Dienstag, 19. März 2019

Ez Dilopek Av im


Ez dilopek ji ava behrê bûm. Li ser min re asîman, di bin min re bêj bi bêj masî û heywanên avî. Di rojek havîna germ de tirîjên rojê ez mest kirim. Bi germahiyê re giraniyek ket ser min û ketim xeweke kûr. Çi bû di wê xewê de bû. Min wer dizanîbû xewn e, tiştên ku ez dibînim. Meger yên min dîtin e, ne xewn bûn; serpêhatiyên min bûn.
Bi hilmê re ez ji xwe ve çûm. Ruhê min mîna balonekê hêdî hêdî berbî asîmanan ve bilind bû. Di serî de li kîjan aliyê dinêriyam her der av bû. Ava şîn mîna çarşevekê her dewer por kiribû. Pêlên avê mîna sura bahê qulbê çarşeva şîn a girûgerî vedişand. Lotikên masiyan ji min re mîna pilqikên ava dikelî, dixwiyan.
Herî ez bilind dibûm behr ji min re aramtir dibû. Çend keştiyên li ber çavên min mîna pîneyên piçûkên li ser çarşevan dihatin dîtin. Girava pêşina min dît wek qulek bi bizotên agir hatiye holê xwe diyar dikir. Her ku ez bilind dibûm asoyên li ber çavên min berfirehtir, tiştên min didîtin muxlaqtir dibûn.
Bi bilindbûnê re hewa ji min re hîniktir dibû. Radeyek hat êdî di cihê xwe de mam û hêdî hêdî qerisîm. Dema hişyar bûm min dît ku hîn pir hevalên mîna min, dest dane hev û ewrek ava kirine. Ewr li asîmanan mîna pembo spî û gewher bûn. Erd di biniya me de dûr, mîna xalîçekî raxistî çîn bi çîn dixwiya. Min êdî hêvî nedikir ku ezê rojekê dîsa bizivirim ser rûyê erdê. Em çiqas li wir man, ez nizanim. Dema bahozê em dan ber xwe êdî cîh li me belû nebû. Geh çep, geh rast; geh berjêr, geh berjor cîh nema em lê geriyan. Deşt û zozan, çiya û banî di biniya me de rojên xwe dibihurandin. Dema em rojekê rastî sar û seqemekê hatin em tekve ricifîn, serûbin bûn. Mîna hilkişandina me ya ji rûyê erdê daketina me jî wek xewnekê bû. Ewrên bergir û bargiran nedixwestin êdî me hilbigirin û di nav xwe de bihewînin. Dema hejiyan û guriyan xof ket dilê me. Vejandina birûskan qidûmên me şikandin. Ewrên ku em mîna beroşê di xwe de diparastin vê carê em guvaştin mîna ji parzûn dakeve xwarê li ser rûyê erdê em reşandin. Bi daketinê re herî ku em cemidiyan ewqas jî bedew bûn. Nav li me kiribûn „kulîlkên berfê“. Me hemû kulîlkan bi hev re govendek darxist û bi reqsê daketin jêr, berbî erdê weşiyan.
Bi rastî min pir mereq dikir ku ezê li kuderê werim xwar û min nedizanî hîn çi were serê min. Xwedê dizaniya, dema ez li tapikê çiyakî bilind, serî bi mij û duxan bimama, ka çend sal li wir bi cemidî rawestiyama. Min nedixwest di cihekî de rawestim, dixwest tim biguherim. Min carekê tahma guhertinê girtibû. Bi zor û zehmet be jî serpêhatiyên bi guhertinê re kelecaniyek pir bedew dixist dilê min.
Xwedê kir ku tiştên ez jê ditirsiyam nehatin serê min. Li hevşoya xaniyekî duqat de bi hevalên xwe re daketim li ser rûyê erdê. Şevek tarî bû. Bilî ewtina kûçikan tu tişt nedihat bihîstin. Em heval tev ketin paşila/paxila hev û benda hilatbûna rojê man. Dema hewa germ bibûya ezê dîsa mîna berê biheliyama û bibûma dilop, ango dilopek av.
Bi ronahiyê re me li derûdora xwe temaşe kir. Her der mîna şîr, spî bû. Îcar jî her der bi çarşevek spî û gewher hatibû porkirin. Ez bi xwe jî parçeyek wê çarşevê bûm. Roj helatibû, lê hewa sayî û sar bû. Em demekê li wir man û li wir min dikarîbû li însên hinekî baştir temaşe bikim. Tiştên ku ez di derheqê însên de dixwezim bi kurtayî bibêjim wusa ye:
Dema were axaftinê hemû kes peyvên xweş û bedev bikartînin. Lê kirinên wan pirtir ne li gor gotinên wan in. Tiştên ji bo xwe dixwezin ji bo kesên din naxwezin. Qet naxwezin xwe gor gotinên xwe biguherînin û her dem li benda guhertina kesên derûdora xwe ne.
Ez naxwezim di derheqê însan de pir serê we biêşînim û dîsa dixwezim bizivirim serencama xwe.
Rojekê gelek baran barî, her der ber şilî û şepeliyê ket. Berf heliya û lehî ra bû. Ez dîsa qulipiyam dilopek av. Dema bi avê re gihîştim neqewekê êdî pê hesiyam ku tenê herikandin dikare min bigihîne armanca min. Divê ku hûn bi mereq ji min bipirsin; ma gelo armanca te çiye?
Bi rastî min pir bîra behrê kiriye. Dixwezim dîsa bizivirim û bibim behr. Ji min re aşîkar bû ku ez di behrê de behr bûm. Kengê ez ji behrê veqetiyam bûm dilopek av. 

