Mittwoch, 15. August 2012

Hêza Edebîyatê

Min li vir çend rojan peşt ve kitêbek Cengîz Aytmatov, bi kurdî, „Evîna Cemîlê“ xwend. Kitêb ji alîyê Nacî Kutlay ve hatîye wergerandin. Li ser kitêbê nehatîye nivisandin ku ji kîjan zimanî hatîye wergerandin. Li gor pêşgotina kitêbê, ya ji alîye Louîs Aragon ve hatîye nivisandin, mirov dikare jê derbixe ku kitêb ji fransî hatîye wergerandin. Sernivisa pêşgotinê wusa ye: „Çîroka evîndarîyê ya herî xweş. Parîs, 30 Adar 1959“.
Kitêb ji çîrokêkê pêk tê û navê xwe jî ji wê çîrokê digire. Çîrok bi xwe çîrokek balkêş e. Li vir naxwezim li ser çîrokê zêdetir bisekinim. Zêdetir dixwezim li ser pêşgotina Louîs Aragon bisekinim. Çima? Ji xwe mijara vê nivisê jî bi xwe bersiva wê pirsê ye.
Cengîz Aytmatov niviskarekî qirxizî ye. Birêz Louîs Aragon dinivisîne ku wî bi xwe va çîroka ji zimanê ûrizî wergerandîye zimanê xwe, lê ew çîrok ji qirxizî wergerandine ûrizî. Tê xuyakirin ku çîrok qirxizî hatîye nivisandin, dû re wergerandine ûrizî, birêz Louîs Aragon wergerandîye fransî û birêz Nacî Kutlay jî wergerandîye kurdî. Ango çîrok ji çend bêjingan re derbaz bûye. Dîsa jî çîrokek baş e, xwendina wê salix didim. Kek Nacî Kutlay jî bi kurdîyek xweş wergerandîye.
Di derheqê edebîyatê û girîngîya edebîyata gelekî de em pir tiştan dibihîsin. Carna weqas tiştên gir û gerî tên gotin, an jî nivisandin ku mirov dibêje: „Ka edebîyata gelekî nebe ew gel bi xwe tiştek nîne“. Ma bi rastî jî edebîyat ji bo gelekî weqas pêvist e?
Raste, tenê bi edebîyatê gelek peyda nabe, lê gelekî bê edebîyat nuqsan e. Ez dixwezim dîsa vegerim/bizivirim pêşgotina kitêbê. Sal 1959. Reqabetek dijwar di navbera Yekitîya Sovyetê û Amerikayê de heye. Dunya bûye du parçê. Parçeyek ketîye bin mayeta Ûrizan, parçek jî bin mayeta Amerîkayê. Her alî xwe baş dibînin û alîyên din jî xirab. Di demekê wusa de Qirxizîstan bi xwe dewlet jî nîne, parçeyekê Yekitîya Sovyetê ye. Hebûn û tunebûna Qirxizîstanê û zimanê qirxizî wer xema kesî de jî nîne, di xema ewrûpîyên rojava de qet nîne. Feqet çîrokek niviskarek qirxizî bala niviskarekî fransizî dikşîne. Ew wê çîrokê werdigerîne zimanê xwe, wedişîne û jê re pêşgotinekê dinivise. Di pêşgotinê de hewldana xwe ya ji bona naskirina niviskar, welatê wî û cîhê çîrok di tê de derbaz dibe bi şiklekî zelal tîne ziman. Gor min va hewldanên birêz Louîs Aragon nîşanên hêza edebîyatê ne.
Edebîyat ne tenê ziman û çanda gelekî berfireh dike, wî gelî û çanda wî jî bi şiklekî baş û delal dide naskirin. Birêz Louîs Aragon gor şertên wê demê heyan ji destên wî hatîye xwestîye ku di derheqê Qirxizîstan û qirxizan de agahdar bibe, gor xwe lêkolîn çêkirine û xwestîyê çîroka vî gelî herî baş fêmbike. Bi matbûnek mezin xwestîye fêmbike ku, çer dibe niviskarek 30 salî (wê demê temenê Cengîz Aytmatov 30 sal e) dikare çîrokek wusa balkêş binivise?
Louîs Aragon dinivsîne ku: „Me di derheqa Qirxizan de çi zanîbû? Gelo em li ser vî welatî, ku di navbera Çîn, Tacikîstan û Qazakîstanê de cîhekî tenge, çi dizanin?  Bi saya serê Cemîlê em diçin wan deran, lê ew der dikevin kîjan alîyê Asyaya Navîn? … Dîsan ez bi tehrî bi edetên wan hesîyam.“
Gor dîtina min di van hevokana de hêza edebîyata gelekî xwe eşkere dike.
15.08.2012, çarşem.

Montag, 6. August 2012

Rocî/Rojî


Ewe ku rojaneyê dinivisînim, ger hinek zêdetir li ser mijarên rojane bisekinim. Lê em kurd zêdetir rojanetîyê mijarên sîyasî fêm dikin. Bi rastî ez jî heyan ji min bê naxwezim li ser mijarên sîyasî binivisînim. Mijarê rojane û ne sîyasî jî kêm ninin. Dema mirov bixweze dikare wan jî bibîne û di derheqê wan de jî binivsîne.

Îroj 19‘ê meha remezanê ye, yanê gor misilmanan meha rocîyê/rojîyê ye. Ez dixwezim di vê nivisê de li ser vê mijarê bisekinim. Bala we jî kişand ku min rocî û rojî ba hev nivisand. Sedemek wê heye. Bi kurtayî ji we re îzah bikim.

