov hayîdar nebe di derheqê rewşa xwe de xwediyê texmînên çewt e. Ew çewtiya di jiyanê de ji xwe re hîn pir çewtiyên din tîne. Zanîn û hayîdarbûn du tiştên dualî yên girêdayî hev in. Ango mîna pirsa ku „Mirîşk ji hêkê derketiye an hêk ji mirîşkê?“ ye. Dema mirov bizanibe hayîdar dibe, hayîdar bû dixweze zêdetir bizanibe. Van çar merhale bi kurtayî wusa ne:
1.  Derîhişa bê qabiliyet: Ger mirov bizane ew nezan e ku hewceyê zanînê bibe. Ango bixweze ku hînbibe. Di vê merhaleyê de mirov hîn hayîdarê nezantiya xwe nîne. Dema mirov di vê merhaleyê de bimîne ji bo zanînê hewlnade.
2.  Hayîdarbûna bê qabiliyet: Va bi rastî merhaleyek pir girîng e. Mirov ji nezanîna xwe hayîdar dibe û dixweze bibe zana. Dixweze ji bo hinbûnê hewl bide, lê hîn hewlneda ye.
3.  Hayîdarbûna bi qabiliyet: Mirov dest bi hinbûnê dike û pê dihese ku hinbûn çi ye. Ji bê qabiliyetê derbazî bi qabiliyetê dibe. Mirov dikeve di nav hestên balkêş. Mirov êdî dizane ku ji bo pêşveketinê lazime ku hewlbide xwe, hinbibe, zehmetkêş be, jiber bike û bielime. Lê mirov hîn bi serneketiye. Serketina bi rastin di merhaleya paşin de diqewime.
4.  Bêhayîdarbûna bi qabiliyet: Mirov di dawiyê de gihiştiye qada tecrûbeyê û qabiliyet standiye. Dema hewce bû bi xwe ew qabiliyet derdikeve holê û ji mirov re rê nîşan dide, muşkîlatan çareser dike. Mirov hewce nabîne ku pir hewlbide xwe. Bicihanîn û çareserkirin ji wî re mîna tiştekî navdest e. Mirov bêhayjêbûn jî bi qabiliyet e. Tehlûkeya vê merhalê bixwebawerbûnek pir û qurretî ye.
Di vî warî de civaka ku mirov di tê de dijî û têkiliyên civakî xwedî rolên gelek girîng in. Ji tiştekî hayîdarbûn, wek ku mirov dihesibîne ne tiştek asan e, mixabin pir bi zehmet e. Mirov bi xwe nikare xurtî û kêmasiyên xwe bibîne, hewceye neynikê ye. Ango ger li derve yek wî bide danastin (feedback), jê re bibe neynik û wî hayîdar bike.
Pêvajoya danastinê bi xwe peyda nabe, girêdayî pir faktorên curecur in. Dema ji aliyê derûdora mirov de danezanî pêk neyê, mirov bi xwe hayîdarê kêmasî û çewtiyên xwe nabe. Lewma di perwerdeyî û kemilandina mirov de civak xwedî rolek girîng e. Lêkolînên Dunning-Kruger-Effekt (Bandora Dunning-Kruger) derxistibûn holê ku mirovên nezan zêdetir ji xwe bawer in. Sedemên vê dîtinê min nivîsa xwe de anibû ziman[i]. Lêkolînên van herdû zanyaran tiştek din derxistin holê, ango Sendroma Dunning-Krugerê (Dunning-Kruger-Syndrome).
Mijara Sendroma Dunning-Kruger kêmasiya danezaniya civakê û pirsgirêkên vê kêmasiyê ne. Dema di cîvakê de kêmasiyek wusa hebe, mirovên çewt derfetê nabînin ku hayîdarê çewtiyên xwe bibin û hewldana xwe ya ji bo serrastkirinê bidin. Ango dema civak bi uslûbek erênî çewtiyên mirovên li ba xwe ji wî mirovî re diyar nekir, di nav çewtiyan de mayîna wî mirovî teşwîq dike.
Mirovên bi çewtiyan, bes bi çewtiyên xwe re namînin, bi çewtiyên xwe bandor li derûdora xwe jî dikin. Ji bo muşkîlatên xwe bi dû sedemên nerast û ne di cîh de dikevin. Ev jî ji wan re dibe sedemên peydakirina muşkîlatên din. Mirov dikeve di nav çerxek bêsûd ku, ew bi nerênî tesîrî civakê jî dike.
Mirovên wusa nikarin bi xwe jê derbixin ku qebiliyata wan şund ve maye. Ew ger bi perwerde, danastin û tecrûbeyan werin teşwîqkirin. Lewma di civakê de bi uslûbek erênî danezaniya çewtiyan alîkariyek herî mezin û girîng e.

Stuttgart, 28.03.2019


Ji bo vê nivîsê malpera  https://karrierebibel.de/dunning-kruger-effekt/   hatiye îstifade kirin.