Stuttgart, 18.03.2019

Dienstag, 19. Februar 2019

Jiyan bê Pirsgirêk nabe!


Her mirov xwediyé daxwezén xwe ye. Divê ku mirov daxwezên xwe bi şêweyek baş bîne ziman û ji bo wan hewlbide. Em pir caran tenê bi lévkirina daxwezan qîma xwe tînin û dixwezin ew tişt bidû lêvkirina me biçe serî. Lê tecrûbeyên rojane nîşan didin ku daxwez wusa naçin serî. Dema mirov tiştek xwest divê wî neavéje baş guhén xwe û ji bo wî kar bike. Xebat ji bo pêkanîna daxwezê girîng e. Lê aliyekî xebatê ya derûnî ji heye. Em di van rojên nûjen de pir caran ji aliyên derûnî nahesin an jî nabînin.

Di jiyana li serê erdê de qîmet û tama daxwezan zêdetir girédayiyê hevce, ked û zehmeta mirov e. Hinek tişt ji bo domandina jiyanê divê hebin. Li ser hewcebûna wan pêwist nîne ku mirov muneqeşe bike. Lê tenê hewcebûn ji bo buhagiraniya tiştekî qîma mirov nake. Ked û zehmeta ku mirov ji bo destxistina wî tiştî xerc dike jî girîng e.

Hinek kes dixwezin her tiştên ku ew dixun û vedixun zêdetir tamê bigirin. Lé nizanin ku ked û zehmeta ji bo destxistina wan tiştan jî li ser tama wan xwedî bandor in. Mirovên dixwezin li derudora wan durist û paqij bin, divê para xwe jî bînin ber çavan. Dema mirov mesûliyeta xwe zanî û li hember qiréj û neheqiyé derket jiyana xwe watedartir dike û guhertinan kêf û zewq digire.

Belê, jiyanek bi mesûliyet jiyanê watedartir dike. Dema haya mirov ji mesûliyetên wî tunebû ji jiyana wî jî nabe. Mesûliyet mirovan hayîdar dike. Mirov çiqas hayîdar be, weqas jî biderd dibe. Heta mirov biderd nebe bi dû dermanan nakeve. Bi dû ketin ji bo destxistiné hewldan e, di cîhé xwe de rabûn e, zehmet kişandin e, ji sedeman re karketin e.

Bi şoreşa sanayiyê/pêşesaziyê re li serê erdê îmkanên/derfetên însanan zêde bûn. Bi pêştveçûyîna teknîkî re pir derfetên nû derketin holê û hîn jî berdewam in. Lewma pir kesan hêvî kir ku kêmasiyên jiyana li serê erdê bi van derfetên nû çareser bibin û jiyanek asan ji her kesî re ava bibe. Lewma rewşenbîrên dema nûjen ji mirovan re soza bihuştek li rûyê erdê dan. Wan bawer kirin ku bi destxistin û péştvexistina teknîké re derfeta jiyanek asan a mîna jiyanek gor salixdanên bihuşté li serê erdê mimkûn bibe. Lé wusa nebû. Mirov dikare di vî warî de curecur şiroveyan pêşkeş bike. Her şiroveyek dibe ku rastiyeke derbixe holê. Lê dîsa jî mijar bi temamî nikare bê ravekirin/îzahkirin.

Di vê çarçoveyê de dixwezim bala we bikişînim li ser noxteyeke. Tecrûbeyén rojane nîşan didin ku însan li gor jiyana li seré erdé tu car nikare demek dirêj ji sedî sed jiyana xwe razî bibe. Mirov di mercên herî baş de bije jî bi dû demeke re hewcedariya guhertinan dibîne. Her guhertin hewldanek e. Divê mirov bi hewldanan zehmeté bikişîne ku tam û zewqa bi dû zehmeté re derdikevin holé bihese û bije. Va qeydeyek bingeha domandina jiyana li serê erdê ye.

Dema em vê rastiyê bi gotinek din bînin ziman, dikarin wusa bibêjin. Li serê erdê jiyanek asan a mîna bihuştê ji aliyê teorîk ve mimkûn be jî ji aliyê pratîk ve nemimkûn e. Pirsgirêk parçeyek jiyanê ye. Pirsgirêk ji bo hewldan û têkoşînê piwist e. Lewma mirov dikare bibéje ku pérsgiréka mirovén bé pirsgirék, tunebûna pirsgirékén wan e. Ango jiyan bé pirsgirék nabe û tékoşîna ji bo çareserkirina pirsgirékan jiyané watedar dike. Dema mirov ji pirsgirékén xwe re mijûl nebe, ewê bi pirsgirêkên kesén din re mijûl be. Lewma di vê dema nûjen de desthilatdar bi raya medyayê pirsgiréken xwe pêşkeşî mirovan dikin û dixwezin zêdetir kes li wan xwedî derbikeve. Ew bi vê şêweyê mirovan dixin bin bondora xwe.