Di herema me ya Oxî yê de em nabêjin rojî, dibêjin rocî. Wexta em li nivisên bi kurdî dinirîn rojî tê nivisandin. Heyan ji dest min bê dixwezim devoka kurmancîya me ya Oxîyê di nivisên xwe de karbînim. Gor fikrê min va nişêtek dewlemendîya kurdî ye. Kengê kurdîyek standart derket holê emê wê demê zêdetir bi wê zimanê standart binivsînin.

Aşîkare ku zimanê kurdî heyan îroj bi devkî hat hinkirin û belav bû. Hêdî hêdî bi niviskî kurdî pêştve diçe. Heyan di dibistanan de nebe zimanê perwerdeyî ewê curecur were nivisandin. Pir kelîme/peyîv hene ku herem bi herem hinekî curetir tên îfadekirin. Ji wan yek jî kelîmeya rocîyê ye.

Di va rojên niha de dema mirov di derheqê mijarekê de tiştekî binivise û nexweze pir zanistî li ser mijarê bisekine di serî de malpera Wikipediayê dinêre. Min jî wusa kir. Rocî di wikipedia.org ê de rojî hatiye nivisandin û pir kurt malumat heye.

Nivisandine ku: „Rojî nexwarin û venexwarina tu tiştî ya ji bo demekê ye. Rojî di olên xiristiyan, cihu û bi taybetî jî di ola îslamê de tê girtin. Di ola islamê de bi taybetî di meha remezanê de tê girtin. Ji berbangê heyan avabûna rojê kesên rojîgir ti tiştî naxwin û venaxwin, cixareyê nakêşin û nakevin têkiliyên cinsî.“

Dû vê agahdarîyê naverokek hatîye danîn. Naverok wusa ye:

1.     Rojî li gorî ola Îslamê

2.     Di Êzîtîyê de rojî girtin

3.     Di Elewitiyê de rojî girtin

4.     Di Cuhitîyê de rojî girtin

5.     Di mezhep û olên din de rojî girtin

Di vê naverokê de tenê li binê beşa Îslamê de çend hevok hatine nivisandin. Li binê beşên din de tu tişt nehatîye nivisandin. Bi rastî ez bi xwe mereq dikim ku di Êziditîyê de rojî çer tê girtin. Dema kesek di wî warî de min agahdar bike ezê kêfxweş bibim.

Em vegerin beşa Îslamê. Li wir va rêzana hatine nivisandin: „Misilman rojiya xwe di meha Remezanê de digirin. Rojî girtin, şertek ji wan şertê misilmantiyê ye. Her sal heyvek rojî tê girtin. Rojî, di misilmantiyê de, ku di şevê de berî ku roj derkeve, pêş berbangê xwarina dawî tê xwarin û heta ku piştre roj derket û çû ava, êdî wê rojî were girtin. Di wê demê ku rojî tê girtin de, tiştên ku li gorî Îslamê heram in nayin kirin. Li gorî vê yekê, gotinên ne baş jî qedexe ne. Ku di nav du hêzan de pevçûn û şer hebe, di wê rojê de disekinê û an jî lev dikin û bi hev re aşîtîyê dikin.“

Min nexwest tenê bi va malûmatana qîma xwe bînim û dîsa di Wikipediayê de bi tirkî beşa oruç mêzîyam. Li wir pê hesîyam ku tirkan kelîmeya oruç ji kurdan girtine. Ji ber ku heyan niha gor tirkan kurd tunebûn û faris hebûn, wan va kelîma ji farisan girtine.

Li wir hatîye nivisandin ku kelîmeya „oruç“ di dema Selçûkîyan de ji farisan hatîye girtin. Dinivisîne ku: „Di farisî de peyva روجك rôcik hatîye girtin û mana wî rojane ye.” Lê çavkanî nehatîye danîn. Di Quranê de rocî bi kelîmeyên صوم savm ve صيام sıyam tên îfade kirin.

Pişt va agahîyan bala min kişand ku peyva rocîyê ji rojê hatîye girtin. Ji berbangê heyan êvarê, yanê bi roj xwerin û vexarinê dûrketin, rojî. Wê çaxê kelîmeya rocîyê ne bi tîpa „c“ bi tîpa „j“ nivisandin di warê koka kelîmê de duristtir e. Dîsa jî ez kelîmeya rojîyê gor devoka me rocî binivsînim.

Di Quranê de rocî ne tenê di ayetekê de, di çend ayetan de derbaz dibe. Di sûreya Beqere de, ayeta 183 an wusa ye: „Gelî ên bawerî anîne! Çewa rojî li ser ên berî we ferz hatîye nivisîn wisan li ser we jî ferz hatîye nivisîn. Hevî heye hûn xwe biparêzin-bitirsin.“

Nivis hinek dirêj bû. Lê hin di vê mijarê de pir tişt dikarin werin nivisandin. Dixwezim rojekî din di derheqê wê mijarî de hîn binivisînim.

