Donnerstag, 27. Dezember 2012

Dor Tê Ser Dorê


Şev tarî ye. Hîn tiştên din hene ku şevê jî tarîtir in. Tarîtîya şevê amedebûna ji bo rojê ye. Tarî dibe ku mirov bikişin malên xwe, ji zav û zêçên xwe re hinek hemhal bibin, birazên ku bi vêsayî carek din dest bi rojê bikin. Lê tarîtîyên din ne wusa ne. Şev tu car rojê natirse, dizane ku dem di navbera wan de hatîye parvekirin. Heqê her kesi belû ye. Carna roj ji şevê digre, carna jî şev ji rojê. Di salê de du caran dibin mîna hev, du caran jî hevûdin zêdetir dûr dikevin. Lê dûrketina wan a ji hevûdin belû ye. Dûrketin ji bona carek din li bervûhev zivirandin e. Şev jî dizane ku ew bê rojê, roj jî dizane ku ew bê şevê nabe. Loma hevûdin dihebînin. Yek ji yê din re dibe neynik.
Ka carê ji ber xwe re bînin. Her dem roj be çi dibe, an jî her dem şev be? Jîyan ser û bin dibe. Pir tiştên ku ji bo me mîna nan û av normal tên dîtin û hesabkirin êdî dibe ku qet nebin. Pêş her tiştî xewa me ser û bin bibe. Xew, ji bo jîyanê tiştekî bingehî.  Xew carê têk çu, ewê hîn pir tiştên din jî têk biçin. Hiş di serî de nabîne, çav sor dibin, guh digujin, dest dilerizin, hêz diqede, mirov gêjo dibe. Şev û roj maneya xwe wenda dikin. Jîyan êdî barek giran e. Bêhn ji mirov teng dibe. Tu tişt êdî mina berê nabe. Belê xew…
Şew bi stêrikan dixemlîne ezmanin xwe. Heyvê jî li ber wan de dardadike. Heyv naxweze her şev bi eynî bejn û balê derbikeve ber stêrkan. Her şev an hinek bejnzirav, an jî hinek darûber dibe. Destmala xwe digire û derdikeve govendê. Xwe di vî alî û di wî alî de dihejîne, badikeve; heyan serê subê. Stêrk jî li dû û dora wê re tên û terin; ji wê re govendê digirin. Di rojên ewrî de dikevin paş perdeya ewran, li wir didomînin govenda xwe. Di rojên sayî de li ber çavan in. Bi hemû xeml û zînetên xwe diçûriskin li ser me re. Ew hemû her dem li wir in, digerin, dorê tînin ser dorê. Heyan serê sibê li ezmanan dor dora wan e. Li berbangê re edî hêdî hêdî xatir dixwezin. Westîyane, xwe por dikin, dikevin xewa kur, vêsa xwe digirin. Dor dora rojê ye edî, ew dizanin. Tecawuzê heqê hev kirin şerm e, ew sinorê hevûdin dizanin. Ji berbangê re hêdî hêdî melûl dibin.
Roj hat, şev diqede. Feqet roj, rojtîya xwe dizane. Naxweze şevê bixeyîdîne; hêdî hêdî hildide. Pêşîyê xwe nîşan nade, hinekî ji ronîya xwe dişîne. Dibe ku şev biceniqe, bitirse. Na hewcî nîne. Şev jî şevtîya xwe dizane, înatîyê nake. Kengê ronîya berbangê serî hilda, dizane ku wext wexta çûyînê ye. Xwe hêdî hêdî amade dike.
Roj bi şandina ronîya xwe hatina xwe dîyar dike; bi tirîjên xwe jî silava serê sibe dide. Êdî amadeye ji bo destpêka jîyana rojê. Xewa şevê qut bîye, jîyana rojê dest pê kirîye. Hişyarbûn pêvist e. Hînikîya şevê ji xewê re xweş bû, êdî germ lazim e, hereket, livandin. Ronî germ e, germ dike. Germ jî hereketê ji xwe re tîne. Dewar û pez terin çolê, diçêrin, digerin, dikalin; roj hildaye, roja xwe derbaz dikin. Çûk ji hêlînên xwe derdikevin, difirin, diçivin; roj hildaye, roja xwe derbaz dikin. Însan ji malên xwe derdikevin, diçin, digerin, dişuxulin; roj hildaye, roja xwe derbaz dikin. Dar û ber bi sura bahozê pel û şaxên xwe dihejînin; roj hildaye, roja xwe derbaz dikin.
Şev çûye, roj hatîye; li ser seran û li ser çavan re hatîye. Hewcî nîne ku mirov biraze, roj hildaye. Dem dema derbazkirina rojê ye. Roj ji sibe heyan nîvroj bilind dibe. Nîvroj roj gihîştîye bandeva xwe, tirîj nêzik bûne, germ zêde. Edê hêdî hêdî roj dadikeve, bervî rojavayê. Bandeva rojê îşareta bandeva kar e jî. Danê subê qedîya ye, danê êvarê dest pê kirîye. Êdî roj jî westîya ye, hêdî hêdî dor dora şevê ye. Roj ji alîyê rojhilat ve hat, li bervî rojava diçe. Şewqa tirîjan jî êdî melûl bûne.Her kes û her tişt edî hêdî hêdî hazirîya zivirandina/vegerandina cîhên xwe yên şevê dikin. Malbat ji benda wan e.
Roj diçe avan, şev dest pê dike; dor tê ser dorê.

Hasan Polat, 27.12.2012, Stuttgart. 

Keine Kommentare:

Kommentar veröffentlichen