Dema mirov ji pirsgirêkên xwe xwedî dernekevin û bi çareseriya wan re mijûl nebin ewê di demek kin de ji aliyên desthilatdaran ve werin dorpeçkirin. Êdî ev kes derhiş mijûlkerê pirsgirêkên desthilatdaran in.

Stuttgart, 17.02.2019

Dienstag, 5. Februar 2019

EŞQ Û ŞIK


Bi salan bû çîrokvana/ê min ji min re çîrokên biratiyê dirist û tewnên rengareng dardixist. Hişê min di cîh de, çavên min vekirî bûn. Lê dîsa jî min pir tişt nedidît, nedibihîst û tênedigihîşt. Ji ber ku ez bi eşqa çîrokên wê/î hatibûm dorpeçkirin. Lewma tê gotin ku “eşq mirovan kor dike.” Eşq tişteke pir bedew e. Ji ber vê bedewîtiya wê mirov pir caran hişê xwe wenda dike û dibe dîn û dur.

Di jiyanê de derî rastiya jiyanê her tişt zû û dereng bi dawî ye û bandora xwe wenda dike. Dema dilê min êdî bi çîrokan qîma xwe nekir û hayîdarê rastiya jiyanê bû, bandora eşqa çîrokan a li ser min ji holê ra bû. Baweriya min a bi biratiyê re bi biratiyek xapînok hat kuştin. Di vê rewşê de ez şilf û tazî bi xwe re mam. Dilê min ê şikestî nerazîbûna xwe ji min re diyar kir. Îcar jî di cîhê eşqa çîrokan de şikekî zêde di hiş û dilê min de cîh girt û hemû laşê min da ber xwe.

Nizanim tiştek wusa gelo hat serê we an na?! Lê xwezî tiştek wusa nehata serê min. Çîrok û tewna rengarenga ne rast ji mirov re çiqas xapînok bin, şikên bêserûbin jî weqas xapînok in. Şik mîna jenga ku bi hesin dikeve, hêdî hêdî mirovan dorpeç dike û dihelîne, bi demê re dike dîn û dur. Di vî warî de eşq û şik birayên hev in. Lewma lazim e ku mirov ji xwe re rêyek navîn bibîne. Rêya navîn rêya herî li nêzik a rastiya jiyanê ye.

Li ser rêya navîn mirov carna tama eşqê, carna jî giraniya şiphê dije. Lê xwe ji wan nade dorpeçkirin. Di demekê şund de dizivire li ser rêya xwe û gor hêviyên xwe xeyalên xwe yên paşerojê vediçine û dihune. Daxwezên xwe yên rojane her dem li ber çavan digire. Dizane ku dîwarê ku digihîne hêvî û daxwezan bi kevirên piçûk ên ji kirin û serpêhatiyên jiyanê tê lêkirin, rê û dirbên dirêj bi gava yekemîn a piçûk dest pê dike û bi gavên berdewam ên piçûk qut dibin.

Ji jiyanê têgihîştim ku jiyan bê eşq û bê şik nabe. Lê eşq û şik a bêserûbin mirovan dîn û dur dike.


Stuttgart, 04.02.2019

Mittwoch, 9. Januar 2019

Mirovên Nezan Zêdetir ji xwe Bawer in


Gotinek galerî ye, dibêjin; „Mirovê nezan pir bi cesaret e.“ Em dizanin ku gotinên galerî ên bi salan tên gotin li ser tecrûbeyan hatine avakirin. Ango xwedî rastiyek bi tecrûbî ne. Ger ku wusa nebûya weqas nedihatin dubarekirin û di demek şûnd ve dihatin jibîrkirin.

Du derûnînasên Amerîkî bi navên David Dunning û Justîn Kruger di sala 1999an de dixwezin lêkolînekê darbixînin. Ma gelo têkiliyek di navbera zanîn û ji xwe bawerbûnê de heye an na? Bi pirsên testên cure bi cure dixwezin xwendekarên Zanîngeha Cornellê di warê ramîna/hizirîna mantiqî û gramatîkê/rêzimaniyê de bicêribînin. Di her cêribaniyê de eynî encam derdikeve holê: Mirovên bersivên wan ne di cîh da ne xwe zêdetir serkeftî dihesibînin. Xwendekarên ku zêde jîr jî xwe kêmtir serkeftî dibînin. Ango di encama lêkolînê de aşîkar dibe ku mirovên nezan di derheqê qabîliyet û ji xwe bawerbûnê de xwedî gumaneke mezin in. Ji vê tesbîtê re Efekta Dunning-Kruger (Bandora Dunning-Kruger) tê gotin.