06.08.2012, duşem

Samstag, 28. Juli 2012

Sal û Salname


Di destpêkê de heyan îroj însanan xwestine ku rojên serê erdê bi şiklekî bijmihêrin, hesab bikin. Ji bo hesabkirina rojan Xwedê dizane çend salname peyda bûne. Belkê hîn jî li serê erdê cure cur salname tên pêkanîn. Di jîyana min de niha 2 salname xwedî tesîr/bandor in. Ji wan yek salnameya mîladî, yek jî ya hîcrî ye.
Salnameya mîladî ji alîyên welatên ewrûpayî tê karanîn û hêdî hêdî li pir welatên serê dunê balav bûye. Salnameya mîladî gor rojê tê hesabkirin û ji dayîkbûna pêxamber Îsa dest pê dike. Wexta ez di binê nivisan tarîxê datînim, ew tarîxa gor salnameya mîladî ye. Hemû karên me yên fermî jî gor salnameya mîladî tên kirin. Yanê pêş 2012 salan hezretî Îsa hatîye dunê. Salên gor salnameya rojê tên hesabkirin 365 rojan pêk tên, demsal û mehên/heyvên xwe belû ne.
Salnameya hîcrî jî gor heyvê tê hesabkirin û bi koçkirina pêxamber Mihemmed dest pê dike. Salên gor salnameya heyvê tên hesabkirin jî 355 rojan pêk tê, heyvên xwe belû ne, lê demsalên xwe tune ne. Demsal gor hereketên rojê pêda dibin, wexta herekêtên heyvê bû pîvan edî mirov nikare behsa demsalan bike. Ji ber ku di salê de salnameya heyvê gor ya rojê 10 roj kêm in, sersala salnameya heyvê her sal 10 rojan pêştve tê. Lomaye ku misilman/bisilman her sal 10 rojan pêştve dest rocîya/rojîya xwe ya meha remezanê dikin û her sal 10 rojan pêştve êdîya/cejna xwe ya remezanê û hecê pîroz dikin.
Ji ber vê ferqêye ku wexta rocî girtin û wexta çûyîna hecê di 33 salan de carê dorê tîne ser dorê. Yanê îsal 1 ê meha remezanê rastî 20 ê meha tîrmehê hat. 33 salan şuve ewê dîsan rastî dawîya meha tîrmehê were. Sal din 10 rojan pêştve here û rastî 10 an jî 9ê meha tîrmehê bê. Îsal di 20ê mehê de mirovên misilmanên bawermend dest bi rocî girtinê kirin. Sala par di wê tarîxê de hîn 10 roj destpêka meha remezanê re mabû.
Em dizanin ku rojên havînê dirêj, şevên wê jî kin in. Hember wê jî rojên zivistanê kin, şevên wê jî dirêj in. Herî roja dirêj di 21 ê meha hezîranê/pûşperê de ye. Herî şeva dirêj jî di 21 ê meha berfanbarê/kanûnê de ye. Ji 21 ê berfanbarê heyan 21 ê hezîranê roj dirêj, şev kin dibin. Di 21 ê meha adarê de, yanê roja newrozê şev û roj dibin mîna hev. Ji 21 ê hezîranê heyan 21 ê berfanbarê jî roj kin, şev dirêj dibin. Di 21 ê meha îlonê/rêzberê de carek din roj û şew wek hev dibin. Lomaye ku rocî girtina misilmanan jî sal bi sal di nav rojên kin û dirêj de hereket dikin.
Gor salnameya hîcrî roj êvarê bi rojavabûyînê re dest pê dike. Lomaye ku roja pêncşemîyê wexta ro diçe ava roja ênîyê dest pê dike. Lomaye ku wê şevê re dibêjin êvara ênîyê. Me kurdan va heseba ji salnameya hîcrî, yanê gor hesabên dînî, yanê gor hesaba dînê Îslamê wusa qebûl kirîye. Lê mirov nikare bibêje ku dînê Îslamê tenê gor salnameya hîcrî, an jî em bibêjin gor heyvê hesabên xwe dike. Gor salnameya rojê jî hinek hesab tên kirin.
Mînak: Misilman her roj 5 wext nimêjên xwe gor hereketên rojê dikin. Zekatê jî di salê de carê, zanîna ez dizanim, gor sala rojê didin. Rocî û heca xwe jî gor salnameya heyvê dikin.
Pêş destpêka nivisê nîyeta min di derheqê rocîyê de nivisandin bû. Hûn jî dibînin ku va rêzana rojaneya min xemiladin, li ser rojanê re reşîyan.  Hêvîdarim hûn jî van bi kêfxweşî bixwînin.

Stuttgart, 28.07.2012, şemî

Freitag, 6. Juli 2012

Tirs


Tirs ji hestên me însanan yên girîngan yek e. Tirs her çiqas pir caran nebaş bê dîtin jî ji bona berdewamkirina jîyanê hesteyek zaf lazim/girîng e. Mirovekî qet nezane ku tirs çîye ji ber xwe re bînin; ew him ji bo derdora xwe, him jî bo nefsa xwe tehlûkeyek mezin e. Kesekî wusa nikare demek dirêj jîyana xwe bidomîne. Ew demek kin de belayekî bîne serê xwe. Lomaye mirov dikare bibêje ku tirs ji bo domandina jîyanê hevcîyek zaf girîng e, him jî mîna nan û av.

