Samstag, 10. März 2012

Bîranînên Minên Zaroktîyê / Navên Mehan Bi Kurdî

Ez di gundekî piçûkê Kurdîstana bakûr de hatim dunê û zaroktîya min li wir derbaz bû. Zimanê minê zikmakî kurdî/kurmancî bû. Di mektebê/dibistanê de hinî zimanê tirkî bûm. Ji ber ku mîna niha televîzyon, radyo, înternet û hwd tunebûn pêş destpêka mektebê axifandina me kurdîyek zelal bû, pir kêm kelîmeyên/peyîvên tirkî di tê de derbaz dibûn.
Jîyana me jî di çarçoveya jîyana gundîtîyê de şiklê xwe digirt û derbaz dibû. Yanê tesîrên/bandorên bûyerên derî heremê wer zû li ser jîyana me tesîr nedikir. Hajîya me li wan tunebû. Ancax kesek li derî gund bihatana gund, di gund de demekî bimana dikarî di wê pêvajoyê de li ser me tesîr bike. Ew jî pêvajoyek dirêj bû. Di wê pêvajoyê de me jî tesîrek li wî/wê dikir.
Di serî de muellîm/mamoste û malbata wan bûn, yên ku ji derî heremê dihatin û li ba me dijîyan. Di serî de guhertin wan li ser me kir. Dû re jî kesên ku diçûn demekî di bajarên mezin de diman û vedigerîyan/dizivirîyan gund ji xwe re hinek guhertin dihanîn. Hêdî hêdî xwendekarên di gund de dibistana seretayî (ilk okul) qedandin û ji bona dibistana navîn û dibistana amadeyî/lîse çûn bajaran. Wan li wir xwend û dû re bûn memûrên devletê. Li serlêdana wan re zêdetir guhertin ba me peyda bû. Berê ew kesên jîyana wan ne mîna yên me bûn kesên biyanî/xerîb bûn. Lê va yên dû re bûn memûr û bi jîyanek din hatin, nas û dostên me bûn. Êdî şert û şûrtên me jî hatibûn guhertin. Zêdetir kes diçûn bajarên mezin, li wir diman, demekî şuve dîsa vedigerîyan gund. Wan ji xwe re hinek guhertin jî dihanîn. Di gund de kesên ji bona kar di Ewrûpayê de dixebitîyan jî hêdî hêdî zêde dibûn. Êdî di gundan de jî jîyanek tecritkirî/îzole ne minkun/gengaz bû. Di nîvên salên 1980 de cêran hat gund. Bi cêranê re televîzyon jî hat. Êdî televîzyon zêdetir di jîyana gundîyan de bû sedema guhertinê. Televîzyon bi serê xwe nikare guhertinek aqas mezin peyda bike. Pir sedemên din jî hene. Di vî warî de mirov dikare pir tiştan binivisîne. Mijara nivisa mina îroj ne ewe.
Bi salan bû em kurd di alîyê dewleta tirk de hatibûn tecrîtkirin. Dewletê dixwest ku pêşîyê pêwendîya me bi kurd û kurditîyê re bibire, dû re jî gor sîyaseta xwe me tirk û tirkitîyê ve girê bide. Di vî warî de çîn neman hatin serên me, dek û dolav neman li ser me hatin lihîstikandin. Em jî bi nezantîya xwe ji wan re ketin bezê. Hîn jî wusa berdewame. Xwedê soxîna me xêr bike.
Dema me di gund de hîn jîyanek tecrîtî didomand, me wextên xwe gora hereketa rojê tayîn dikir. Ronahî ji me re destpêka rojê, tarîbûn jî dawîya rojê bû. Me navên rojên hefteyê dizanî, lê navên meha ku em di tê de bûn nedizanî. Me navên demsalan dizanî, lê me kelîmeya demsal bi xwe nedizanî. Dixwezim ku bi mînakan/mîsalan vê mijarê ji we re hinekî bidim salixandin.
Mînak: Me digot zivistan, meha navîn, roja ênîyê. Roja pêncşemîyê serê sibê. Havîna paşin. Payîza pêşin. Roja duşemîyê danê êvarê. Çileyê zivistanê û hwd. Va navkirana têra jîyana me ya gundîtîyê dikir, ji ber ku em hatibûn tecrîtkirinê, ji ber ku em pir bûyerên derî heremê nedihesîyan.
Dû re di gundên kurdan de mektebên tirkan hatin çêkirin û tedrîsata wan hatin dayîn. Gor sîyaseta dewletê her kes tirk bû, ger hinî zimanê tirkî bibûna, mîna xwesteka wan jîyana xwe berdewam bikira. Bi hinbûna tirkî me dinyayek din keşf kir. Va ji bo me dibû ku pir baş bibûna, dema ji me înkarkirina me nehatina xwestin. Na na nehatina spartin (dayatmak). Vê spartinê çi hanî serê me û çi nehanî serê me. Herî baş Xwedê dizane, lê qasî ku pê hesîyane em dizanin. Bi kurtayî em însanîyetê derketin. Bila va jî niha li vir bimîne…
Mîna gotinek bi tirkî: “Her zimanek insanek e.” Em hinî zimanê tirkî bûn. Hêdî hêdî em hinî hinek tiştên din jî bûn. Yanê em bûn du însan. Lê ji me re gotin ew însanê hûn berê ew bûn, ew ne însan bû, wî cîh bihêlînin, wî înkar bikin. Me hinekan ew înkar kir, me hinekan ew di dilê xwe de veşart, me hinekan ew ji xwe re kir bela…
Em jî însan bûn, di mêjoyê me de jî pirs pêk dihatin. Wexta me di mektebê de navê mehên salê bi tirkî hindikirin, me dixwest navên wanên kurdî jî bizanin. Lê kesî nedizanî, îmkan ji ber me dihatin qutkirin. Li serda jî kesên ku ji me, yên ku xwe înkar kiribûn digotin: “Binêrin, va ne zimane. Navên mehên salê jî di vanî de tuneye.” Du re em kesên ku bi wan qan nebûn bi sloganên li ser dîwaran “adar” û “gulan”ê hesîyan. Lê zalim bi tedarik bûn. Ji me re gotin ew derewên qominîstan in. Em parçe parçe kirin, berdan hev. Medreseyên me yên bi kurdî tedrîsat dikirin jî mîna cîhên paşvexwazan hatibûn ragihandin.
Sal derbaz bûn, pir tişt qewimîn. Êdî derew nehatin vêşartin. Bi derketina înternetê hinbûna zimanê kurdî hêsantir bû. Ne ji herkesî re, tenê ji kesên ku dixwestin hin bibin, lê nedikarîyan re.
Tê bîra min ku, min rojekê di dibistanê/mektebê de navên mehan bi tirkî hin kir. Wexta hatim mal, ji dapîra xwe ya rehmeti navên mehan bi kurdî pirs kir. Wî tenê min re navên 3 mehan bi kurdî karîya bibêj e: “Adar, Nîsan û Gulan”.
Ne min êdî navên mehan bi kurdî mereq kir, ne jî îmkanek hebû ku ez hin bibim. Sal derbaz bûn, li Elmanyê rûpela salnameyek kurdî ket destê min. Di wê rûpelê de navên mehan hatibûn nivisandin. Dû re min bi xwe jî hinek lêkolîn kirin. Rastî hinek agahîyên/malûmatên dijî hev jî hatim. Dîsa jî dixwezim va navên mehan bi kurdî pêşkeşî we bikim. Gor salnameya kurdî sal 21ê adarê dest pê dike. Loma meha yekemîn jî adar e. Dibe ku ji we re hinekî xelat bê. Di Elmanyê de jî bihar 21ê adarê dest pê dike. Çima? Ez nizanim. Navên mehan bi kurdî wusa ne.
1. Adar – Newroz – Xakeliv
2. Nîsan – Nîşan
3. Gulan – Cewzerdan
4. Puşper – Hezîran
5. Tîrmeh – Temûz
6. Tebax – Gelavêj
7. Elûn – Îlon – Rezber
8. Cotan – Cotmeh – Kewçer – Gelarêzan
9. Mijdar – Sermawez
10. Kanûn – Berfenbar – Çirya Pêşî
11. Çile – Rebendan – Çirya Paşî
12. Sibat – Reşemî – Reşemeh
Di serî de min dixwest di derheqê bi kurdî navên mehan de hinek tiştan bînim bîra xwe. Li ber komputûrê rûniştim. Ew tiştên din jî hatin bîra min. Min nexwest wan ji we bihêwişînim.


Stuttgart, 10.03.2012, şemî.

Keine Kommentare:

Kommentar veröffentlichen