Nivîskarê tirk ê navdar Orhan Pamuk romanek xwe bi hevoka, „Min kitêbek xwend, jiyana min guherî“ dest
pê dike. Bi rastî jî kitêbên jiyana mirov biguherînin kêm nînin. Ez dikarim
bibêjim; hinek kitêp hene dinyayê diguherin. Ger bê zanîn ku ne kitêb bi xwe,
ew kesên ku wan kitêban dixwînîn, ji xwe ra ders û şîretan hildigirin; bi
tevger û kirinên xwe dinyayê diguherînin. Ango kesên kitêb dixwînin ger di serî
de xwe biguherînin. Dû wan guhertinên xwe dikarin li ser derûdora xwe tesîr
bikin, mirovan ra bibin mînak û rêber, bibin sedemên guhertinên mezin.
Dema
behsa tevger, kar û guhertinan hat kirin zêdetir guhertinên mezin bala mirov
dikişînin û li ser wan tên axaftin. Mixabin tu tiştên mezin di carekê da
dernakevin holê û girêdayiyê tiştên piçûk in. Ango tiştên mezin û girîng di
dawîya pêvajoyek bi tiştên piçûkan kêl bi kêl hatine hûnandin, diqewimin. Lewma
tê gotin ku „mesafeyên dirêj
bi gavên piçûk tên girtin.“ Mirovên qîmeta gavên piçûk nezan
in û tu gav nevêjin, ewê tu car nikarin bigîhêjin armancên xwe. Dema mirov
tiştekî bixweze, divê ji bona wî tiştekî bike. Kirinên piçûk, yên mezin ji xwe
ra tînin û mirovan pêşt ve dibin. Tenê bi xwestinê tu tişt neçûye serî û ewê
nere jî.
Armancên
teorik bi serê xwe pirîcaran dibin sedemên di cîhê xwe da mayîn. Mirov mesafeya
di navbera xwe û armancê da ji ber xwe ra tîne, dikeve di nav tirs û xofê.
Teorî di vî alî da tiştek nerênî ye. Divê ku bi tevger û kirinan, ango bi
pratikê were piştgirî kirin. Her gavên piçûkê li ber armancê asoya mirov
berfireh, şewq û motîvasyona mirov jî pêşt ve dibe. Dema mirov derfetên xwe yên
rojane, çi piçûk çi mezin, ji aliyê pratîkê va îhmal nekir, ewê bi ser bikeve.
Di
kultira rojhilat da pirîcaran ji bona guhertinan takes wer dizanin ku
hewcedarîya tevger û kirinên wan nîne, xwe paşt ve dixin û zêdetir pasîf
dimînin. Gor vê rewşa nerênî tiştên diqewimin pirîcaran dijî xwestinên wan in.
Ji bo tevgerê li benda rêberan dimînin û derfetên xwe heba dikin. Rast e, her
tişt li gor tevger û kirinên mirovan nare serî. Lê mixabin tevger û kirinên
mirovan jî tu car bê bandor nînin. Takekes zêdetir hêvîdarin ku daxwazên wan ji
aliyên mirovên ew li bendê ne werin kirin. Lê dema mirov bi xwe tiştek nekir li
ba wî tiştekî gor xwestina wî jî naqewime. Mirov bi tevger û kirinên xwe di
serî da xwe diguherîne. Dû re jî li ser derûdora xwe tesîr dike. Kirde/fail bi
tevger û kirinên xwe dibe navîna guhertinan. Dema mirov bi xwe tiştek nekir û
benda kesan ma ewê ji aliyên kesan va were guhertin. Ango ew bi xwe êdî
kirde nîne, berkird e /obje ye. Qanûna guhertinê wusa ye.
Mirov
mexlûqek bi lez e, dixwaze netîceya hemû tevger û kirinên xwe di demek kin da
bibîne. Lê va bendewariyek nerast e. Tiştên bandora wan di dest da tên dîtin,
tiştên rojane ne û bondora wan jî zêde nadome. Lê tiştên bondora wan pişt demek
bihurtî va derdikevin holê, zêdetir xwedî bandorek bidom in. Çi dibe bila bibe,
ango tu tişt badihewa nîne û xwedî bandorek e. Dibe ku mirov hayjê wê bandorê
nebe.
Dixwazim
bala we bikişînim li ser kirdeyê tevger û kirinan. Em dizanin ku ji bo mirovan
tecrûbe tiştek pir balkêş û girîng e. Dema mirov bê tecrûbe be, jiyan zêdetir
dibe barê giran. Mirov çiqas xwedî tecrûbe be, weqas jî dikare ji jiyanê
îstifade bike, jê zewq bigire. Ji bo hilgirtina tecrûbeyan jî ger tevger û
kirin hebin. Mirov pirîcaran dixwazin ji tevger û kirinên kesên din ji xwe ra
tecrûbeyan hilbigirin. Lê mixabin va tiştekî zehmet e û pirîcaran cîhên
tecrûbeyên şexsî nagirin. Lewma hatiye gotin ku „musîbetek ji hezar nesîhetî
çêtir e.“ Hinek dikarin bibêjin; ma musîbet çer dikare çêtir bibe?
Ez
jî dixwazim bala we bikişînim li ser vê mijarê. Mirovên bi tevger û bi kirin
her dem bi tiştekî re kardikevin, bi van tevger û kirinên xwe tecrûbeyan
hildigirin. Her çiqas mirov bixwaze bi tiştên serkeftin ra tecrûbeyan bistîne
jî pirîcaran wusa nabe. Em dizanin ku di jiyanê da her dem her tişt gor
xwestina mirov nameşe. Ew tişt dijî daxweza mirov bimeşe jî ew tevger û karên
wî badîhewa nîne. Mirovê bi wî tiştî ra karketiye û xwestiye bibe serî hinî
tiştên nû bûye, tecrûbe hilgirtiye. Va bi xwe ji bo wî tiştekî erênî ye. Ango
ew kes di vê pêvajoyê da bûye xwedî tecrûbe. Bi wan tecrûbeyan ewê baştir
bikare başî û nebaşiyên xwe tesbît bike, ji xwe ra şiretan jî hilbigire. Dema
ew carek din tiştekî wusa bike zêdetir dikare bi ser bikeve. Van aliyên tevger
û kirinan bi serê xwe ji bo kirde qezencek mezin e.
Mirovên
xwedî tecrûbe ji bo paşerojê zêdetir amade ne û rengên daxwazên wan jî wê
zêdetir xwe bidin der.
Stuttgart,
04.10.2018, Pêncşem