Hesteya tirsê mirovan hember tehlûkeyan hişyar dike û ji bona xwe parastinê xeberdar dike. Dema mirov di warekî de an jî di deverekî de bê tecrûbe be hajîya wî ji tehlûkeyên wî warî, an jî wî halî tune ye. Wê demê mirov nikare mîna kesên bi tecrûbe hereket bike. Bixweze, nexweze jî bi tirs hereket dike, tedarîka xwe dibîne. Ew hal, mirovan ji tehlûkeyan diparêze, di pêvajoya tedarik dîtinê de dide hinkirin, dike xwedî tecrûbe. Tirs hesteyek wusaye ku bi xwestin û nexwestinê dernakeve ortê û wenda nabe. Ew bi xwe gor şert û şurtên mirov otomatik derdikeve holê, li ser mirov tesîr dike. Mirov tenê dikare li hember tirsê ji xwe re rîyekî bibîne û bikare hal û hereketên xwe kontrol bike.

Mirovên tirsonek jî, mirovên netirsonek jî xwedî hesteyê tirsê ne. Mirovî tirsonek li hember tiştên an jî halên jê ditirse hinî xwe paraztinê nebûye, nizane çer hareket bike, xwe di emnîyetê de nabîne, ditirse. Mirovî natirse hinî xwe paraztinê bû ye, dizane çer hereket bike, xwe di emnîyetê de dibîne û natirse. Her çiqas ba me kurdan wusa nebe jî tirsonek bûn û netirnonek bûn bi serên xwe nikarin baş an jî nebaş bên dîtin û navkirin. Em kurd tirsonektîyê xisletekî pir nebaş, netirsonektî yê jî xisletekî pir baş dibînin û qebûl dikin. Hêvîdarim ku hûn jî di dawîya nivisê de pê bihesin ku va tim wusa nabe û nîne. Ger li vir netirsonektî û cesaret ne bi maneyekî bên fêmkirin. Herdu kelîme du kelîmeyên cuda ne û du rewşên cuda îfade dikin.

Dema em bi kurdî dibêjin bê tirs, qest kesekî nizane tirs çîye nîne, ew kesa jî xwedî hesteyê tirsê ye. Yanê her kes xwedî hesteya tirsê ye. Dema mirov xwe di emnîyetê de hîs neke ditirse. Bi wê tirsê mirov an dest pê dike hinî hinek tiştan dibe, tecrûbe dike û xwe di emnîyetê de hîs dike, an jî ji wê tiştê ku jê ditirse dur dikeve, jê direve. Ji wan herdû îmkanan kîjan çareserîyek rast e, her carê gor tiştên ku jê tên tirsandin dikarên cure cur bên dîtin. Rev û dûrketin carna dibe ku çareserîya herî baş bibe, carna jî dikare çareserîya herî xirab bibe. Bi mînakan dixwezim wê mijarê hinekî îzah bikim.

Mînak: Mirovek di dest de kêr dixweze ku we kêr bike. Hûn jî dest vala ne. Îmkana we tune ku hûn xwe tehlûkeya wî mirovî biparêzin. Dema hûn li ser navê netirsandinê nerevin û bên kêrkirin, va cesaret nine, axmaqbûn e. Yê rast ewe ku mirov vê demê li ber wî mirovî bi tehlûke bireve, dûr bikeve û xwe wê tehlûkê biparêze. Tehlûke dîtin û revandin saya hesteya me ya tirsê derdikeve ortê. Ji ber hestê tirsê tu mirov nikare were niqaşkirin û şermezarkirin. Niqaşkirin û şermezarkirina hesteyê tirsê neheqîyek li wî mirovî kirin e. Çimkî ji tiştekî an jî halekî tirsîn ne tiştekî di destên mirov da ye. Me jor jî da agahdankirin ku tirs hîssekê derî xwestin û ramanên mirov e. Tirs hesteyekê binêhêş e.

Va mirovê mînakê dikare dû revandina xwe tiştekî têke dest xwe û bi wî tiştî xwe hember wî kesê bi tehlûke biparêze, wî kesî bixe halekî bê tehlûke. Pişt re jî jîyana xwe ya normal bidomîne.  Va jî bi hinbûna xwe parastin û xwe bi şiklekî hember tiştên bi tehlûke paraztin mimkûn/gengaz e. Ew bûyera ji wî mirovî re dibe tecrûbeyek xwe paraztinê. Bi tecrûbeyan mirov hinî hal û tiştên ji bo wan nenas dibe. Bi naskirina wan hal û tiştan mirov êdî xwe emnîyetê de dibîne, natirse. Çimkî êdî dizane ku çi li pêş wî ye û dikare bi çi şiklî xwe biparêze.

Dibe ku ji ber tehlûkeya mirovî kêr di dest de xofekê mezin bikeve hundirê vî mirovî di mînakê de. Bi gotina me kurdî jehrîya wî biqete, rêvîyên wî biqurufe. Ew xwe bavêje mal û edî bi tirsa nekare derbikeve der. Her kesî bi şipheya kêrkirinê binêre û xwe qet di emnîyetê de hîs neke. Wê demê tirs êdî ne hesteyek mirov ji teklûkan diparêz e, tirs tengasîyek berdewama jîyanê ye. İanê tirs bûye xof. Ji bona kesên wusa êdî tirs bûye nexaşîyek psîkolojîk. Ger mina hemû nexweşîyan va nexweşîya jî bê tedavî kirin. Dema neyê tedavî kirin û ew kesa di wî halî de bimîne, jîyana wî yê sere erdê êdî ne jîyan e, tengasî ye, doje ye. Tirs mîna jenga hesin e. Wexta jeng hesin ket, ew jenga ger bê paqijkirin. Jenga nehat paqijkirin hêdî hêdî xwe ber dide hemû alîyên hesin û wî dixwe. Tirs jî ger pêşî lê bê girtin, pêşî lê nehat girtin ewê hedî hêdî wî mirovî dorpeç bike.

