Zanîna ez dizanim, min cara yekemîn
peyva kitêp ji gotina „kitêba te ji pê
îman hanîye“ bihîst. Kalikê minî rehmetî carna kitêbek dixwend, jê ra mishef
digotin. Dû re pê hesiyam ku mishef ew kitêba misilman pê îman tînên, Qur’an e.
Bi heftsaliya xwe re min dest bi dibistana
gund kir, me jê ra mektep digot. Di dibistanê de ez hinî zimanê tirkî bûn, lê
qedexekirina zimanê minê zikmakî jî di dibistanê da ji min ra eşkare bû. Peyva
kîtap di dibistanê da bû parçeyek jiyana min. Dema behsa kîtap bibûna, kitêbên
bi zimanê tirkî hatibûn nivîsandin di hişê min da cîh digirt. Zimanê kurdî û
kitêb, ji min ra du tiştên dûrî hev dihatin dîtin. Bi demê ra min hebûna
kitêbên kurdî bihîstin, lê nedît.
Mewlûda kurdî ya diya min hebû, lê bi
herfên Qur’anê hatibû nivîsandin. Diya min carna ji mewlûda kurdî çend çekû ji
min ra dixwend, lê zêdetir jî nayê bîra min. Ya ku ez dizanim ew mewlûd wek
kitêb di hişê min da cîh negirt.
Cara yekemîn elîfbayek bi kurdî ya bi
herfên latînî min di xaniyê paşin da dît û nîşanî apê xwe da. Min hîn nû dest
bi xwendina bi tirkî kiribû. Di elîfbaya bi kurdî da hinek herfên ji bo min
nediyarbûn, hebûn. Lewma min nekariya bixwînim. Çi hat serê wê elîfbayê
nizanim. Texmîna min ji ber tirsa cendirman hat şewitandin.
Li Stembolê, dema ku diçûm zanîngehê çend
pelên fotokopiyên çîrokên ji aliyê Osman Sebrî ve hatibûn berhevkirin ketin
destên min. Bi rojan xwendina wan çîrokan ra mijûl bûm. Wekî din li Tirkiyê
rastî kitêbên kurdî nehatim. Cara yekemîn kitêbên kurdî li Elmanya ketin destên
min. Yek ji wan kitêba gramatîka/rêzimana kurdî ya bi tirkî hatibû îzehkirin
bû, yên din jî dîwana Cîgerxwîn bûn. Êdî peyva kitêb û zimanê kurdî li ba min
hêdî hêdî ji hevûdin ra bûn heval. Di serî da kitêbên bi kurdî hatibûn
nivîsandin zêdetir helbest bûn. Dû re hêdî hêdî behsa kitêbên çîrokan jî hat
kirin. Ji bo min romana herî pêşiya bi kurdî, ya birêz Mehmed Uzun ya bi navê
Bîra Qederê bû.
Bi demê ra zêdetir kitêbên bi kurdî hatin
nivîsandin û çapkirin. Pirsgirêka çapkirina kitêbên bi kurdî hêdî hêdî ji holê
ra bû. Îcar pirsgirêka bi kurdî xwendin roj bi roj aşikartir bû. Kurdên di
dibistanên Tirkiyê da hinî xwendin û nivîsandina bi herfên latînî bibûn hewl
nedan ku kitêbên kurdiyên bi herfên latînî hatine çapkirin jî bixwînin. Mêjoyên
zarokên kurd ên di dibistanên Tirkiyê da xwendibûn ji bo zimanê kurdî hatibûn
girêdan. Ez bi xwe demekê benda hevalên xwe yên di warê zimanê kurdî da xwedî
hessasiyet bûn mam ku bi kurdî binivîsînin. Lê mixabin deng ji kesî derneket.
Min rojekê biryar da û dest bi nivîsandina bi kurdî kir. Derketina kovara
Nûbihar ji min ra bû dibistan. Gelek nivîsên min di kovarê da hatin weşandin,
weşandina wan ji min ra bû çavkaniya berdewamiya nivîsandina bi kurdî. Bi
derketina înternetê hinek derfetên nû derketin holê. Min berê wer dizanî ku
tunebûna derfetan e bi kurdî ra karneketin. Dû derketina înternetê ji min ra
aşikar bû ku xwe bawerkirin û xwestin in ji bo destpêkirina tiştan.
