Sonntag, 19. Februar 2012

Niviskar û Xwendewan

Dîsan rûniştim ber kompîturê, dîsan dixwezim nivisarek xwe pêşkeşî we xwendewanên xwe bikim. „Xwendewanên xwe“, bi rastî nizanim ku xwendewanên min hene an na? Raste, dema yekî tiştek nivisand û weşand ewê xwendewanên wê jî hebin. Lê qesta min ew nine. Çer her kesê ku tiştekî binivsîne niviskar nîne, her kesê ku tiştekî bixwîne jî xwendewan nîne. Dema kesek bixweze bibe niviskar an jî xwedewan dibe ku hinek şert û şûrtan bîne cîh.
Em dizanin ku bi tenê gotinê îş rêva nare. Gotin jî ne gotinên berê ne. Va rojên nûjen ên em di tê de dijin kes weqas zêde hesabên peyîvên xwe jî nakin. Mirov rû dinin, bê serî û bê binî çi tên ber devên wan dibêjin. Wexta ra dibin, diçin peyîvên xwe di cîhê xwe de cîh dihêlîn û diçin.
Bi salane ku dixwezim bibim niviskar. Lê hîna jî nikarim bi dilekî rehet bibêjim ku ez niviskarim. Ji ber ku di warê nivisandinê de hîn negihîştim qonaxek bi îstîkrar. Carna bi dû hev çend nivisan dinivsînim, carna jî bi mehan qet nivisekî nanivsînim. Bi vî halî jî mirov nabe niviskar. Nivisandin tenê li ber masê rûniştinê nabe. Ger ew tiştên mirov dixwezin binivise hinek jî bi ruh û can bin. Ji bo bi ruh û cana wan jî ger ew hinekî ji dil bên. Ew jî bi xwe nabe; bi ked, bi hewldan û bi îstîkrar dibe. Gotinek mitesaffivan (tesavvuf) heye, dibêjin ku: „Heqîqet lê gerandinê nayê dîtin, lê yên heqîqetê dibînin yên lê gerîn in.“
Kesên ku bi nîzamî û bi îstîkrar dinivisînin niviskar in. Ji xwe peyîva niviskar bi mana kelîmeyî tê mane ya kesên ku nivisandin ji xwe re mîna kar, mîna wezîfe dibînin û jê re kardikevin. Yanê nivis û kar. Mirov ji tiştekî re çiqas bi nîzamî û bi îstîkrar karket, di wî warî de weqas zêdetir dibe xwedî tecrûbe û hedî hêdî dibe pîsporê wê tiştî. Xwendewantî jî wusa ye. Tenê zanîna xwendinê bi serê xwe mirovan nake xwendewan. Mirov dikare kesên ku xwendin ji xwe re mîna kar û wezîfe dibinin re bibêje xwendewan.
Niviskar pêş nivisandinê ger xwendewan be. Xwendewantî di ser rîya niviskarî yê de qonaxek girîng e. Bê xwendin nayê nivisandin. Raste hinek tiştên niviskar dinivise cara yekemîne ku di alîyê wî niviskarî de hatîye nivisandin. Ji xwe pêş nivisandinê di mêjoyê niviskar de pêvajonek heye. Di wê pêvajoyê de niviskar ew mijara di mêjoyê xwe de pir hanîye û birîye. Bi gotinek din niviskar ew mijara di mêzoyê xwe de bervî gihîştinê ve derbaz kirîye. Niviskar carna dikare di navbera saetekê de nivisekê binivisîne. Lê mirov nikare bibêje ku ew nivisa di saetekê de hatîye nivisandin. Bi rastî ew ne berhema saetekê ye, ew berhema pêvajoyek dirêjê ku niviskar di nav de herikî ye. Niviskar ew pêvajo bi xwendin, bi mijûlbûn, bi temaşekirin, bi peyîvandin, bi guhdarîkirin, bi… domandîye. Û nivisa dawî ya ku niviskar nivisandî jî di wê pêvajoyê de wek berhem cîhê xwe girtîye. Wexta niviskar di mêjoyê xwe de mijarek li berwî gihîştinê xist, mecbûre ku binivsîne. Dema nenivsîne tewat nagire û xwe pir bê rehet, di zehmetîyê de dibîne. Çer ku mirîşka bervî hêkkirinê tewat nagire û ji bo hêkkirinê pûnikê digere, niviskar jî wusa ye. Kengê niviskar nivisara xwe