Ev tesbît di serî de ji mirov re hinekî çewt tê xuyakirin. Lewma di wî warî de behsa çar merhaleyên xapînok tên kirin. Dema rastiya mirov û gumana mirov hevûdin negire çewtî heye. Ew çar merhaleyên xapînok ên tên diyarkirin  bi kurtayî wusa ne:

1.  Mirovên bê qebiliyet birêkûpêk jêhatîbûna xwe dinitirînin. (Merhaleya 1.)
2.  Ew kes muqtedîr/desthilatdar nînin ku çarçovaya qebiliyata xwe têbigîhînin. (Merhaleya 2.)
3.  Lewma ev kes nikarin qebiliyata xwe pêştve bibin û berfireh bikin. (Merhaleya 3.)
4.  Ev her carê qebiliyeta kesên ku li ser van re ne, ji xwe kêmtir dihesibînin. (Merhaleya 4.)
Şirovekirina tespîtên jorin ên van herdu pîsporan dibe ku ji aliyên pir kesan ve zêde populer jî werîn dîtin. Lê dema mirov hinek mînakên rojane bikare bîne ber çav, bi rastî jî dikare çewtiyên wusa yên ji aliyê piraniya mirovan ve tên kirin, bibîne. Di jiyana me de jî çewtiyên wusa yên derîhiş ên ji aliyên me ve tên kirin hene. Dema mirov li ser çewtiyên xwe yê wusa kitekit hûr û kûr bisekine, dikare ji wan hinekan bi xwe jî tespît bike. Sedemek nehesandina çewtiyên wusa edet û xûygirtina tiştên wusa ne. Dema mirov di demek dirêj de bi tiştekî re rabe û rûne edî ew tişt çiqas normal nebe jî di çavên wî de dibe tiştekî normal. Da ku ev mijar baştir were têgîhiştin van mînakên rojane di malpera înternetê de wusa hatine pêşkeşkirin:
-    Piraniya ajovanan/şofêran bawer dikin ku ev ji piraniya ajovanan baştir ajovan in.
-    Piraniya alîgirên  taximên/tîmên futbolê ji aliyê rêwaziyê/taktîkê de xwe ji rahêner/antrenor û menecerên taximên xwe zîrektir û baqiltir dihesibînin.
-    Piraniya dengdêran/hilbijêran ji xwe bawerin ku ew ji siyasetvanên li welatê xwe baştir dikarin karên siyasetê birêvebibin.
-    Pir kesên li ser facebookê aktîf in nikarin rastiya jiyanê û tiştên li ser facebookê tên weşandin ji hevn cuda bikin.  Ew ji xwe bawer in ku her raman û rexneyên wan di cîh de ne.
Bi kurtayî: Zanîna nîvço û nezantiya mirovên nezan di warên ji xwe bawerbûn û cesaretê de wan zêdetir teşwîq dike. Zanîna mirovên zanyar jî di warê ji xwe bawerbûn û cesaretê de zêdetir dibe sedema miqayîtbûnê.

Mirov nikare hemû agahiyên ji derûdora tên bîhistin û dîtinê têbigîhîne. Her kes bi şiklekî derîhiş xwedî parzûnekê/fîltrekê ye. Ew parzûn bala wî dikişîne li ser tiştên ku ew pê re mijûle û ji bo xwe girîng dibîne. Zanebûn û nezanî, bi tecrûbebûn û naşitî li ser kapasîteya/zerengiya vê parzûna mirov de xwedî bandorek mezin e. Mirovên nezan û nîvçozan ji parzûnên xwe nehaydarên pir tiştên hûrgiliyên zîz/hessas in.

Di ragîhandinê de qasî bilêvkirina bêjer/gotindar têgîhiştina guhdar jî girîng e. Lewmaye ku eynî gotin ji aliyên her guhdarvaneke ve bi awayekî tê têgîhiştin. Perwerî û tecrûbe dîtin û têgîhiştina mirov berfireh û kûr dike, mirov zêdetir bi hûrgilî dinêre û dibîne.

Ango mirov dikare bibêje ku mirovên nezan rîzîkoya gotin û kirinên xwe nikarin bi hûrgilî û berfireh bidin ber çavan û texmîn bikin. Lewma ji xwe zêde bawer in û tiştên xwe mezintir û girantir tînin ziman û dikin. Mirovên zana jî ji ber ku berfireh û hûrgilî dinêrin zêdetir xwe şund ve dikişînin û gor kesên nezan kêmtir ji xwe bawer in.