Çer ku tu kes ji bo nexweşîyên xwe yên din nikarin werin niqaşkirin û şermezarkirin, ji bona nexweşîyên psikolojîk jî heqê tu kesî nîne ku kesekî ji ber nexweşîyên wî/wê yên psîkolojîk niqaş û şermezar bike. Tu tiştên şaş nikarin ji derd û kulên mirovan re bibin çareserî. Lomaye ku em ger her dem hal û hereketên xwe ji ber xwe re bînin û şaşitîyên xwe serrast bikin.

Dîtina ez dibînim em kurd roja îroj di derheqê hesteyê tirsê de xwedî nêrînek şaş in. Ji ber vê şaştîyê em binêhiş pir kesên derdora xwe xirabîyê û neheqîyê dikin. Zarokên me, eqrebeyên me, nas û dostên me ji ber tirsa niqaskirin û şermezarkirina tirsonektîya xwe hesteyên xwe yên tirsê didin veşartin. Veşertina hesteyan mina kulek bê derman di hundurê wî/wê de hemû heste û ramanên wî/wê mina distar dihire û jîyanê wî/wê mirovî/ê diherimîne, jîyana dune ji wî/wê re dike cehennem/doje. Nexweşîyên psîkolojîk tenê li wir jî namînin, dibin sedemê hîn pir nexweşîyên bedenî û hîn sedemên pir têkilîyên nebaşên cîvakî. Dema pêşî li tirsa bê pîvan nehat girtin ewê bedenê mirov jî dike bin tesîra xwe. Mirovên bê sedem ditirsin û xwe di emnîyetê de hîs nakin, an jî her dem di bin bondora tirsê da ne xwedî pir gazî û gilîyên nexweşîyên bedenî ne jî. Mîna hiş çûyîn, lez lêxistina dil/qelb, tengasîya nefes girtinê, sistbûna masûlkeyan, tevizandin, girê di gewrî de, pir xwêdan dan, êş li ber pêtbûna masûlkeyan û hwd.

Em kurd mina romannivisê kurd Helîm Yûsif jî di romana xwe ya “Tirsa Bê Diran” de dibêje bi sedema dewletên zordest di welatê tirsê de jîyane û dijin. Em roja ji dîya xwe bûne heyan îroj bi tirsê hatine kedî kirin. Her tiştên me bi tirs hatine kirin, her dema me bi benda tirsê re derbaz bûye. Em mecbûr mane carna mina dînan ji tirsê re ketina bezê, hember zilm û zorê derketine. Pir caran jî me tirsa xwe veşartîye, ji xwe re dizî birca tirsê ava kirîye. Ew tirsa veşartî psîkolojîya me serûbin kirîye, keseyeta/şexsîyeta me hêrifandîye, em kirine bela sere me. Em mirovên welatên tirsê, ji ber tirsa niqaşkirin û şermezarkirina tirsonektîyê, di bin barê veşartina tirsê de bûne serûbin. Bi wî serûbinê me çîn nemaye hanîye sere xwe, me çîn nemaye hanîye sere hevûdin. Lazim nine ku em li vir behsa tirsa ji dewletên zordest bikin.

Kurtasî tirs hesteyek însanî ye. Bi înkarkirin û vêşartina tirsê tu car çareserî peyda nabe. Tenê bi îzahkirinek aşîkar û bi têkilîyek bi pîvan em dikarin tirsa xwe çareser bikin. Tirs parçeyek giringî jîyanê ye. Domandina jîyanê bê tirs nabe, lê ew tirsa ger tirsek bi pîvan be.

Stuttgart, 06,07.2012, ênî.

