Kilama Têliyê cara
yekemîn min ji Husêynê Farê guhdarî kiribû. Hin pir kesên din jî vê kilamê bi
hinek guhertînên din dibêjin. Her çiqas hinek guhertin di navbera
wan de hebin jî kêm zêde çîrok eynî ye. Dema mirov di teswîr kirinê de lê
dinêre kilama Têliyê ji bo dewlemendiya edebiyata kurdî ya bi dewkî mînakek
zahf baş e. Têli ji aliyê niqaşî ve guhdarên xwe dorpeş dike.
Xortê ku bi salan e dil
berdaye Têliyê di destpêka kilam de dibêje “were Têlî”. Belû ye ku bi hesreta
Têliyê agir ketiye dilê wî. Naxweze navê Têliyê li ser zimanê xwe dayne û
bidûhev dubare dike.
Her çiqas ji bo kurdan
destpêka rojê bi hildana rojê be jî ji bona wî roj bi navê Têliyê dest pê dike
û didome. Qedandina rojê jî bi telafûza vî navî ye. Rabûn û runiștina wî, hemû
hal û hereketên wî bi telafûza vî navî berdewame. Ew mirovê evîndar bi navê
Têliyê re bûye yek. Tu tiștekî bê Têliyê nabîne û nabihîse. Kul û keserên wî
tenê bi dubarekirina navê Têliyê hinekî xwe dirawiste. Bi rastî ji vanî re
rawiste gotin jî ne durist e. Ew ji bo dubarekirina Têliyê nefes girtinek e. Ji
tepelîga serî de heta binê lingân bi evîna Têliyê dilerize, diricife. Tu
tiștekî din nikare têra wî bike, sewra wî bîne û ji bo nefes kișandinek din
hêzê bide wî. Ew êdî bizotek di nav agirê gur ê bi evîna Têliyê de her dem tê
qewirandin e. Tu êș, jan, keder, zehmet nikare Têliyê ji wî bide jibîrkirin. Ji
ber eșq û șewqa Têliyê êdî aqil û hiș di serî de nema ye. Gor gotinên wî dema
dû mirina wî re di qebrê/gornê de melahîketên
Xwedê ji wî pirsa qebrê bikin bê dubarekirina Têliyê tu tiștek din neyê
li ser zimanê wî.
Kilam bi pesnandinên
Têliyê didome. Evîndarê Têliyê bi hemû peyvên ku ji bo wî salixdayîna hemû
tiștên baș dide ji bo Têlî yê tîne ziman û agirê evîna xwe dardixe. Ew hemû
tiștên ku li ba kurdan îșareta pesn û bihagiraniyê ne ji bo Têliyê rêz dike. Bi
van pesnan jî qîma xwe nake û ji Têliyê re berdiltiya heft xwengên xwe tîne
ziman. Ew bi xwe ji vanî re amade be jî bavê Têliyê ji zewaca herduyan re asteng
e. Qelindek pir zêde, bêmumkînat dixweze. Lê dilê evîndaran astengiyan qebûl
nake, digazîne.
Raste evîn astengiyan
qebûl nake, lê ji bo geșkirina agirê evînê carna qirșek dikare mîna çiyayek
mezin bibe sedemek gir û gerî. Evîndar ji evîna xwe re pêvendiyan kardixe.
Beriya heft salan ramûsanek Têliyê ji vî agirê geș re hîn jî çavkanîyek bi hêz
e.
Evîndarê me kesek
bawermend e jî. Her roj pênc wext nimêja xwe dike. Pêș nimijê desmêja xwe
digire. Di her desmêj girtin û nimêj kirinê de dixweze ji vê evîna bêçare xwe
azad bike. Lê ew ramûsana berî heft salan ew wusa dorpeç kiriye ku hemû can û
lașê wî bûye dîldarê vê evînê. Ji bo wî azadbûn ji evîna xwe re yekbûn e.
Evîndarê Têliyê hemû
sehengên xwe mîna antenan li bervî mala bavê Têliyê ve zivirandiye. Li wêr çi
diqewime dixweze haydar bibe. Lê tiștên diqewimin jî ne ji gor hêviyên wî ne.