Stuttgart, 07.01.2019, duşem


Çavkanî: https://karrierebibel.de/dunning-kruger-effekt

Donnerstag, 20. Dezember 2018

Bandora Zimanê Zikmakî


Carna mirov di demek dirêj de bi mijarekê re mijûl dibe, dixweze li ser wê mijarê nivîsekê berhev bike. Dem diherike, wext derbaz dibe, lê nivîs dernakeve holê. Carna jî mirov mîna çeqandina birûskê li ber sedemek bê plan û bê program li ber kompîtûrê rûdine û nivîsek berfireh derdixe holê. Nivîsandin ji bo min tiştek ji gor xwestina min bimeşe nîne. Ger hizir û hestên min xwe dabigirin û êdî di laşê min de hilneyên, min biguvêşînin ku nivîsek li gor dilê min were hunandin.
Li vir pêş deh rojan min nivîsa kek Îkram Ogûz[i] ya di malpera NAVKURDê de xwend. Bala min kişand ku bi kurdî xwendin û nivîsandin ji bo hinek kesan bi qasî nan û avê bûye bingehiya jiyanê. Ji bo zimanên din dibe ku tiştek wusa ne pir bi ecêb e. Lê mixabin tiştek wusa roja îroj ji bo zimanê kurdî ecêb tê dîtin. Em çi bikin, va jî rastiyek me ye.
Roja ku min ev nivîs xwend, ji wê rojê vir ve di mêjoyê min de mijara zimanê kurdî dilivê û nerehet dike. Xwe û zimanê kurdî li ber hev re dibim û tînim, di jiyana xwe de zimanê xwe yê zikmakî hildigirim û datînim. Ango mijar mi rehet nahêle, dixweze were vegotin, nivîsandin. Va jî ji bo nivîsandinê sedemek herî baş e. Lewma li ber Kompîtûre rûniştîm û ji we re rêzên xwe berhev dikim.
Di sala 20012an da min nivîsek[ii] xwe de serenceya xwe û zimanê xwe yê zikmakî bi kurtayî haniyê ziman. Min heta heftsaliya xwe bê kurdî zimanek din nedizanî. Me kurdî di malê de bi devkî hin kir û peyîvîn. Xwendin û nivîsandina bi zimanê kurdî ji bo me tiştek bê derfet bû.
Di dibistanê de zimanê tirkî ket nav jiyana min. Tirkî mîna lesara/lêhiya avê ez di her alî ve, ango bi xwendin, nivîsandin û peyîvandinê dam ber xwe. Herî dema min a xwendevaniyê dirêj bû, zimanê tirkî jî ez dorpeç kirim. Îmkana/derfeta axaftina zimanê kurdî di bajaran de roj bi roj ji me hat asteng kirin. Li Stembolê di salên zanîngehê de tirkî êdî zimanê min ê 24 saetan bû. Kurdî bi nav re bi çend hevokan an dihat axaftin an jî nedihat. Di van salana de tenê guhdarîkirina mûzîka kurdî ji bo nefetisandina zimanê zikmakî derfetek girîng bû.
Di navbera zimanê zikmakî û zimanên ku bi dû re hatine hinkirin de cudahiyek mezin heye. Ev cudahiya ji aliyê perwedekar û derûnînasan ve cûrbecûr tê diyarkirin. Min ev gor têgihiştina xwe di nivîsa xwe de wusa berhev kiriye: “ Zimanê zikmakî ne tenê ziman e. Ew çavkanî, an jî em bibêjin bîra ramanên, hesteyên/hîsên, nêrînên, rexneyên, rabûn û runiştinên mirov e. Dema zimanê zikmakî baş nehat hînbûn her dem aliyek mirov vala dimîne. Em hemû kurd vê kêmasiyê dikişînin. Kurdên ku bibêjin: “Na em vê kêmasiyê nakşînin” bi qinaeta min kêmasiyên wan ên din hene ku haya vê kêmasiyê nînin.“
Mirov çiqas zêde zimanan bizanibe weqas baş e. Her ziman pencereyek nû li ber mirov ve dike. Pir kurdên ku xwendin û nivîsandinê nizanin, bi tekiliyên cîranên xwe yên ne kurd re hinî 2-3 zimanan dibûn. Ew ziman ji bo wan derfetek mezin bû. Lê xwendekarên kurd ên di dibistanên Tirkiyê de bi hinbûna zimanên tirkî nebûn xwedî derfet. Ew zêdetir ji wan re bû astengî. Jiber ku ew têkiliya bi tirkî re ne bi şiklekî însani, mixabin bi şiklekî metînkar hat darxistin. Dema em rewş û pirsgirêkên keseyeta kurdan dinêrin, dibînin ku zordestî û qedexekirina li ser wan di laş û giyanên wan de birînên kûr û fereh peyda kirine. Min bondora ev çewtiyên dibistanên Tirkiyê ên li ser zarokên kurdan di nivîsê de wusa bi kurtahî berhev kiriye:
 „Çewtî bi pêvendiyên me yên bi tirkî re derketin ortê/holê. Raste, mielîmên/mamosteyên me kurd bûn, lê mêjoyên wan tirk. Bi rastî mêjoyên wan çiqas tirk bû wî jî nizanim. Mêjoyek bi destê zor û zilmê were kedî kirin çiqas dikare bibe tirk, kurd an jî tiştekî din? Demekî dû re mêjoyê me jî şêlû bû. Em bi navê perwerdeyê dihatin kedî kirin. Heywanekî vehşî çer tê kedî kirin em jî wer dihatin kedî kirin. Çi tiştên me hebûn, hemû xirab bûn, ger me ew terk bikira. Çê tiştên wan jî hebûn ger me bigirta, ew hemû baş bûn. Di navbera herro û merro de em çûb hatin. Hinekên me bûn herro, hinekên me jî bûn merro. Lê hinekên me jî qet nebûn tiştek. Qet tiştek nebûn jî dibû ku bihatana qebûl kirin. Lê em bi wê jî neman. Hinekên me bûn bela. Bûn belayên destên dijmin, bûn belayên malbatên xwe, bûn belayên serên xwe.“
Mirov bixweze jî nexweze jî di bin bandora şert û şûrtên tê de dijîn de dimîne. Tu kes nikare bibêje ku ez kuderê dibim bila bibim ferq nake, nayêm guhertin. Neguhertin jî şaşitiyek û kêmasiyek e. Lê kuderê dibe bila bibe ger guhertin ji aliyê mirov ve û li ser bingehiya wî bê ava kirin ku di kesayeta wî de çewtiyên mezin û kûr dernekevin holê, ji bo wî nebin bargiranî û astengî.
Dem îlona sala 1989an e. Ez êdî li Elmanyê me û dixwezim hinî zimanê elmani bibim. Dema di serê xwe de ji wateya peyvek elmanî dihizirim di pêşt de, dema kurdiya wê bizanim, peyva hembera wê ya kurdî tê bîra min. Va tecrûba min serûbin dike. Ma peyvên ku bi salan e ji aliyê min ve nayên karanîn çitor dikanin bi bez û lez ji min re alikariyê bikin? Dû re xwendina min a di warê pedegojiyê de bersiva vê pirsa min da. Bi demê re pê hesiyam ku zimanê zikmakî aramiyekê dixîne dilê min û dibe merhema kul û keserên min. Min çiqas zêdetir xwe bi zimanê xwe yê zikmakî îfade kir û bi vî zimanî re rabûm û rûniştim weqas xwe nas kir. Lewmaye ku zêdetir raman, nêrîn û hestên xwe bi vî zimanî pêşkeş dikim ku zêdetir ji xwe re bibim heval.
Mirovê xwe nas neke ji xwe re di şer da ye.

