Gotinek galerî ye, dibêjin; „Mirovê nezan pir bi
cesaret e.“ Em dizanin ku gotinên galerî ên bi salan tên gotin li ser
tecrûbeyan hatine avakirin. Ango xwedî rastiyek bi tecrûbî ne. Ger ku wusa
nebûya weqas nedihatin dubarekirin û di demek şûnd ve dihatin jibîrkirin.
Du derûnînasên Amerîkî bi navên David Dunning û
Justîn Kruger di sala 1999an de dixwezin lêkolînekê darbixînin. Ma gelo
têkiliyek di navbera zanîn û ji xwe bawerbûnê de heye an na? Bi pirsên testên
cure bi cure dixwezin xwendekarên Zanîngeha Cornellê di warê ramîna/hizirîna
mantiqî û gramatîkê/rêzimaniyê de bicêribînin. Di her cêribaniyê de eynî encam
derdikeve holê: Mirovên bersivên wan ne di cîh da ne xwe zêdetir serkeftî dihesibînin.
Xwendekarên ku zêde jîr jî xwe kêmtir serkeftî dibînin. Ango di encama lêkolînê
de aşîkar dibe ku mirovên nezan di derheqê qabîliyet û ji xwe bawerbûnê de xwedî
gumaneke mezin in. Ji vê tesbîtê re Efekta Dunning-Kruger (Bandora
Dunning-Kruger) tê gotin.
Ev tesbît di serî de ji mirov re hinekî çewt tê
xuyakirin. Lewma di wî warî de behsa çar merhaleyên xapînok tên kirin. Dema
rastiya mirov û gumana mirov hevûdin negire çewtî heye. Ew çar merhaleyên xapînok
ên tên diyarkirin bi kurtayî wusa ne:
1. Mirovên bê qebiliyet birêkûpêk jêhatîbûna xwe
dinitirînin. (Merhaleya 1.)
2. Ew kes muqtedîr/desthilatdar nînin ku çarçovaya
qebiliyata xwe têbigîhînin. (Merhaleya 2.)
3. Lewma ev kes nikarin qebiliyata xwe pêştve bibin û
berfireh bikin. (Merhaleya 3.)
4. Ev her carê qebiliyeta kesên ku li ser van re ne, ji
xwe kêmtir dihesibînin. (Merhaleya 4.)
Şirovekirina tespîtên jorin ên van herdu pîsporan dibe ku
ji aliyên pir kesan ve zêde populer jî werîn dîtin. Lê dema mirov hinek mînakên
rojane bikare bîne ber çav, bi rastî jî dikare çewtiyên wusa yên ji aliyê
piraniya mirovan ve tên kirin, bibîne. Di jiyana me de jî çewtiyên wusa yên
derîhiş ên ji aliyên me ve tên kirin hene. Dema mirov li ser çewtiyên xwe yê
wusa kitekit hûr û kûr bisekine, dikare ji wan hinekan bi xwe jî tespît bike.
Sedemek nehesandina çewtiyên wusa edet û xûygirtina tiştên wusa ne. Dema mirov
di demek dirêj de bi tiştekî re rabe û rûne edî ew tişt çiqas normal nebe jî di
çavên wî de dibe tiştekî normal. Da ku ev mijar baştir were têgîhiştin van
mînakên rojane di malpera înternetê de wusa hatine pêşkeşkirin:
- Piraniya ajovanan/şofêran bawer dikin ku ev ji piraniya
ajovanan baştir ajovan in.
- Piraniya alîgirên
taximên/tîmên futbolê ji aliyê rêwaziyê/taktîkê de xwe ji rahêner/antrenor
û menecerên taximên xwe zîrektir û baqiltir dihesibînin.
- Piraniya dengdêran/hilbijêran ji xwe bawerin ku ew ji
siyasetvanên li welatê xwe baştir dikarin karên siyasetê birêvebibin.
- Pir kesên li ser facebookê aktîf in nikarin rastiya
jiyanê û tiştên li ser facebookê tên weşandin ji hevn cuda bikin. Ew ji xwe bawer in ku her raman û rexneyên wan
di cîh de ne.
Bi kurtayî: Zanîna nîvço û nezantiya mirovên nezan
di warên ji xwe bawerbûn û cesaretê de wan zêdetir teşwîq dike. Zanîna mirovên
zanyar jî di warê ji xwe bawerbûn û cesaretê de zêdetir dibe sedema miqayîtbûnê.
Mirov nikare hemû agahiyên ji derûdora tên bîhistin
û dîtinê têbigîhîne. Her kes bi şiklekî derîhiş xwedî parzûnekê/fîltrekê ye. Ew
parzûn bala wî dikişîne li ser tiştên ku ew pê re mijûle û ji bo xwe girîng dibîne.
Zanebûn û nezanî, bi tecrûbebûn û naşitî li ser kapasîteya/zerengiya vê parzûna
mirov de xwedî bandorek mezin e. Mirovên nezan û nîvçozan ji parzûnên xwe
nehaydarên pir tiştên hûrgiliyên zîz/hessas in.
Di ragîhandinê de qasî bilêvkirina bêjer/gotindar
têgîhiştina guhdar jî girîng e. Lewmaye ku eynî gotin ji aliyên her guhdarvaneke
ve bi awayekî tê têgîhiştin. Perwerî û tecrûbe dîtin û têgîhiştina mirov
berfireh û kûr dike, mirov zêdetir bi hûrgilî dinêre û dibîne.
Ango mirov dikare bibêje ku mirovên nezan rîzîkoya
gotin û kirinên xwe nikarin bi hûrgilî û berfireh bidin ber çavan û texmîn
bikin. Lewma ji xwe zêde bawer in û tiştên xwe mezintir û girantir tînin ziman
û dikin. Mirovên zana jî ji ber ku berfireh û hûrgilî dinêrin zêdetir xwe şund ve
dikişînin û gor kesên nezan kêmtir ji xwe bawer in.
Stuttgart, 07.01.2019, duşem
Çavkanî: https://karrierebibel.de/dunning-kruger-effekt