Sonntag, 24. Juni 2012

Biwêj, Ziman û Mirov


Biwêjek ba me heye, dibêjin ku „tirs birayê gur e.“ Bi kîjan maneyê tê gotin pir jî nizanim. Kesên ku ji ber tirsê tiştekî nakin û jê direvin re tê gotin. Pir jî maneyek xwe yê muspet tune. Her dem nayê bi maneyek xirab jî. Bi çi maneyê di nav gel de hatîye manekirin baş nezanim jî bi xwe dixwezim hinek şirove bikim.
Gur heywanekî bi zerar û hov e. Li ser serê çîyan û di gelîyan de dijî, nehatîye kedî kirin. Nêzikî însanan nabe û ji wan direve. Dema pir mecbûr ma xwe nêzikî wan dike. Di çilleyê zivistanê de bi hevra digerin, pir birçî bûn heyan di nava gund tên, çi dest ketin dixun. Wekî din jî bi dizî xwe nîzikî birrê bezan dikin, galim dikin mîh, berx û bizinan digirin dibin. Birrên pêzan bê xwedî bibînin dikevin nav û qir dikin. Heyan ji dest wan bê zêdetir dikujin, laşê wan bi dû xwe cîh dihêlînin û terin. Wexta şivanên pêz di wextê de pê bihese û biqêre direvin û dûr dikevin. Rev û dûrketina wan mîna tirs tê hesibandin. Gor fikrê min loma va gotina hatîye gotin û di nav me de bûye biwêj.
Em dizanin ku biwêj ne bi tenê maneya kelîmeyan tên fêm kirin, maneyek wê yê biwêjî, em jê re bibêjin cîwakî jî heye. Bi xwe loma jê re biwêj (deyîm) tê gotin. Ji bona îzahkirina biwêjê dixwezim mînakekê bidim. „Kes nabêje dewê min tirş e.“ Her kes dizane ku di rojên germ de dewê tirş xwedî tamek nexweş e. Kes naxweze dewê tirş vebuxe. Yanê vexarina dewê tirş nexweş e. Lê wexta ew biwêj hat gotin mijar ne tirşbûn û netirşbûna dew e, mijar tiştekî din e. Kurtî bi wê biwêjê tê gotin ku kes naxweze kêmasîyên xwe, nebaşîyên xwe, şaşitîyên xwe û hwd. bîne ziman, qebûl bike, pê bihese û hwd.
Di dest pêka nivisê de nîyeta min di derheqê tirsê de nivisandin bû. Niha dibînim ku mijara nivisê bûye biwêj. Êdî dixwezim li ser vê mijarê nivisandinê bidomînim.
Mirov û peyîv/kelime. Di Încîlê de dinivsîne ku: „Di destpêkê de peyv bû.“ Di Quranê de jî dinivsîne ku: „Xwedê Adem afirand û nav jê dan hinkirin.“ Va herdû girtek girîngîya peyîvan di jîyana însan de tînin ziman. Axaftin ji bona mirovan xiletekî girîng e. Mirovên nekarin biaxifin xwedî kêmasîyek mezin in. Însan mexlûqekî cîvakîye û bi axaftinê têkilîyên cîvakî berdewam in. Gotinek tirkan dibêje ku „heywan bi bîhn kirinê, însan jî bi axaftinê hevûdin fêm dikin.“ Herdû girtêkên jor salix didin ku di hebûna însan vir de însanan bi axaftinê tekilîyên xwe berdewam kirine û gihîştine vê qonaxa îroj.
Her însan xwedî raman e. Ramînandin jî bê ziman pêştve naçe û sernakeve. Lomaye ku pêvendîya di navbera ziman û ramînandinê de mîna meseleya hêk û mirîşkê her dem hatîye muneqeşe kirin. Di zimanekî de çiqas zêde kelîme hebin, ramanek çiqas bi huner û xweşik bikare bê îfade kirin; gotinbêjên wî zimanî weqas xweştir û hêsantir dikarin fikr û ramanên xwe bilêv bikin. Va jî pêvendîyên cîvakî xweşiktir dike. Du mirov zimanên hevûdin çiqas baştir bizanin weqas jî têkilîyên wan baş dibin. Bi hereketan mirov hinekî hevûdin fêm bike jî va fêm kirinek qels e.
Raste! Zimanek bi axaftinê zindî ye. Lê zimanek çiqas zêdetir xwedî biwêj be, ew zimana weqas xweşiktir e. Biwêj di alîyekî de pêvajoya axaftina zimanê zindî re, di alîyê din de jî bi edebîyat û hunera bi wî zimanî derdikevin holê. Edebîyat û huner di çanda/kultura gelekî de xwedî qadekê girîng e. Zimanek çiqas xweş û delal hat karanîn, weqas xweşik û baştir dibe; çiqas xweşik û baştir bû weqas jî xweştir û delaltir dikare raman û hesteyên/hîssên mirovan bîde îfade kirin.
Zimanê zikmakî, yê di zaroktîyê de cara yekemîn tê hinkirin pêvendîyek zexm ji heste û xeyalên mirov re peyde dike. Edebîyat û huner çiqas pêvendîyên zexm ji zimanê zikmakî re peyde bikin, weqas jî cîhê xwe ba wan mirovan zexm dikin. Gor wê zexmbûnê jî mirov ji edebîyat û hunerê xwedî derdikevin, bandora wan di jîyana xwe de nîşan didin, ji xwe û însanîyetê re tiştin xweştir û baştir amade dikin. Di vê pêvajoyê de biwêj xwedî rolekî girîng in.
24.06.2012, Stuttgart, yekşem. 

Mittwoch, 20. Juni 2012

Jîyan û Hewldan


Tiştên li serê erdê du alî ne. Mîna min, mina te, mina we û mîna wan. Şev bê roj, tirîc jî bê sî nabe.  Gotinek pêşîyan dibêje ku: „Her tişt bi zidê xwe re payîdar e.“ Sehekên me însanan dikarên tenê tiştên bi dijî bihesin. Wan didin ber hev, hebûna wan bi tunebûna wan re derdixin. Dîsa jî hemû însan ne mîna hevin. Hinek cudatîyên mirov di bûyînê de hene, hinek cudatîyên mirov gor îmkanan derdikevin holê, hinek cudatî li perwerdeyîyê, hinek cudatî bi xêret û hewldanên mirov û hwd.

