Par, ango sala çû, îroj min
dest vê rojaneya xwe kir. Îroj sersala rojanê ye. Di vê navberê de meh bû min
tenê nivisek nivisand, meh bû çend nivis. Heyan dest min hat hewlda xwe ku tu
mehe bê nivis nebihurînim. Va hewldana ji min re bû sedemek ji bo nivisandinê
jî. Di vî warî de rojane gihîşt armanca xwe. Di alîyên din de ji hîn zû ye ku
mirov tiştekî bibêje. Hêvîdarim ku va rojaneya bibe hîn sedemên pir tiştên baş.
Hewldan ji me, serkeftxistin jî ji Xwedayê me.
Dema mirov ji xwe re armancekê belu bike û ji bona vê hewlbide, ewê bigîhê
armanca xwe. Dibe ku ew armanc gor xwestina wî kesî nemeşe, lê ew hewldan bi
şiklekî bandore xwe nîşan bide. Gor bawerîya min tu tişt badîhewa nine, zû û
dereng bandore xwe nîşan dide.
Îsal di 3ê vê meha rêbendanê/çile de Xwedê nesîp kir, min fuara kitêban ku
li bajarê Duîsburga Elmanyê hatibû darxistin serî lê da. Fuar li Elmanyê hatibû darxistin,
lê weşanxaneyên tevî bûn li Tirkîyê hatibûn. Weşanxaneya Nûbihar jî beşdarî
fuarê bibû. Min hinek kitêb/pirtûk girtin. Dema min pereyê kitêban da, çavên
min kitêbekî din ket, bala min kişand. Min ew kitêba jî girt. Niha pir
kêfxweşim ku girtina wê kitêbê jî nesîbê min bû.
Navê kitêbê: „Şev û Roj Berbiqa Li
Ser Avê Me“. Niviskarê wê birêz Sidîq Gorîcan. Kitêb di sala 2012 de ji
alîyê weşanxaneya Nûbihar ve hatîye weşandin. Helbestên kek Sidîq dema ku di
kovara Nûbihar de tên weşandin jî bala min dikişînin. Lê vê kitêbê bi helbestên
xwe zêdetir ez dorpeç kirim. Dixwezim ku her kesê xwendewan helbestan jî
bixwînin. Helbest di nav berhemên edebî de mîna tacê/zerzenga serên padîşahan
in.
Lê vir ji çend rojan pêşt ve hevalekî di facebookê de bidûhev çend çarînên
helbestan pêşkeşî hevalên xwe kir. Di bin çarînekî de min şirovek wusa
nivisand. „Gor kevneşopên me yên berê, dema kesekî li ser mijarek giran
biaxifîya, di serî de bi çarinek helbestekî dest bi axaftina xwe dikir. Axaftin
dû re jî bi çarînên helbestan dihat xemilandin. Bi vê şiklî ne tenê xîtabî
mêjoyên guhdaran, xîtabî ruhê wan jî dihat kirin. Ji îhmalkirina ruh li vir ve me pir tişt wenda kir.”
Di van rojên dawîyê de min
xwest ku di derbarî helbestê de hinek agahdar bibim. Ma helbest
çî ye? Di înternetê de hinek lêkolîn pêk hanî. Di ansîklopedîya Wikipedia di
beşa kurdî de du hevok hatibûn nivisandin. Min ew du hevok bi hinek hevokên din
xemilandin. Îroj pê hesîyam ku hevalekî din ew hevokên me ji alîyên rêzimanî ve
hinekî din serrast kirîyê. Ez dixwezim wan çend hevokên di Wikipediayê de li
vir peşkeşî we bikim û nivisa xwe dawî bînim.
„Helbest
an jî şiîr di edebiyatê de beşek girîng e; ku di edebiyata kurdî de beşa
herî girîng e. Gor fikrên ekseriyetê li serê erdê destpêka edebiyatê bi
helbestê bûye; ango berhema edebiyatê ya yekem helbest e.
Helbest, hunera derbirîna tecrûbeya dilînî û hiş, bi
lêhûrbûn û ji dervê awayên ji rêzê, wateyên ziman, deng û lêdanan bi pergaleke
belî dixebitîne ye. Bi corekî din helbest şêweyek vegotina wêjeyî ye ku bi
sembolên dewlemend, bi peyvên birîtm û bi dengên ahangdar tê hûnandin. Lê dîsa
jî tarîfeka ku herkes li ser ittîfak bike tune ye.
Di helbestê de bibîrxistin, nîgaş, sehek, feraset
cihên girîng digirin. Vegotin zêdetir porkirî ye, bilêvkirin zêdetir bi muzîkî
û bi tesîr e, hest zêdetir li pêş û hêzdar e. Hesteyên derûnî, rindîyek
bandorker, nagihaniyek bi sir heye. Pêwendîyên di navbera peyiv û deng de bi
awazî e. Helbest heqîqetê bi tehayûlan bilêv dike û li ba her xwendevanekî
curecur bandor, întîba û bibîrxistanan derdixe holê. Di helbestan de ruhek heye
ku xwendewanên xwe curecur dorpeç dike. Di navbera helbest, stran, muzîk û
govend de pêwendîyek zexm heye.“
Stuttgart, 17.01.2013, pêncşem