qedand, êdî halekî xweş û delal di canê wî ve belav dibe. Mîna derguşek piçûka zikê wê têr, binê wê pak bi kêfxweşî baskên xwe vedişîne û gixikan dike rehet û kêfxweş e. Va di kêfxweşîya nivisandinê de qonaxa yekemîn e, qonaxa duemîn jî bi nêrîn û rexneyên xwendewan re derdikeve ortê. Lomaye ku ez bi xwe tekilîya niviskar û xwendewanan mîna lîhistaka gogê dişopînim. Çer ku lîhistika gogê bi tenê nabe, bi hevalan re xweş e; niviskarî jî tenê bi nivisandinê nabe, bi xwendewanan re xweş e.
Bi salane hewldidim ku bibim niviskarek zimanê kurdî. Herê carê sedemek min ji vê nîyeta min dûr dixe. Heyan îroj bi kurdî bi îstîkrar û bi nîzam nivisandin nebû para min. Dîsa jî min dest bi kurdî nivisandinê berneda. Hêvîdarim ku vê nîyeta xwe bi vê malperê bikarim pêk bînim. Di dubarekirinê de tu şaşitîyê nabînim: Xwendin, nêrîn û rexneyên we xwendewanên min ên hêja di vî warî de hêzekî mezin bidin min. Êdî ew kesên ku va nivisarên min ên di vê malperê de tên weşandin bi nîzamî dixwînin dibin xwendewanên min.
Ez bi xwe di warê nivisandinê de çiqas xwe pêştve bixinim, xwendewanên min jî weqas jê îstifade bikin. Dibe ku bi piştdayîna xwendewanan ez hêdî hêdî bibim niviskarekî bi nav û deng jî. Carna xeyalkirina hinek tiştan jî pêşketin e. Va jî xeyala min e ku min niha li vir hanî ziman.
Gotinek pir xweş heye. Dibêjin ku: „Mesafeyên dirêj bi gavên piçûk tên girtin.” Em carna pir lez dikin, dixwezin ku xwestinên me di demek kin de werin cîh. Dest pê tiştekî dikin, di demekî kin de ji bo bûyîna wî tiştî hewl didin. Pir ber xwe nadin, wî tiştî nabin serî û dest jê ber didin. Yanê bi gotinek din bi nîzam û bi îstîkrar ji wî karî re karnakevin. Ê wê demê jî ew tişta nare serî, dernakeve holê. Dû re jî em ra dibin, dibêjin ew tişta nabe. Di vir de mesele bûyîn û nebûyîna wî tiştî nîne, mesele cîhanîn û necîhanîna ji bo bûyîna wî tiştî ye. Ger mirov ji bo cîhanîna tiştekî sebat bike ku bikare bigîhê armanca xwe. Kirina tu tiştî badîhewa nine. Wexta mirov bi îstîkrar ji wî re karbikeve, ewê zû û dereng tesîra xwe nîşan bide. Kirinên mirov mîna tovên/toximên bin erdê ne. Dema dû re wî mirovî ji bo pûçbûyîna wan bi xwe tiştekî neke ewê rojekî hêşin bibin. Dibe ku ew mirova bi xwe şînbûna wê tovê bi serê çavên xwe nebîne. Pir kesên bi nav û bi deng ne di wexta jîyana xwe de, dû mirina xwe bûne bi nav û deng. Ji ber ku hemdemên wî qîmeta tovên ku wî bi hewldanên xwe kirine bin erdê nezanîne, qîm û qîmeta wan jî nehesîya ne.
Em carna hinek kêmasîyên kesên berên xwe rexne dikin û nerazîtîya xwe tînin ziman. Lê bîr nekin û zarokên me jî kemasîyên me rexne bikin. Berhemên me yên delal jî ji wan re bibin mûma rojên tarî, ji wan re rê nîşan bidin. Kirinên me çiqas bi qedr û qîmet bin, ewê ji însanîyetê re jî weqas rêberîyê bikin. Kirinên herî baş jî yên wusa ne.
Em bi salanin bin tesîra/bandora zalim û zordestîyên berî me jîyanek bi derd û kul dikşînin. Bîr mekin ku kirinên me jî li ser jîyana mirovên dû me re tên tesîra xwe nîşan bidin. Tu kes naxweze bi zilmû xirabîyê re were navkirin. Lomaye ku pir piçûk bin jî alîkarîyên bi kirinên baş û delal re pir giring in.