Bavê Têliyê keça xwe bi kalekî heftê û heyștê salî re zewicandiye. Dema
evîndarê Têliyê wê bi wî kalî re dibîne pir xemgîn dibe, stêr ji çavan
diherikin. Di aliyê derûnî de serûbin dibe. Hêvîya wî ya bi jiyanê re dișke,
mirin tê ber çavan. Wî halê xwe ji mirinê xirabtir dibîne. Weqas zehf xemgîn û
dildeng dibe ku perde li ber çavan dikișe, jê re tiștên bi xeyalî eyan dibin.
Di psîkolojiyê de ji wî
halî re halîsînasyon tê gotin. Di demên pir dijwar de tiștên normal ji holê ra
dibin û yên nenormal derdikevin pêș ku mirovê bîhn lê çik bûye zerarek mezin
nede xwe û derûdora xwe. Di rewșên travmatîk de bûyerên wusa mîna piștgirî,
ango sîgorte/bîm derdikevin pêș, mirov ji tehlûkeyên mezintir diparêzin. Mîna
ku qezayek mezin de mirovên ku qor an jî pîlên xwe wenda dikin demekî qet êș û
janê nahesin, di aliyê pisîkolojîk de jî di rewșên travmatîk de xeyal derdikeve
pêș ku mirov ji wî rewșa ji bo wî pir dijwar e biparêze. Va bûyer di çanda me
da mîna mucîze tê dîtin û șirovekirin. Bi rastî jî ji bo jiyandomandina wî kesî
ew bûyer mucîze ye.
Di wê rewșa guvișandin û
dijwar de bilbilek asîmanan de tê, li ser çoka evîndarê Têliyê datîne û jê re
dipeyîve, ango șîretan dike. Șîretkirina bilbil ne tenê bi zimanekî ye, bi
çilûçar zimanan e. Di serî de jî bi zimanên heremê ne: Tirkî, Kurmancî, Zazakî
û Romanî[i]. Va jî nîșan dide ku hetan va sedsala
dawîyê di vê heremê de pir ziman hatine axifandin û mirovên heremê dikarine bi
çend zimanan biaxifin.
Bilbil bi rastî jî
peyamek mucîzevî ji evîndarê Têliyê re diyar dike. Dibêje “na na weleh qesem
dikim bi navê Xwedê mexsed û miradê dilê te û Têliyê li vê dinyayê nabe,
‘Cineta Baqî’ gelo ‘Erşê Alî’“ de ewê bibe. Her çiqas va bersiva dilê wî re
nebe merhem jî wî ji tehlûkeyek mezin diparêze.
Heta vê demê em tenê
haydarê evîna Evîndarê Têliyê ne. Em nizanin ku Têlî jî evîndara wî ye an na.
Her çiqas behsa ramûsanek pêș heft salan hatiye kirin jî di derheqê dema rojane
de em bêguman in. Dûv peyamdayîna bilbil deng û gazîna Têliyê ji guhdaran re
eșkere dibe.
Têlî jî evîndar e. Lê
qêrîn û gaziya Têliyê dîyar dike ku gumaniya wê evîna evîndarê wê tunebûye.
Raste, bi salan ew li derûdora zozanên Bîngol û Șerefdînê jiyane. Lê wê tu car
îșaretek evînê li wî neditiye. Têlî van gilî û gazînên xwe bi șêveyek nifirî tîne
ziman.
Di orf û edetên Kurdan
de li ba zewaca xort û keçan gotinên mezinan xwedî bandor bin jî revandin ji bo
evîndaran her dem mîna çareseriyekê hatiye dîtin û qebûl kirin. Lewma Têlî
dibêje ku ezê ji re bireviyama, dema minê bizaniyana ku tu jî evîndarê min î.
Êdî pir dereng e. Ji bo keçên ezew rev çareseriyek be jî ji bo jinên markirî
êdî rev tu car nayê qebûl kirin. Têlî ji vanê haydar e û bi halê xwe gilîdar e.