Însan di kîjan alîyên xwe ji mexlûqên din vediqetin? Her bawerî û nêrîn gor xwe alîyekî însanan derdixe pêş, dîyar dike. Hinek gor xwe hinek tiştan dihesin, hinek jî hinek tiştên din, an jî qet nahesin. Mewlana Celaledînê Rûmî dibêje ku: „Mirov qasî fêm kirina xwe ye.“ Fêm kirin! Fêm kirin tiştekî çer e û bi çi torî xwe nîşan dide û pêştve xistina wê re mirov bi xwe çiqas xwedî bandor/tesîr e? Va jî wek pirsa hêk û mirîşkê ye. Hêk ji mirîşkê derketî ye, an mirîşk ji hêkê? Mirov nizane ku bi kîjanê dest pê bike. Hemû mijar û pirsên di derheqê însan de mirov bixweze jî nexweze jî bervî vê nuxteyê diçin. Ji ber ku dema mirov di derheqa însanan de dinivisîne bi şiklekî di derheqê xwe de jî dinivisîne.
Wexta mirov di derheqê xwe de nivisand nikare mijarê tam safî bike. Ew ji bi xwe jî parçeyekî mijarê ye. Dema mirov bi xwe jî parçeyekî mijarê bû çer dikare safî bike? Lê dîsa jî mirov dixweze ku xwedî malûmat bibe, xwe agahdar bike. Va xisleta însane ku wî rehet ber nade, bidû tiştan dixine, nahêlîne di cîhê xwe de bê xem rûbine.
Gotinek me kurdan heye: „Nav mirovan mezin nakin, mirov navan mezin dikin.“ Yanê mirovên karên baş û delal dikin bi wan kirinên xwe navên xwe jî dikin xwedî şan û şeref. Yanê însan bi kirinên xwe kesayeta/şexsîyeta xwe jî derdixe ortê. Tecrûbeyên baş di alîyê başîyê de, tecrûbeyên nebaş jî di alîyên nebaşîyê de li ser şexsîyeta mirov tesîr dikin. Însan jî gor şexsîyeta xwe tecrûbeyên baş û nebaş pêşkeşî derdora xwe dikin.
Bûyereka ku li mirovekî qewimîye çiqas wext li ser re derbaz dibe bila bibe bi şiklekî li ba şexsîyeta wî kesî rêçê bi dû xwe dihêle. Dema mirov mîna xalîçekî bidin ber çavên, ew bûyera li wî mirovî qewimîye jî mîna biskek ji wê xalîçeyê ye. Dibe ku ew biska belî be, an jî ne belî be. Lê ew parçeyekî xalîçeyê ye. Ew bûyera ku di jîyana mirov de li wî qewimîye parçeyekî kesayeta wî ye; ew pê bihese jî, nehese jî. Va ji bo tiştên ku ji me re aşîkarên, em pê hesîyane wusa ye; ji bona tiştên ku pê nehesîyane, yanê yên ji me re binehişin/bineşiûrin jî wusa ye.
Mirovên zana û xwedî mesûlîyet dixwezin ku rastîya jîyana xwe bihesin. Lê çiqas bidin dû vê heqîqetê jî zû û dereng rastî sînorekî tên. Di wî sînorî wê de teqat namîne. Wexta mirov bixweze wî sînorî derbaz bibe û pir zorê bide xwe ewê dîn bibe. Ji ber ku ew xwesteka derî teqata wî ye. Mirov dikare ji bo wî sînorî  ji xwe re îzahatekê bîne û teslîmî wê bibe. Ew îzahat û teslîmîyet gor bawerî û nêrînên mirovan curecur in. Ya girîng/muhîm navkirina îzahatê nîne. Ya girîng gor wê îzahatê hewldana domandina jîyanê ye.
Mirov çiqas gor îzahat û teslîmîyeta xwe hewlda û jîyana xwe domand weqas heqîqeta jîyana wî ji wî re aşîkar dibe. Ew nuxteyek li ser wî sînorî ye. Mirov çiqas berê xwe da wê nuxteyê û berwî wê hewlda weqas hajî jîyana xwe dibe.
Ew nuxte mîna miqnatîsê/hesinkêşê xwedî qadekê ye. Jîyana di navbera wê qadê de jîyanek bi hereket û bi zehmet e. Lê qasî hereket û zehmetîya xwe xweş û delale jî. Li serê erdê tu tişt bê zehmet nîne. Nanê di devê mirov de heyan neyê cûyandin, nayê daqulandin jî. Lomaye ku mirov dikare bibêje ku jîyan hewldan e.

Stuttgart, 20.06.2012, çarşem.