Hesen Polat, 19.12.2018, Stuttgart


Mittwoch, 14. November 2018

Meleyê Meşhûr, Ango Xoce Nisreddîn


Çîrok û meselokên di zimanê Tirkî de li ser navê Xoce Nisreddîn tên pêşkeşkirin û vegotin li hinek dewerên Kurdîstanê bi navê Mele Nisreddîn bên gotin jî di çanda kurdî de zêdetir li ser navê Meleyê Meşhûr cîh digirin. Dixwezim di destpêkê de di derheqê Mele Nisreddîn de hinek agahiyan bidim hev, dûra jî çîrokek wî pêşkeşî we xwendevanên hêja bikim.
Her çiqas tirk Xoce Nisreddîn mîna mirovekî tirk binasînin jî di vî warî da agahiyên bingehî tunin. Mîna ku mirov nikare di sedî de sed bibêje Mewlana Celaleddînê Rûmî tirk e, nikare di derheqê Xoce Nisreddîn de jî îdîayek wusa bîne ziman. Çîrok û meselokên tirk bi navê Xoce Nisreddîn dizanin, li Çînê heta Anatoliyê tên vegotin. Bi tirkiya rojane dibêjin Nasrettin Hoca, di cîhên ku farisî tê axaftin (Îran, Efganîstan û Tacikîstan) de dibêjin Mollah Nasreddin an jî Mola Nasroddin. Bi azerî Molla Nesreddîn tê gotin. Di Qazakîstanê dibêjin Xoca Nasir. Îngûr dibêjin Efendî Nesîrîdîn, lewma çînî jî jê re Afantî dibêjin.[i]
Gorna ku bajarê Akşehîra Konyayê ya bi navê Tirba Xoce Nesreddîn tê zanîn, ew li ser agahiyên Ewliya Çelebî hatiye tesbîtkirin. Lê ev agahiyên Ewliya Çelebî  ji aliyên rastî û nerastiyê de pir jî zanistî nînin.[ii] 
Dema mirov tiştên ku di nav gel de yên bi navên Xoce Nisreddîn tên vegotin dinihêre, pê dihese ku hemû gotin ji aliyên mirovekî ve nehatine gotin. Jiberku di navbera wan de çewtî û nakokî derdikevin holê û hinek gotin gor deweran diguherin. Lewma tê gotin ku di demê re li nav gelan de li ser navê Xoce Nisreddîn, ango Melayê Meşhûr gotin hatine zêdekirin.[iii]
Niha li jêr çîrokek wî ya meşhûr pêşkeşî we dikim:

Meleyê Meşhûr û Lawê Xwe!

