„Wextê de wext vêşartî, tu kese kî bijarti.“ Helbestê wusa dest pê dikir. Di tarixa/diroka insanîyetê de helbest xwedîyê cîhekî girîng e. Pir caran behsa edebîyatê behsa helbestê ye. Edebîyatek bê hilbest nayê ber çavên mirov. Li ba kurdan helbest her dem bûye çavkanîya hesteyên wan. Hemu derd û kulên xwe, kêf û şahîyên xwe bi helbestê hanîne ziman. Dîsa jî pir caran tê pirsandin ku çima helbest tên nivisandin? Di vî warî de curecur gotin û şirove hatine kirin, ewê hîn jî werin kirin. „Însan eşrefî mexlûqat e digot bavê min“ dibêje şaîr di şiîra xwe de û berdewam dike.
Tê dîtinê ku helbest ji alîyê însanan ve, li ser însanan û ji bo însanan tê nivisandin. Însan ji wê para xwe hildigire an jî hilnagire, ew tiştekî din e. Wexta însan ji wê tiştê para xwe hilbigire, ewê jê îstifade bike; an jî hilnegire, ewê jê mehrûm bimîne. Dîsan di helbestê de „Para min a demê jîyana min e“ dibêje helbestvan. Jîyan carna barê giranê ku mirov biberçîgin be jî, didome û dest jê nabe. Jiyan didome, kengê wext hat diqede. Ne zû, ne jî dereng, di wexta xwe de. Mirin wexta xwe de tê, her çiqas em wê bê wext bibînin jî. Mîna ku destpêkirina jîyanê di dest mirov de nîne, qedandina jîyanê jî di dest mirov de nîne. Ez wusa dibînim û wusa qebûl dikim. Her çiqas hinek kes wê bi nêrînek din bibinin û qebûl bikin jî.
Wexta mirov helbestekê dixwîne an jî guhdarî dike hesteyên/hîssên wî bi şiklekî derdikevin holê, pir caran jî mirov coş dibe. Loma pir caran wer tê zanîn ku dema helbestvan/şair şiîran dinivise bi hesteyen coşî, bi halek kefxweşî dinivise. Va farazîyek şaş e. Helbestvan helbestan bi kêfa dilê xwe nanivise, ew dinivise ku nefetise, xwe ji wê halê dijwar azad bike.
Helbestvan mîna jinekê li ber zayînê de ye. Hîssên wî mîna ewrên li pêş pûk û baranê komî li ser hev dibin avis in. Mirov wer hîs dike ku li pêş roja qîyametê de ye. Nefes li mirov çîk dibe, nizane ku çi bike. An guh dide dengê hesteyên xwe, ji xwe re helbestekî dihebîne; an jî demek dirêj mîna mîhek gêj nizane ku çi bike. Çiqas guh bide hesteyên xwe û wan çiqas baş bi sembolên dilên xwe bihewîne ewê weqas bi helbestên xwe re serbikeve. Lê çiqas jî di navbera hîs û dengên dilê xwe de diwaran bilind bike ewê weqas bikeve di nav tengasîyên derûnî.
Dema şaîr „Li rojhilat bavek hebû, pêş hatina rojava“ dibêje; ew rêzên wî dîrok û guhertinên salan, dibe ku carna ên sedsalan bîne ziman. Gor nêrîn û rexneyên wî dibe ku ew helbest an jî ew çend rêzên helbestê dîroka gelekî an jî medenîyetekî/şaristanîyekî bîne ziman, dil û mêjoyê xwendewanan bihejîne, tesîrek/bandorek mezin li wan bike. Loma helbest pir caran nefes girtinek kur e. Ew nefes dikare di wê roja teng de mirovan, gelan an jî însanîyetê fetisandinê biparêze. Loma mirov dikare bibêje ku helbest çavkanîya jîyanê ye.
Di dawîyê de jîyan bidome û roja xwe bipê. „Tarîtî û ronahî, kijanî bixwezî ewe jîyana te!“ Dem diherike, mirov jî jê re. Lê mirov û dem ne mîna xuçk û bira bi hev re bê deng û bê beng dimeşin. Dem mîna distar e, dihêre. Heyan ku mirov bi kirin û nêrînên xwe hukmê xwe bigihîne demê ew bi xwe distar e, demê dihêre. Lê kengê mirov dest ji jîyanek aktîv berda, dem dibe distar û wî dihêre.
„Kengê dema mirov qedîya ew vî warî bar dike. Goşt û hestîyên wî birizin jî, ew dendikê bin erdê ye, roja xwe dipê.“
Stuttgart, 20.02.2015, ênî
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen