Montag, 29. April 2013

Ez û Ziman


Di jîyanê de weqas pir tişt hene ku bi hesabê matematîkî tu car nikarên bên hesabkirin. Di dibistanê de ji me dihat pirskirin: 2 sêv + 2 hermî çend dikin. Dema me tenê 4 binivisanda rast bû. Lê dema me di davîyê de 4 sêv an jî 4 hermî binivisanda şaş bû. Wê demê mamoste qet puan nedida wê bersiva me. Me wer dizanî ku 2 sêv + 2 sêv = 4 sêv dikin binivisanda rast dibû. Lê niha pê hesîyam ku carna wusa hesabkirin jî şaş e.
Di vî warî de dixwezim mînakekê bidim. Ku va mînaka jîyana me kurdan de her dem li ber bivilê me de xwe aşîkar dike. Niv (0,5) ziman + niv (0,5) ziman + niv (0,5) ziman = tu car yek û nîv (1,5) ziman nake. Ewê dîsa sê zimanên nîvî li ber hev bisekinin.
20 salan zêtir e ku li Almanyê dijim. Li Kurdistanê bijiyam jî pir ferq nedikir. Ferq ewe ku li Kurdistanê dibû ku ez pir dereng hajîya vê çewtîyê bibûma. Dema şaşitî mîna av û dew derdora mirov dorpeç kir jê hajîbûn zor dibe. Bi salan ser û binê me bi çewtîyan hat porkirin.
Li Almanyê carna di dibistanan de malbatên tirk û kurdan re tercûmantiyê dikim. Pirahîya neslê ku li vir hatîye dune û çûye dibistanê zimanê xwe yê zikmakî û zimanê elmanî li hev re baş nizanin. Hinek di dibistanan de hinî zimanê almanî dibin û xwe êpê pêşve dixîn. Mîna pirayîya me kurdan. Lê pirahîya wan tirkî rind nizanin. Mîna zarokên me yên ku kurdî nizanin. Lê pir kêm kes him baş tirkî û almanî dizanin.
Heyan heft salî bûm min tenê kurdî dizanî. Dû re dibistanê de hinî zimanê tirkî bûm. Him jî pir kesên tirk baştir. Roj hat bahoza jîyanê ez dam ber xwe hanî Almanya yê danî. Min li vir dest pê kir hinî zimanê elmanî bûm. Di vê navberê de tirkîya min jî hinek paşve ket. Yêk jî tirkîya îroj zimanekî wusaye ku her roj bi şiklekî tê guhertin. Carna va guhertina weqas bê ser û bin tê kirin ku mirov şaş dibe. Mînak: Osmanîyan „beynelmîlel“ digotin. Cumhuriyetê ew peyîva guhert kir „uluslararasi“. Niha jî di rojnameyan de pir caran „internasyonal“ tê nivisandin. Li vir 20 salan pêşt ve di rojnameyan de kelîmeyên ku min fam nekira pir kêm bûn. Niha pê dihesim ku pir kelîmeyan fêm nakim, dû re derketine.
Min bi hatina xwe ya Almanya yê re dest xwendin û nivisandina kurdî kir. Hedî hêdî pêşve jî ketim. Di vê demên dawî de hewldidim ku Wikipedia ya kurdî re li ser hinek mijaran binivisim. Lê derdikeve ortê ku kurdîya min hîn pir qesl e. Bi salan e dewletên dagirgeh zimanê kurdî xesandin e. Me bi hal û hereketê xwe ji wan re alîkarî jî kirîye û hin jî dikin. Kengê kurd xwedî zimanê xwe derbikevin û jê re karbikevin ewê vî zimanî di bin berdestîyê rizgar bikin, bi xwe jî rizgar bibin. Rizgarbûna herî mezin ziman, çand û ramanên xwe xwedî derketin e.
Min xwest di derheqa hesta şabûnê/kêfê de hinek tiştan binivisim. Bi alîkarîya ferhengan ew nivisa li jêr derket holê. Lê ez çiqas jê re karketim hûn nizanin! Hîn jî emîn ninim ku min di vê nivisê de hemû biwêj di hevokan de rast an jî şaş bi kar hanîye? Hêvîdarim ku hinek kes derbikevin, va çewtîyên me serrast bikin û ji pêşveketina zimanê kurdî re xizmet bikin.