Mittwoch, 6. Juni 2012

Mijarên Gir û Kûr


Kî dibe bila bibe carna halê xwe li ber xwe re tîne û dikeve xeyalan. Ew xeyal carna li ser pêşerojê, carna jî li ser paşerojê tên kirin. Carna mirov rojên xwe yên buhirtî tîne bîra xwe; başbûn û nebaşbûna wan ji ber xwe re tîne. Ji bîrhanîna tiştên baş re kêfxweş dibe, dixweze ku ew rojana dubare bibin. Ji rojên nebaş re jî dilteng dibe, di pêdabûna wan de kirin û nekirinên xwe ji ber xwe re tîne, ji bona derbazbûna wan xwe teselî dike.
Her çiqas rojên derbaz bi başbûn û nebaşbûnên xwe re derbaz bibin jî mirov zêdetir alîyên wan ên  baş tînin bîra xwe û alîyên nebaş bîr dikin. Va halekî însanî yê pisîkolojîk/derûnî ye. Bi vî şiklî mirov xwe hember nebaşî û tehlûkeyan diparêze. Ji xwe dema mirov xwe neparêze nikare bijî.
Em di demek modern û pozitîvîst de dijin. Moderntî û pozitîvîstî jî gêrêdayî materîalîzmê ye. Materîalîzm jîyanê di alîyê maddî de digire merkeza xwe. Her hesab û kitaba xwe ji bona dinyayê dike. Li serê erdê bihuştê/cennetê vad dike. Di bawerîyên dînî de Xwedê di merkezê de ye. Xwedê însan afirandîye û cîhek girîng daye wî. Ew gora wî cîhê xwe girîng e. Va mijara mijarek girîng û komplex/murekep e. Mirov wer bi çend hevokan nikare îzah bike. Ji bona pir kesan îzah kirina wê mijarê weqas mumkîn jî nine. Wê çaxê çima ez li vir ketim nav vê mijarê. Bi rastî ji bona min îzah kirina vê mijarê weqas asan/rihet jî nine. Hevoka dawîya paragrafa/serbenda jor bû sedema vê behsê. Em mirovên zêdetir di bin bandora nêrînên modern pir rihet dikarin bibêjin ku: „Mirov xwe diparêze.“ Li mirovên zêdetir di bin bandora nêrînên dînî de ne dibêjin: „Xwedê mirovan diparêze.“ Va herdu nêrîn ji bona halekî însanî bên gotin jî, du nêrînên cuda yên mîna şev û roj in.
Dema mirov di derheqa însan de tiştekî bîne ziman dibîne ku mesele weqas asan nîne. Ku ew bi xwe jî însan e. Çer dibe ku mirov bi xwe însan, di derheqê însan de dixweze îzahatekî bike, lê nikare bi xwe wer rihet meselê safî bike. Di destpêka însan de heyan niha di warê însan de îzahat hatine kirin, hîn jî tê kirin, lê dîsa jî nekarîne û nikarin ji bona hemû însanan îzahatekî derxinin ortê. Mirovên bawermend bêçaretîya xwe bi xwestin û nexwestina Xwedê, yanê bi îman hanîna qederê, yanê bi teqdîr kirin û neteqdîrkirina Xwedê îzah kirine û dikin.
Bawermendîya modern, yanê pozitivîst Xwedê daye alîyekî û xwestîye her tiştî gor sedeman îzah bike. Di vî warî de çiqas pêşve dikeve, weqas jî kêmasîyên wê derdikevin holê. Gotinek li ser navê Arîsto ji bona vê halî mînakek baş e. Arîsto dibêje ku: „Ez hinî weqas pir tiştan bûm ku di dawîyê de pê hesîyam ku min hîn pir kêm tişt hinkirî ye.“ Pozitivizm jî her çiqas tiştên nû kişf dike weqas jî hajî kêmasîyên xwe dibe. An jî em bibêjên weqas jî kêmasîyên wan derdikevin ortê.
Di destpêkê de min dixwest ku li ser pisîkolojîya însan binivisînim, ew mijarên din hatin nivisandin. Dema mirov di derheqa însan de dinivisîne nizane ku ji ku heyan ku binivisîne. Mirov çiqas dixweze hinek tiştan bikitekit îzah bike, weqas hajîya kêmasîyên xwe dibe. Di pisîkolojîyê de dema behs li ser derûntîya mirov tê kirin mînaka aysbergê (girêya cemedê ya di nav avê de) tê dayîn. Ew aysberg ji pirayî di nav avê da ye, tenê nîkilek wê li ser avê ye.  Însan jî bi hal û hereketên xwe di sedî de 90 (% 90) di bin bandora sedemên xwe yên binehişî/bineşiûr de ye. Dîn dibêje çi? Dibêje ku qedera mirov ji alîyê Xwedê de hatîye nivisandin. Mirov gor qedera xwe jîyana xwe didomîne. Ew tiştên ku nikare îzah bike bi bawermendîya xwe ya bi qederê tîne ziman. Pisîkolojî jî ti pir tiştan nikare îzah bike, jê wê re dibêje „binehişî/bineşiûr.“ Gor fikrê min herdu îzahat jî bêçaretîya îzah kirina pir tiştên ku di jîyana mirov de diqewimîn tînin ziman. Kesên bawermend bêçaretîya xwe di serî de qebûl dikin û xwe teslîmî Xwedê dikin. Kesên modern bidû sedeman bikevin jî demekî şuve biçaretîya xwe bi kelîma binehişî tînin ziman.
Hûn jî pê dihesin ku her hevoka di vî warî de tê rêzkirin hewcîya hevokek din derdixe holê. Lomaye ku ez êdî dixwezim li vir dawîya nivisê bînim. Îzaheta mijarê derî hedê min e. Di pêş destpêka nivisê de min dixwest bala xwendewanan bikişînim li ser nostaljîya/raboriya mirov û çend gotinên pêşîyan pêşkeşî we bikim. Lê niha dibînim ku nivis ne gor xwestina min hat rêsandin.
Dema mirov rojên xwe yên bihurî ber xwe re tîne zêdetir baştîyên wan tîne bîra xwe. Tiştên nebaş bi şiklekî hatine bîrkirin. Bîrkirina tiştên nebaş pir caran bê hemla mirov, bi şiklekî binehiş dibe. Bîrkirin xwe parastin e. Dema mirov tiştên ku hatine serê wî bîr neke, nikare jîyana xwe bi sihhet bidomîne. Bîrkirin mirovan diparêze. Lê hinek tişt û bûyerên bingehî hene ku bîrkirina wan ji mirovan re dibe ku bibe sedema astengên mezin. Ew jî ger neyê bîrkirin.
Ûris dibêjin ku: „Cîhê ku tu ne li wirî xweşik e.“ Gotinek me jî dibêje ku: „Heyan masi di nav avê da ye haya wî ji avê tune.“

6.6.2012, Stuttgart, çarşem.