Stuttgart, 18.02.2012, şemî

Mittwoch, 8. Februar 2012

Marên wê/wî tên te!

Guhertin û hereket parçeyekî bingehîya jîyanê ye. Guhertin û hereket tunebe, jîyan jî nabe. Carna dibe ku mirov hajîya wê guhertin û hereketê nine. Dema mirovek cîhê xwe de nelegî, jê re tê gotin ku: „Çi tu wek mirîyan li wêderê disekinî.“ Hereket îşaretek jîyanê, îşaretek hewldanê, îşaretek berxwedanê ye. Bi hereketê û bi guhertinê jîyan xweşe. Lê tu tiştekî xweş jî bê ked û zehmet dernakeve holê.
Dîsan dixwezim gotinek dapîra xwe ya rehmetî bînim ziman. Va ne tenê gotina dapîra min e, gotinek kurdan; mirov dikane bibêje gotinek însanên bi aqil e. Ji ber ku min ew gotinên wusa pir caran devê dapîra xwe bihist, mîna gotinên dapîra xwe bilêv dikim. Dapîra min digot: „Nan nane, wexta mirov dike devê xwe ger bicu ku bikare daqulîne.“
Di dema zaroktîya min de malbat û gundê me ji bona me zarokan her tişt bû. Me li wir çavê xwe vedikir û em li wir hinî jîyanê dibûn. Di gund de kesekî tiştek biqewimîya, ji bo me bûyera wê rojê ew bû. Di gund de kêfxweşîyek û şahîyek hebûna ew yê me bû jî. Di gund de nexweşîyek û şînek hebûna ew yê me bû jî. Mîna niha di malên me de dunyayek sanal (televîzyon, radyo, internet hwd.) tunebû. Gor vê jîyanê xeyalên me jî mîna yên zarokên niha wer bê serî û bê binî nebûn. Lîhistik û titikên me jî belu bûn. Me mezinên xwe çi didît, em wan hin dibûn. Mezinên me ne tenê dapîr, bapîr, dê, bav, kek, et, ap, amojên me bûn. Zarokên li gund ji me mezintir jî mezinên me bûn. Me pir tişt zarokên me mezintir hin dikir. Ew bona me rêber û mînak bûn. Ji ber ku herkesî hevûdin nas dikir û ferqek mezin di navbera îmkanên me de tunebû, jîyana me jî pir hindik wek hev bû.
Dema yekî tiştik bixwarina ger bi kesên cem xwe re parve bikira. Tiştekî nedixwest bihatana parvekirin ger dizî bihata xwarin. Digotin “marên wê/wî tên te. Hinekî jî bide wî/wê.” Gor bawerîya me her kes xwedî nefs e, bijiya wê/wî digşîne ew tiştên ku ba wî tên xwarin û vexwarin. Wexta ew tişta ji wê/wî re nehat parvekirin û wê/wî ew tam nekir, nefsa wê/wî şew dikeve diliqê marên reş û tê xwewna wê/wî kesê ku tişt tenê xwarîye û nedaye kesê cem xwe. Niha nizamin li gund va edeta hîn heye yan ew jî rabûye. Li vir Elmanyayê tiştek wusa tune û carna parvekirin xweş nayê dîtin. Pir zarok tiştan qayîl nabin, xwarinên dilê wan nare naxwun. Carna jî taxçika xwe weqas pir tujî dikin, nîvîyê wê dixwun û nîvîyê din jî davêjin.
Tuneyî tiştek xirab û zehmet e. Lê hebûn jî bi serê xwe mirovan re nabe çare. Qîmeta hebûnê bi tunetîyê re tê zanîn. Kesên ku tunetî nedîtine qîmeta hebûnê nizanin. Tinazên xwe bi xwarin û vexwarinan re dikin. Va jî bi rastî ji bo me kesên ku di nav tunetîyê de mezin bune re pir çetin tê. Pir tiştên ku zarokên me qîmet nadinê, tir û vir dikin gor dîtina me îsraf e. Di dînê îslamê de îsraf herame û tecawûzê heq û hiqûkên kesên ku hewcedarê wan tiştan e. Gotin çiqas hêsan be, kirin jî weqas zehmet e. Dema mirov tiştekî bibêje û gor wê gotina xwe hereket neke, ew jî nakokîyek mezin e. Di nav nakokîyan de jîyan domandin jî pir zehmet e. Mirov dema tiştekî bibêje û neke, ew tişta zû û dereng tê ser rîya wî. Him jî di dema herî teng de. Wê çaxê jî pir caran mirov dijî gotina xwe hereket dike û ji xwe re dikeve nakokîyê. Lomaye ku mezinên me gotine ku: “Serên xwe mezintir silan mekin.” Sil çira tê gotin, hûn dizanin! Sil koma pintitîya ku însan, an jî dewar carekîda dikin re tê gotin. Bi rastî gotinên ku mirov devê xwe derxist û xwedî jê derneket mîna pintîtîya wî xirab e, serê wî jî mezintir e.
Dema ez ber komputurê rûniştim di nîyeta min de di derheqê tiştek din de nivisandin hebû. Lê niha dinirêm ku di nivisa min de pir tiştên din hatin nivisandin. Dibêjin ku „Peyv, peyvê tîne.“ Bi rastî ba nivisandina min jî wusa ye. Di destpêkê de zehmetîyê dikşînim. Dû re wexta peyv peyvan tîne edî ji wan re nagihînim.
Bimînin di xêr û xweşî yê de!