Demek dirêj kurdiya nivîsî ji bo min devoka
kurmanciya botî bû. Dû tekiliyên min ên birêz Îkram Oguz ra û bi destpêkirina
romana wî ya bi navê Mîro pê hesiyam ku devoka kurmanciya Serhedê di dîroka
zimanê kurdî û spartina çanda kurdî de xwedî rolek mezin e. Dengbêjin bi nav û
deng di herema Serhedê da jiya ne, stran û kilamên xwe bi devoka Serhedê
pêşkeşî gelê kurd kirine. Lewma min biryar da ku nivîsên xwe da devoka serhedê
pêk bînim, jiberku ez zikmakî bi devoka Serhedê hinî kurdî bûm.
Di van demên dawiyê de min çend caran di
facebookê de „Xwendin îmtiyazek e, jê îstîfade bikin.“ nivîsand. Di Tirkiyê da
kêm însan ji vê îmtiyazê îstifade dikin. Dema mijar bi kurdî xwendin be pir kêm
kes dixwînin. Dema behsa xwendinê bû jî kitêb tên ber çavên min û di hişê min
da cîh digirin. Ewê behs hat li ser kitêban dixwezim di derheqê kitêba ku min
nû xwend çend nêrîn û rexneyên xwe pêşkeşî we xwendevanên hêja bikim.
Ew kitêb romana kek Îkram Oguz ya bi navê
„Mîro“ ye. Mîro zêdetir kurteroman e, 140 rûpelan pêk tê. Di romanê de cîh
neyên binavkirin jî, bûyer li Serhêdê diqewime. Gundekî kurdan ê piçûk, heremek
kurd û ermenî bi hev re dijin. Hesabên siyasiyên devleta Ûris û devleta
Osmaniyan, êrişên wan ên hember hev jiyana wan diherimîne. Gundî hemû mirovên
hev in. Dibînin ku di vî gundê bav û kalan da êdî ji wan ra rehet tune, bar
dikin û dikevin rê û dirban. Dû rêwîtiyek dijwar ê bi heftan, dîsan li Serhedê
di cîhekî xweş û delal ji xwe ra dikin war û li wir cîh dibin. Dû çend salên
xweş û delal îcar dijwartiya nijadperestiya Komala Tirkiyê dibe bela serên wan.
Bi serhildana şehîdê nemir Şêx Sedîd ra
zilm û zora Romê her roj diçe jiyan dijwartir dibe.
Roman bi hevokên sade û bi kurdiyek paqij
hatiye nivîsandin. Gor dîtina min ya herî giring çîrok di mecreya jiyana
gunditiyê de bi nêrînek edebî hatiye rêsandin. Berhemên nûjen ên bi kurdî kêm
an zêde, bi zanayî an nezanî hinek
rengên bîrdoziya nivîskar dihewînin. Gor dîtina min di romana Mîro da
bîrdoziyek nivîskar aşîkar nabe, bûyer di çarçoveya jiyana gundiyan û
pirsgirekên wan ên demê re bi islûbek edebî diherike.
Ziman hêsan, hevok û bûyer sade be jî bi
xwendina romanê ve min xwe di bin barek girand da hîs kir, nekarî gor dilê xwe
bixwînim. Kitêb kaling nebe jî gelek wexta min girt. Pirtûka duemîne ku
xwendina vê ji min ra giran hat. Ji bo îzahkirina wê sedemên derûnî/psîkolojîk
bêtir tu tişt nehat aqlê min. Mijara romanê zaroktiya min, jiyana gund,
pirsgirekên me yên wê demê, qisedan û stranên wê demê mîna şerîda filmekê li
ber min ra bir û hanî, hestên min livandin, carna jî serûbin kirin. Min di
romanê da zaroktiya xwe, der û dewerên zaroktiya xwe dît, carek din kifş kir.
Gelên xwendevanên hêja yên kurdîaxev û bi
kurdî xwendevan. Dema hûn bixwezin bi devoka Serhedê kitêbekê bixwînin şêreta
min ewe ku kitêbên kek Îkram Oguz bixwînin. Dema hûn bixwezin li ser jiyana
gundekî Serhedê ya di destpêka sedsala 20an da hinek agahdar bin, romana bi
navê Mîro hatiye weşandin bixwînin.
Baran ji bo cîhên bej tê çi wateyê xwendina
kitêbên kurdî yên edebî jî ji bo me kurdên nûjen tên wê wate yê. Bi kurdî
bixwînin ku temarên we yên çandî yên ku miçiqîne dîsa jîndar bibin.
Hesen Polat, 20.07.2018, Stuttgart