Têlî jî mîna wî mirinê ji vî halê xwe yî rojane baștir dibîne.
Evîndarê Têliyê bi gazîn
û giliyên Têliyê hewa dikeve, bê sebr dibe, rê û çolan dikeve, êdî welat li wî
teng bûye. Ji ber evînê derwêștiyê dicêribîne. Bêtewatiyê nikare cîhekî jî
bisekine. Yek bi yek navên bajaran dijmihêre û heta Mekke ya Mukerrem diçe. Li
wir hemû cîhên bimbarek û miqeddes digere, dua dike, hêviya xwe tîne ziman,
dixweze ku hinek tewat bikeve dilê wî. Lê tu çareseriyê nabîne. Berê xwe dide
Bexdayê. Li Bexdayê qîzek bala xwe dide ser û deng lê dike, ji wî re xwe
dipesîne û dixweze ku ew yê wê be.
Çavên wî bê Têliyê tu
kesî nabîne. Dîsan dest bi dubariya navê Têliyê dike. Vedigere ser keçikê û
pesna Têliyê dide. Dibêje ku „Qesem dikim bi navê Xwedê, sed û bîst hebê weka
te hebin li dinyayê, neynûkeka Têliyê pê nayê.“
Va pesnana jî têra wî
nakin. Gor fikrê min li ber evîna xwe û bêçaresertiya di tê da ye dikeve xem û
xeyalan. Dibe ku carek din teva ketibe, bi peyvên derûnînas halîsunasyonan
bibîne. Qala bihara Kurdistanê dike, cîh û dewerên Têlî li jiyaye. Zozanên
Serhedê, Bîngolê; Nemrûd, Șerefdîn û Sîpanê Xelatê.
Bavê Têliyê koçer e,
xwedî birên pez e. Biharê derdikevin zozanan. Demek dirêj di nav kurdan de
kesên xwedî birên pez jiyanek koçerî dijiyan. Hinekên wan nîvkoçerbûn; baharê
derdiketin zozanan û payîzê dizivirin gundên xwe. Hinek malbat her dem koçer
bûn. Havînan di zozanên Serhedê bûn û zivistanê dizivirîn berîyê, ango deștên
Ruhayê û Herranê.
Evîndarê Teliyê hespa
xwe ya kehêl û rewan siyar dibe, berê xwe dide cîh û dewerên Têlî lî dijî. Mala
bavê Têliyê li Qûntarê Sîpanê Xelatê kon vegirtine. Sê konên reș. Di kona pêșin
de kes tune. Di konê navîn de çavên wî sê keçên zêrîn dikeve. Ji wan yek jî
Têlî ye. Dest pê dike bi mînak û teqlîdan wan tesvîr dike, evîna xwe tîne
ziman.
Û di dawiya kilamê de
neçariya xwe diyar dike, nemumkînata ji Têliyê re zewacê bilêv dike. Dibêje ku
„Yeqîna we hebe ji Xaliqê Rebê Alemê, de çiqas jinê çê hene, temamî qismetê
mêrê kotî ne.“
Evîndarê Têliyê her
çiqas bi van gotinan rastiya jiyanê ya di navbera xwe û Têliyê bîne ziman jî
dilê wî kul, kezeba wî șewitiyê. Bi gazînan kilam di mêjoyên guhdaran de cîh
digire.
Wey Têlî Têlî Têlî
Têlî...
Hesen Polat, Stuttgart, 23.10.2017
Hesen Polat, Stuttgart, 23.10.2017
[i] Zimanê romanî dibe ku zimanê ku așiq/cîngene di nav
xwe de diaxifin be. Navên așiq û cîngene di nav gel de bi wateyek nerênî tên
dîtin. Lewma ew ji xwe re Roman dibêjin. Di aliyekî din de Kurdan hetan van
salên dawî ji Tirkan re Rom digotin. Di zimanê Osmanî de Diyarê Rûm, Mevlana
Celaleddinê Rûmî tên gotin.