Di jiyana rojane de em carna ji xwe re dibêjin:
Xwezî haya min ji van tiştan tunebûna an jî xwezî min di vî warî de weqas tişt
nezanibûya! Lê dîsa jî her kes dixweze zana be û di derheqê derûdora xwe de
agahdar be. Lê xestin tenê bi lêvkirinê nabe, ger mirov ji bo destxistinê hewl
jî bide.
Însan zêdetir meyldarê rehetiya xwe ye. Dema
sedemek ji bo çalakiyê nebîne teraltiyê tercîh dike. Lewma piraniya mirovan
derîhiş ji rewşa xwe razî ne û naxwezin xwe biguherînin. Mirov hinî tiştekî bû
û ew tişta ji xwe re kir xû êdî naxweze xwe biguherîne. Lewmaye ku bi elmanî tê
gotin ku „Însan heywanekî bi xû e.“ Ango tiştên mirov ji xwe re kir edet û xû,
bi zehmet be jî ji mirov re asan/hêsan tên. Mirov guhertina wan tiştan li ba
xwe naxweze. Xwestin û nexwestin bi zexm girêdayî zanîn û nezanînê, ango
naskirin û nenaskirinê ne jî. Dema mirov tiştekî nezanî û nasnekir, wî tiştî
naxweze jî. Ew kes dixweze li ba tiştên dizane û nasdike bimîne, xwe
neguherîne.
Di warê perwerdeyiyê de; hinbûn, ji bo hinbûnê
hewldan, ji xwe û derûdora xwe hayîdarbûnê de pispor behsa çar merhaleyan
dikin. Ango heta mirov hayîdar nebe di derheqê rewşa xwe de xwediyê texmînên
çewt e. Ew çewtiya di jiyanê de ji xwe re hîn pir çewtiyên din tîne. Zanîn û
hayîdarbûn du tiştên dualî yên girêdayî hev in. Ango mîna pirsa ku „Mirîşk ji
hêkê derketiye an hêk ji mirîşkê?“ ye. Dema mirov bizanibe hayîdar dibe, hayîdar
bû dixweze zêdetir bizanibe. Van çar merhale bi kurtayî wusa ne:
1. Derîhişa bê
qabiliyet: Ger mirov bizane ew nezan e ku hewceyê zanînê bibe. Ango bixweze
ku hînbibe. Di vê merhaleyê de mirov hîn hayîdarê nezantiya xwe nîne. Dema
mirov di vê merhaleyê de bimîne ji bo zanînê hewlnade.
2. Hayîdarbûna bê
qabiliyet: Va bi rastî merhaleyek pir girîng e. Mirov ji nezanîna xwe hayîdar
dibe û dixweze bibe zana. Dixweze ji bo hinbûnê hewl bide, lê hîn hewlneda ye.
3. Hayîdarbûna bi
qabiliyet: Mirov dest bi hinbûnê dike û pê dihese ku hinbûn çi ye. Ji bê qabiliyetê
derbazî bi qabiliyetê dibe. Mirov dikeve di nav hestên balkêş. Mirov êdî dizane
ku ji bo pêşveketinê lazime ku hewlbide xwe, hinbibe, zehmetkêş be, jiber bike
û bielime. Lê mirov hîn bi serneketiye. Serketina bi rastin di merhaleya paşin
de diqewime.
4. Bêhayîdarbûna bi
qabiliyet: Mirov di dawiyê de gihiştiye qada tecrûbeyê û qabiliyet
standiye. Dema hewce bû bi xwe ew qabiliyet derdikeve holê û ji mirov re rê
nîşan dide, muşkîlatan çareser dike. Mirov hewce nabîne ku pir hewlbide xwe.
Bicihanîn û çareserkirin ji wî re mîna tiştekî navdest e. Mirov bêhayjêbûn jî
bi qabiliyet e. Tehlûkeya vê merhalê bixwebawerbûnek pir û qurretî ye.
Di vî warî de civaka ku mirov di tê de dijî û têkiliyên
civakî xwedî rolên gelek girîng in. Ji tiştekî hayîdarbûn, wek ku mirov
dihesibîne ne tiştek asan e, mixabin pir bi zehmet e. Mirov bi xwe nikare xurtî
û kêmasiyên xwe bibîne, hewceye neynikê ye. Ango ger li derve yek wî bide
danastin (feedback), jê re bibe neynik û wî hayîdar bike.
Pêvajoya danastinê bi xwe peyda nabe, girêdayî pir
faktorên curecur in. Dema ji aliyê derûdora mirov de danezanî pêk neyê, mirov
bi xwe hayîdarê kêmasî û çewtiyên xwe nabe. Lewma di perwerdeyî û kemilandina
mirov de civak xwedî rolek girîng e. Lêkolînên Dunning-Kruger-Effekt (Bandora
Dunning-Kruger) derxistibûn holê ku mirovên nezan zêdetir ji xwe bawer in.
Sedemên vê dîtinê min nivîsa xwe de anibû ziman[i].
Lêkolînên van herdû zanyaran tiştek din derxistin holê, ango Sendroma
Dunning-Krugerê (Dunning-Kruger-Syndrome).
Mijara Sendroma Dunning-Kruger kêmasiya danezaniya
civakê û pirsgirêkên vê kêmasiyê ne. Dema di cîvakê de kêmasiyek wusa hebe,
mirovên çewt derfetê nabînin ku hayîdarê çewtiyên xwe bibin û hewldana xwe ya
ji bo serrastkirinê bidin. Ango dema civak bi uslûbek erênî çewtiyên mirovên li
ba xwe ji wî mirovî re diyar nekir, di nav çewtiyan de mayîna wî mirovî teşwîq
dike.
Mirovên bi çewtiyan, bes bi çewtiyên xwe re
namînin, bi çewtiyên xwe bandor li derûdora xwe jî dikin. Ji bo muşkîlatên xwe
bi dû sedemên nerast û ne di cîh de dikevin. Ev jî ji wan re dibe sedemên
peydakirina muşkîlatên din. Mirov dikeve di nav çerxek bêsûd ku, ew bi nerênî
tesîrî civakê jî dike.
Mirovên wusa nikarin bi xwe jê derbixin ku
qebiliyata wan şund ve maye. Ew ger bi perwerde, danastin û tecrûbeyan werin
teşwîqkirin. Lewma di civakê de bi uslûbek erênî danezaniya çewtiyan alîkariyek
herî mezin û girîng e.
Stuttgart, 28.03.2019