Şabûn

Di psîkolojiyê de behsa hesteyên bingehî tên kirin. Ji wan yek jî kêf/şabûn e. Şabûn halekî derûnî yî mirove û hestekê ji hestên bingehîn ên mirov û giyanewer e. Hemû mirov xwedî wê hestê ne û tunebûna wê kêmasiyek mezin e. Bi xwe sedemek nexweşiyên derûnî xerakirina wê hestê ye.
Mîna henû halên derûnî tarîfkirina hesta şabûnê jî weqas asan nîne. Di wî warî de curecur peyîv/kelîme û biwêj hene. Her çiqas di axaftina rojane de pir caran va biwêjana di cîhên hevûdin de bên gotin jî carna di navbera wan de hinek cudatîyên giring jî derdikevin holê. Şabûn ji vê hestê re bê gotin jî gor eşkerekirin û domandina wê cure bi cure biwêjin din jî hene. Hinek ji wan: Kêf, zewq, şabûn, kêfxweş, bikêf, şênahî, şahînî, dilxweş, dilşad, hezkirin, eşq, evîn û hwd. Va biwêjana ji hevûdin re pêwendîdar bin jî her tim nayên bi maneyekê / wateyekê.
Dema mirov dunya ronî bibîne û xwe sivik hîs bike şa dibe. Hîsa ku mirov xwe di tê de tam baş hîs dike re şabûn tê gotin. Di dema şabûnê de mirov xwe wer hîs dike ku qey hemu hewcîyên wî yên derûnî hatine cîh. Şabûn dikare di carekî de, bê hesab û bê plan, ji ber rewşekî, mirovekî an jî bîranînekê jî derbikeve holê, halekî dilhinavî û hissî ye. Mirov ji wê rewşê, ji vî kesî an jî ji wê bîranîyê razî ye. Wê demê mirov dixweze zêdetir di wê rewşê de bimîne, li ba wî/wan kesî/kesan bîmîne, an jî wê bîranîyê bidomîne.
Di dema şabûnê de mirov bi ken e, dilxweşîya wî bi her hal û hereketên wî re xwe aşîkar dike. Carna bi tebessûm, bi ken an jî qêrînek bi kêf xwe aşîkar dike. Şabûna mirov ji rûyê mirov tê dîtin, masûlekên li ber çavan û li dora devê mirov sist û rehet dibin.
Di derheqê vê hestê de curecur gotin û raman hatine bilêvkirin. Gor hinekan ew di hawirên/nêvengên bi maddî re girêdayî ne. Gor hinekan jî ew di yên bi manevî re girêdayî ne. Hênek jî ji bona jîyanek dilşad him hawirên/nêvengên maddî, him jî yên manevî pêvist dibînin. Mirovên ku jîyanek bi dilşadî didomînin xwe di jîyana xwe de azad jî hîs dikin.
Di Quranê de ji Xwedê û pêxamberên Wî hezkirin şert e û îbadet e. Di tesavufê de eşq girîng e û her tişt ji bona eşqa îlahî ye. Di Încîlê de şabûn bi Xwedê re mîna çavkanîya jîyanê tê tarîfkirin. Filosof û helbestvanê Elman Friedrich Schiller şabûnê mîna unsûrek ji Xwedê dibînê, ku hêza domandina jîyanê ye. Fîlosofê grek/yunan Epîkûr şabûnê armanca jîyanê ya herî mezin dibîne.
Erîh Fromm şênahî û şabûnê ji hevûdin cuda dibîne. Gor wî şênahî kêfa kurtdomî ye, şabûn ku hesta mirov ji xwe dihesî ye. Şabûn mîna unsûrek jîyanê li hember şênahîyê ye. Jîyana şabûn ji halê/rewşa xwe memnûn bûn e. Şênahî kêfa ku di demek kin de ji ber sedemekî derdikeve ortê û dû re derbaz dibe ye. Şênahî gor Fromm unsûrek civatên ku xwe ji kêf û zewqê re berdan e.
Di jîyanê de qasî sedemên mirov ji pê xemgîn dibe sedemên mirov ji pê şa dibe jî hene. Jîyan di navbera wan de diçe û tê. Her dem şabûn nemumkîn e, lê bê şabûnê jî jîyan nayê kişandim.

Stuttgart, 29.04.2013, duşem