Di derheqê mirinê de pir tişt hatine gotinê û hîn jî tên gotin.
Kî çi dibêje bila bibêje,
ya herî aşîkar ewe ku mirin benda herkesî ye. Di vî warî de tu
şiphe tune. Va bi curecur delîlan jî sabît e.
Di
destpêka mirovatîyê de heyan roja îroj her kesê hatîye serê
erdê rojekî mirîye û ewê bimire jî. Tu îstîsna nehatîye
dîtin, ewê neyê dîtin jî. Tu kitab û tu dîn jî heyan vê rojê
negotîye ku hinek mirov namirin. Hemû delîlên zanistî jî aşîkar
dikin ku mirin ji bo hemû kesan e. Di dînê îslamê de jî Quran
di sureya Enbîya, ayeta 35 de wusa dibêje: „Ewê her nefs mirinê
tam bike.“
Herçiqas
mirin mîna nan û av li benda me be jî em ji mirinê re hazir/amade
nînin û mirina mirovên derûdora me dikare pir caran jîyana me
serûbin bike. Çima? Mirov dikare vê pirsê curecur bersiv bike.
Her bawerî û nêrîn di derheqa wê pirsê de xwedî bersivekê ne.
Her mirov gor xwe ji vê pirsê re dibe ku îzahetekê bîne jî. Çi
dibe bila bibe, çer dibe bila bibe dîsa jî em ji mirinê re hazir
nînin. Di vê dema medyatîk de her roj em mirina sedan, carna
hezaran bibihîsin jî di rojeva me de mirin tune. Tune bûna wê di
alîyekî de baş, di alîyekî de jî nebaş e.
Başbûna
wê ewe ku em heyan nefesa xwe ya dawî mecbûrin jîyana xwe
bidomînin. Nebaşbûna wê jî ewe ku mirin parçeyekê jîyana me
ye, em nikarin wê wek tuneyî bihesibînin. Ew her demê dikare derê
me bikute û xwe nîşanî me bide, me ji xwe bide pêhisîyandin. Ji
xwe vanî jî dike.
Loma
em mecbûrin ku ji mirinê re amade bin. Ew carna cîranê me, carna
nasên me, carna dostên me, carna bavên me, carna dîyên me, carna
xweng û birayên me, carna zav û zêçên me li ber çavên me, di
nav jîyana me de hildigire û dibe. Ew rojekê galimî me jî bike û
bibe. Em vanî wusa bizanin jî mirin tiştekî pir zor e. Têkilîyên
me ji kesê ku mirî re çiqas zexm be, mirin weqas bi hêz me
dihejîne.
Di
jîyanê de hinek tişt hene ku bi zanînê nayên fêmkirin, tenê
bi jîyanê tên jîyandin. Mirin ji wan yekî yê pir zehmet e. Em
nikarin bibêjin ku, meyê! Ewê zû û dereng li ba me be, li ber me
be, li cem me be. Wê demê jî Xwedê sebr û hêzek liberxwedan
bide me, bide wan mirovên bi galimkirina mirinê tên hejandin.
Zimmersrode,
28.08.2012, sêşem.