Meleyê Meşhûr û lawé xwe rojekê tiştên xwe yên firotinê li kerê xwe bardikin, diçin bazara  bajêr û difiroşin. Dû re gor hewceyiyên xwe tiştan dikirin, li kerê xwe bardikin. Kerê barkirî didin pêşîya xwe û berê xwe didin rêya malê.
Di rê da çend mirov rastî wan tên. Piştî silav dayînê re ew mirov ji hevûdin re wusa diaxifin:
-   De ka ji xwe re li van bêhişan binêrin, çi mirovên xêvik hene lo. Ker dane pêşiya xwe û ew bi xwe bidû kerê re peyatî diçin. Fêm nakin ku li keré siyar/sîwar bibin.
Meleyê Meşhûr dema ku gotinên wan dibihîse, hinekî aciz dibe û serê xwe dihejîne. Lê i ber xwe de wan hinekî mafdar jî dibîne û jii lawê xwe re dibêje:
-   Kurê min, bi rastî camêr di gotin^n xwe de neheq nînin. Ka Kerê bide sekinandin û emê lê siyar bibin.
Lawê wî kerê dide sekinandinê, bav û law bi hev re li kerê siyar dibin û rêwîtiya xwe berdewam dikin/didomînin. Pir an hindik diçin, dîsa rastî çend mirovan tên, silavê didin hev û derbas dibin. Bi derbasbunê re ew jî ji hevûdin re dibêjin:
-   Çiqas mirovên bê însaf in, herdu bi hevra li kerê neçar siyar bûne. Ma mirov ji evdan şerm nakin, ma ji Xwedê jî natirsin? Hewqas bê ujdanî nabe lo!
Melayê Meşhûr gotina wan jî dibihîse. Bi dilekî şikestî û bi hestên sûcdarî bi awayek şermok ji lawê xwe re dibêje:
-   Kurê min, tu dikarî ji kerê peya bibî û peyatî li pey me bimeşî? Ciwanmêr jî rast dibêjin. Ker guneh e, dibê ku heywan ji barê xwe yê giran westiya be.
Lawê Xoce ji kerê peya dibe. Xoce bi siyarî, lawê wî bi peyatî di rê li pey hev de dimeşin. Wextekî şunda dîsa rastî çend mirovan tên. Piştî silav dayîn û girtinê re, ji wan kesan yek hevalên xwe re dibêje:
-   Ev mirov çiqas bê însaf e û ji temenê xwe jî şerm nake. Bixwe li kerê siyar bûye û ev zarokê belangaz jî peyatî dû kerê hiştî ye.
Meleyê Meşhûr ji gotinên rêwiyan dîsa aciz dibe. Piştî demek kin ew bi xwe ji kerê peya dibe. Lê bi hişekî tevlihev û bi sed pirsên bê bersiv, lawé xwe li kerê siyar dike. Dû ra di ber xwe de bixwe ji xwe re dibêje:
-   Ez hêvîdarim ku êdî kes di rê de rastî me nebe. Ez êdî naxwezim îro lome û rexneyekê din bibihîsim.
Bav û law rêya xwe didomînin. Rêya wank in,mal jî êdî nêzik bûye. Mele hinekî kêfa xwe tîne û bi wê kêfê re dikeve nava xewn û xeyalan. Law ji dûr ve dibîne ku çend kes ber bi wan ve tên. Ji nişkava diqêrê û ji bavê xwe re dibêje:
-   Bavo, bavo çend kesên din dîsa bervî me tên!
Mele weke ku biroşek ava cemidî li serê wî de birijînin hevdiceniqe. Ne rêyekê din dibîne, ne jî dikare rêya xwe biguherîne. Di dema rasthatinê de, piştî silav dayinê re  ji wan mirovan yek dibêje:
-   Ev xort çiqas bê çav û bê rû ye. Bi xwe li kerê siyar bûye, bavê wî yê kal peya ye. Ev elemetên qiyametê ne. Xweda dawiya me bi xêr bike!
Melayê Meşhûr edî nikare xwe bigire. Weke di rojekê de çar demsalan bije, hişê wî bêtir tevlihev dibe. Hinekî berxwe dide û li ser van bûyerên ku li wan qewimîne ji kurê xwe re çend şîretên buhagiran tîne ziman. Li ser aliyê lawê xwe ve dizivire û van şîretan dike:
-   Kuré min, te bi xwe jî dît, di demeke kin de çi hat serê me! Mîna ku mezinên me gotin e „Devê xelkê doxîna mirov nîne ku mirov bi hesanî bigire“. Tu çi bikî jî nikarî hemû mirovan razî bikî. Her kes gor xwe dikare di gotin û kirinên te de kêmasiyekê bibîne û rexneyên xwe diyar bike.  Lawê min, tu hertim li dilê xwe guhdarî bike û gor daxweza dilê xwe tevbigere. Bese ku dilê te ji tevgera te razî be!

