Di her civakê de hinek rojên pîrozbahî hene. Ew rojên pîrozbahî gor bawerî û nêrînên civakê curecur in. Hinekên wan dînî ne, hinekên wan jî netewî ne. Civak çiqas ji wan xwedî derket û ji pîrozbahîya wan di nav xwe de bi şahî derbaz kir, ew weqas ji bona hevrebûna civakê dibe tiştek girîng. Lomaye ku civak ji bona pêtbûna tekilîyên civakî carna hinek sedeman ji bo şahîyan firsend dibînin. Wan ji xwe re dikin edet, dixwezin ji wan îmkanan îstîfade bikin, sersala wan pîroz bikin.
Di salên dawî de gelê kurd ji ber pir sedemên curecur zêdetir tekilîyên xwe ji hev re darxistin. Êdî cejna newrozê mîna cejnek netewî di çar alîyên Kurdistanê de bi hev re tê pîrozkirin. Di vî qadî de gelek pêşveçûyîn derketin holê. Lê mixabin di alîyên dînî de gor dîtina min paşveçûyînek heye. Dema behsa dînê îslamê bû ew zêdetir aşîkar e.
Waye meha remezanê bervî dawîyê diçe. Pirayîya gelê kurd misilmane û gor îmkanên xwe îbadet û teatên xwe tînin cîh. Bala min dikşîne ku pir kesayetên kurdên sîyasî mîna ku roci girtin tunebe hereket dikin. Mirov bi xwe rocîyê negire jî di malbat û gelê wî de pir mirovên ku rocîyê digirin hene. Ji bo xatirên wan mirov ger qedr û qîmetê bide bawerî û îbadetên wan. Însan bi însanan re dikare însanîyeta xwe bihese û bije. Dema mirov ji ciwakê dûr ket, mecbûre ji xwe re ciwakek din bibîne ku ji xwe re nekeve bezê. Sedema pir nexweşîyên derûnî tenêmayîna mirov e. Mirov ji mirov re dikare bibe neynik ku çêyê û neçêyêyên xwe bihese, ji hev re alîkarîyê bike, jîyana xwe ya cîvakî bidomîne.
Dapîra min a rehmetî her dem dubare dikir ku: “Tenêtî layîqî Xwedê ye.” Bi rastî jî tu kes nikare di demek dirêj de bi tenê bije. Zahmetîya jîyanek wusa aşîkar e. Di demên berê de tekilîyên mirovan bi deweran girêdayî bû. Îmkan tune bu ku mirov herin cîhên dûr û ji mirovên li wir re bikevin tekilîyê. Roja îroj êdi mirov dikare bi înternetê li mala xwe de jî ji mirovên derên dûr re tekilîyan darbixin. Bi her têkilî re mirov tiştekî hildigire. Ji gor têkilîyan jî guhertin peyda dibin. Jîyanek bê guhertî nemumkîn e. Lê çi guhertin dibe bila bibe, ger li ser koka xwe be. Lomaye ku mezinên me gotine: “Her dar li ser koka xwe aj dide.” Dema mirov li ser koka xwe aj neda xêr jî jê nayê girtin.
Rêveberên rêxistinên kurdan zêdetir bin bondora jîyana nûjen de ne, nêrîn û bawerîyên nûjen ji xwe re kirine armanc. Wek tê zanîn ku di jîyana nûjen de dîn pir girîng nayê dîtin. Zedetir jiyanek materyalist tê pêşkeşkirin. Ji bona pêştxistina bawerîyên nûjen ji her îmkanan tên îstîfade kirin. Bawerîyên dînî şexsî tên dîtin û nayê xwestin ku bi civakî zêdetir bên pêşkeşkirin. Van dîtênên min dibe ku ji bo welat xelet bin. Lê di welatên Ewrûpê de va wusa ye. Di alîyekî de ji bona mekanên dînî û rewşên dînî tu tişt nayê kirin. Di alîyên din de jî mirovên terin mizgeftên tirkan û ereban jî pir baş nayên dîtin. Bi rastî va nokokîyek mezin e û ji bona pir malbatên kurdan tengasîyek e. Ên naçin mizgeftê kurdetîyê tiştekî dûrî dînê îslamê dihesibînin, ên terin mizgeftê jî bi şiklekî kurdetîyê mîna barek giran dibînin. Di vî warî de ne tenê tesîra propoxandaya gelên ku kurd girtine bin destên xwe, zêdetir çewtîyên kurdên nûjen ên xwe dûrî dîn dibînin rolên mezin dilihîzin.
Bi hevrebûna civakî re bîr û bawerî xwedî rolek girîng in. Bîr û bawerî jî tiştên ku bi deh salan re derbikevin holê nînin. Bi sed û hezar salan re xwe di nav gel de hêdî hêdî cîh dikin, rîçikên xwe ber didin. Bîr û bawerîyên gel bi şiklekî derîhiş di nav ruh û canên kesên ku di nav wê gelî de perwerde bûne de cîh digirin, dibin nişitên keseyata wan. Dema va rastîya nehat dîtin him di derûnîya mirov de, him jî di tekilîyên civakî de muşkîlatên girîng derdikevin holê. Wer tê dîtin ku bi salan e şaşitîyên alîyên dewletên dagirger ku li ser gelên di bin mayeta wan de dijîyan dihatin pejirandin, nûha ji alîyên rêxistinên gelên kurd ve jî carek din tên dubarekirin. Va jî dibe sedema pir muşkîlatên nû yên civakî.
Dema va bi vî şiklî were berdewamkirin posttravmaya kurdên ku heyan niha li ber zordarîya alîyên dewletên dagirger derketîbû holê, ewê îroj şuve li ber lêpêvîstkirina rêxistinên kurdan berdewam bike.
Stuttgart, 08.07.2015
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen