Montag, 28. Dezember 2020

Sala Min a 2020

 

Nivîsandin karek qenc e, lê bi zehmet e. Dema mirov jê ra karneket jê dûrdikeve. Demek dirêj e min pir kêm nivîsand. Ew jî nişêtekeke ku ji nivîsandinê dûrketime. Di înternetê da malperek min a kurdî heye. Min bi salan nivîsên xwe di tê da weşandin. Pir zêde nebin, kêm jî nînin. Ez niha nêriyam li ser nivîsa dawî ra salek zêdetir wext derbaz bûye. Çima wusa bû?

Dema mirov nezaniya çi binivîsîne, ger ji xwe pirs bike ku ji bo nivîsandinê tişt bên li ber wî. Min jî lewma ev pirsa jor nivîsî. Rast e, dû pirsê mirov ji bo nivîsê ji xwe ra dikane tişteke bibîne. Lê ev bi xwe têra mirov nake. Di navbera nivîsandin û nivîsandinê da dikanin pir cudahiyên mezin derbikevin holê. Ez niha ji bo nivîsandinê zorê didim xwe. Ev jî nîşan dide ku ji bo nivîsandinê pir amade nînim, lewma zorê didim xwe. Dema mirov bi xwe amade nebû nivîsa wî da ev tê dîtin. Dîsa jî dixwezim di sala 2020 da nivîseke di malperê da biweşînim. Ji bo wê jî ger binivîsînim. Wexta nivîs qediya û hat weşandin belî dibe ku çer hatiye nivîsandin.

Sala çûyînê di serî da belî bû ku ez gerek ji xwe ra cihekî ji bo kar bibînim. Ew muşkîlat ji bo min li serê salê sedemek bû. Hîn pir sedemên din hebin jî sedema derket pêş ji mirovan ra bes e. Bi wî xwe dixapîne. Min jî her hal wusa kir. Havînê cîhê minê nû belî bû û min li wir dest bi kar kir. Îcar jî hinbûna karê nû xwe mîna muşkîlat nîşan da. Min nivîsa xwe ya dawî di vê demê da sererst kir û weşand. Lê nivîs di pêş weşandina xwe da bi şiklekî hatibû nivîsandin. Min hêvî dikir ku weşandina wê nivîsê ji bo destpêkirina nivîsên nû bibe sedem. Mixapin ev tişt nebû. Meh derbaz bûn, lê ji bo malperê nivîs peyda nebûn. Bi demê ra pê hesiyam ku meh mîna rojan derbaz bûne. Di serê sala 2020 da min li ser romanek bi kurdî hatibû nivîsandin şiroveyek nivîsa û di malpereke da hat weşandin. Lê ew ne gor malpera min bû ku biweşînim. Bi dû wê ra jî êdî tu nivîs derneket holê.

Di carê da korona derket ortê. Min got carê, lê bi rastî bi mehan bû di Çînê da behsa wê nexweşiyê dihat kirin. Lê me Çîn û ew nexweşî ji xwe dûr didît. Di nava meha Adara 2020 da bi şiklekî tund dukan û pir cîhên kar hatin girtin û bi rêya medyayê ji mirovan hat xwestin ku li mal da bimînin, pêwendiyên xwe yên bi bedenî ji mirovan ra bidin qutkirin. Ji wan rojan vir va korona bû parçeyek jiyana me û ewê di jiyana nûdem da cîhê xwe qeyîm bike.

Jiyana min ne ji ber koronayê, ji ber nexweşiyên din hat dorpeçkirin. Di serî da 5 heftan ji ber êşa pişt min nekaniya herim kar. Bi dû sê heftan, di 10ê meha Hezîranê da giraniyek ket ser min. Ez li der bûm, min xwest werim mal û rabizim ku ew giranî derbaz bibe. Çenteyê min di destê min da diket, min nedikanî rabigîhînim. Lê dîsa jî li ber nexweşxaneyê ra derbaz bûm hatim mal. Çûyîna nexweşxaneyê neket bîra min. Ev jî nîşan dide ku hinek edetên zaroktiyê di hal û hereketên mirov da cîhên qeyîm digirin, mirov bê haydarbûn di bin tesîra wan da dimîne. Li mal pê heşar bûn ku ev ne karê xewê ye, ev nexweşiye. Telefonê toxtor kirin, şev bû, toxtor ez şandim nexweşxanê. Li wir bi bergirtina rontgenan pê hesiyan ku çi li min qewimiye.

Hefteyeke di nexweşxaneyê da mam. Tesbît kirin ku ji mêjoyê min da xwîn herikiye cihêke din, lê nekaniyan tesbît bikin ku ji ber çi? Hîn jî em nizanin ji bo çi û ji ber çi? Bi dû ji nexweşxaneyê derketinê bi hefteyeke li mal mam, dû ra çûm kûrê. 5 hefteyan li kûrê mam, dû ra jî bi hefteyan li mal bûm. 6 hefteyan ji bo ceribandina kar hêdî hêdî çûm kar. Bi dû wan rojan tenê 2 rojan xebitiyam û ger min destûra/îzina xwe ya salê bigirta. Min destûra xwe girt û li mal im. Ezê di 4ê meha Rêbendana 2021ê da dest bi kar bikim.

Xwe ji koronayê parastin bi aliyekî, bi koronayê ra derketina muşkîlatên rojane ra tekoşîn li aliyekî. Pir tiştên heta niha hatin pesandin, ango tekiliya bi însanan ra ji ber koronayê niha bûn muşkîlat. Carna ewqas zehmet dikevin di jiyana mirov ku ew nikare mirovekî xwe yê qeyîm binerd jî bike, li malbata wî da ji bo wî duayeke bike. Jiyan ji hinek aliyan va pir hat guhertin.

Însanên bi salanin dişixulin û xerc dikin cîh nabînin ku pereyên xwe xerc bikin, ji ber ku pir cîh ji ber koronayê hatine girtin. Jiyan ji hinek aliyan va bi zehmet bûye, ji hinek aliyan va jî bêmanetiya hinek muşkîlatên jiyanê derketine holê. Ka em binêrin bi dû dorpeçkirina koronayê jiyanek çitor derbikeve holê? Kesên xwedî derfet her çiqas ji gor xwestinên xwe bikanin pir tiştan dîsa bikin parçeyek jiyanê jî hinek tişt, li gor tekoşîna însanan pir tişt jî dikanin bikevin nav jiyana nû. Gor dîtina min di vî warî da şirove kirin hîn zû ye.

Bi dû demek dirêj ez dîsa dest bi kar dikim. Hêvîdar im ku di warê kar da, dû ra jî warên din da muşkîlatên mezin dernekevin û ez bi şiklekî normal jiyana xwe bidomînim. Carek din bi destpêkirina nivîsandinê jî xwestinek minî girîng e. Hêvîdar im ku Xwedayê mezin di heqê min da xêr û xweşiyê nesîb bike!

Stuttgart, 28.12.2020