Berhevker: Hesen Polat, 11.11.2018, Stuttgart



Sonntag, 7. Oktober 2018

Kirde û Tecrûbe


Nivîskarê tirk ê navdar Orhan Pamuk romanek xwe bi hevoka, „Min kitêbek xwend, jiyana min guherî“ dest pê dike. Bi rastî jî kitêbên jiyana mirov biguherînin kêm nînin. Ez dikarim bibêjim; hinek kitêp hene dinyayê diguherin. Ger bê zanîn ku ne kitêb bi xwe, ew kesên ku wan kitêban dixwînîn, ji xwe ra ders û şîretan hildigirin; bi tevger û kirinên xwe dinyayê diguherînin. Ango kesên kitêb dixwînin ger di serî de xwe biguherînin. Dû wan guhertinên xwe dikarin li ser derûdora xwe tesîr bikin, mirovan ra bibin mînak û rêber, bibin sedemên guhertinên mezin.
Dema behsa tevger, kar û guhertinan hat kirin zêdetir guhertinên mezin bala mirov dikişînin û li ser wan tên axaftin. Mixabin tu tiştên mezin di carekê da dernakevin holê û girêdayiyê tiştên piçûk in. Ango tiştên mezin û girîng di dawîya pêvajoyek bi tiştên piçûkan kêl bi kêl hatine hûnandin, diqewimin. Lewma tê gotin ku „mesafeyên dirêj bi gavên piçûk tên girtin.“ Mirovên qîmeta gavên piçûk nezan in û tu gav nevêjin, ewê tu car nikarin bigîhêjin armancên xwe. Dema mirov tiştekî bixweze, divê ji bona wî tiştekî bike. Kirinên piçûk, yên mezin ji xwe ra tînin û mirovan pêşt ve dibin. Tenê bi xwestinê tu tişt neçûye serî û ewê nere jî.
Armancên teorik bi serê xwe pirîcaran dibin sedemên di cîhê xwe da mayîn. Mirov mesafeya di navbera xwe û armancê da ji ber xwe ra tîne, dikeve di nav tirs û xofê. Teorî di vî alî da tiştek nerênî ye. Divê ku bi tevger û kirinan, ango bi pratikê were piştgirî kirin. Her gavên piçûkê li ber armancê asoya mirov berfireh, şewq û motîvasyona mirov jî pêşt ve dibe. Dema mirov derfetên xwe yên rojane, çi piçûk çi mezin, ji aliyê pratîkê va îhmal nekir, ewê bi ser bikeve.
Di kultira rojhilat da pirîcaran ji bona guhertinan takes wer dizanin ku hewcedarîya tevger û kirinên wan nîne, xwe paşt ve dixin û zêdetir pasîf dimînin. Gor vê rewşa nerênî tiştên diqewimin pirîcaran dijî xwestinên wan in. Ji bo tevgerê li benda rêberan dimînin û derfetên xwe heba dikin. Rast e, her tişt li gor tevger û kirinên mirovan nare serî. Lê mixabin tevger û kirinên mirovan jî tu car bê bandor nînin. Takekes zêdetir hêvîdarin ku daxwazên wan ji aliyên mirovên ew li bendê ne werin kirin. Lê dema mirov bi xwe tiştek nekir li ba wî tiştekî gor xwestina wî jî naqewime. Mirov bi tevger û kirinên xwe di serî da xwe diguherîne. Dû re jî li ser derûdora xwe tesîr dike. Kirde/fail bi tevger û kirinên xwe dibe navîna guhertinan. Dema mirov bi xwe tiştek nekir û benda kesan ma ewê ji aliyên  kesan va were guhertin. Ango ew bi xwe êdî kirde nîne, berkird e /obje ye. Qanûna guhertinê wusa ye.
Mirov mexlûqek bi lez e, dixwaze netîceya hemû tevger û kirinên xwe di demek kin da bibîne. Lê va bendewariyek nerast e. Tiştên bandora wan di dest da tên dîtin, tiştên rojane ne û bondora wan jî zêde nadome. Lê tiştên bondora wan pişt demek bihurtî va derdikevin holê, zêdetir xwedî bandorek bidom in. Çi dibe bila bibe, ango tu tişt badihewa nîne û xwedî bandorek e. Dibe ku mirov hayjê wê bandorê nebe.
Dixwazim bala we bikişînim li ser kirdeyê tevger û kirinan. Em dizanin ku ji bo mirovan tecrûbe tiştek pir balkêş û girîng e. Dema mirov bê tecrûbe be, jiyan zêdetir dibe barê giran. Mirov çiqas xwedî tecrûbe be, weqas jî dikare ji jiyanê îstifade bike, jê zewq bigire. Ji bo hilgirtina tecrûbeyan jî ger tevger û kirin hebin. Mirov pirîcaran dixwazin ji tevger û kirinên kesên din ji xwe ra tecrûbeyan hilbigirin. Lê mixabin va tiştekî zehmet e û pirîcaran cîhên tecrûbeyên şexsî nagirin. Lewma hatiye gotin ku „musîbetek ji hezar nesîhetî çêtir e.“ Hinek dikarin bibêjin; ma musîbet çer dikare çêtir bibe?
Ez jî dixwazim bala we bikişînim li ser vê mijarê. Mirovên bi tevger û bi kirin her dem bi tiştekî re kardikevin, bi van tevger û kirinên xwe tecrûbeyan hildigirin. Her çiqas mirov bixwaze bi tiştên serkeftin ra tecrûbeyan bistîne jî pirîcaran wusa nabe. Em dizanin ku di jiyanê da her dem her tişt gor xwestina mirov nameşe. Ew tişt dijî daxweza mirov bimeşe jî ew tevger û karên wî badîhewa nîne. Mirovê bi wî tiştî ra karketiye û xwestiye bibe serî hinî tiştên nû bûye, tecrûbe hilgirtiye. Va bi xwe ji bo wî tiştekî erênî ye. Ango ew kes di vê pêvajoyê da bûye xwedî tecrûbe. Bi wan tecrûbeyan ewê baştir bikare başî û nebaşiyên xwe tesbît bike, ji xwe ra şiretan jî hilbigire. Dema ew carek din tiştekî wusa bike zêdetir dikare bi ser bikeve. Van aliyên tevger û kirinan bi serê xwe ji bo kirde qezencek mezin e.
Mirovên xwedî tecrûbe ji bo paşerojê zêdetir amade ne û rengên daxwazên wan jî wê zêdetir xwe bidin der.
Stuttgart, 04.10.2018, Pêncşem