Stuttgart, 08.02.2012, çarşem

Montag, 6. Februar 2012

Navkirina Sar û Seqema Dema Zaroktîya Min

Carna berjor, carna berjêr; jîyan wusa ye. Dapîra mina rehmetî digot ku: “Jîyan mina lingên nerdîvanê/derencokê ye. Carna mirov derdikeve jor, carna dadikeve jêr. Hinek hildikişin jor, hinek jî dadikişin jêr.” Hîn pir tiştên din jî digot. Niha ez tenê bi vanî qîma xwe tînim.
Li vir demekî pêştve, wexta min dest bi vê rojaneya xwe ya di înternetê de kir, rojên zivistanê mina rojên biharê xweş û nermayî derbaz dibûn. Nîzika heftekê ye ku sar û seqemek da ketîye erdê, her der cemidî ye. Lomaye ku elman vê hewayê bi navê “seqema sibiryayê” tînin ziman. Em bi xwe neçûn sibiryayê, sar û seqema li wê derê bi çavên xwe nedît. Lê di nûçeyan/xeberan de her tim sar û serma li wir tê lêvkirin. Her kes jî vanî wer dizane.
Niha nayê bîra min ku dema di zaroktîya min de serm û seqemek wusa di gund de çer dikat navkirin. Zanîna ez dizanim bi navê Sibiryayê nedihat navkirin. Wê demê radyo û televîzyon tunebûn, hajîya me pir tiştên ku niha mina parçeyek bingehîya jîyanê tên dîtin jî tunebû. Cêran jî tunebû. Mirov dikane bibêje ku her herem di hinek alîyan de otonom bû û mîna îroj tesîra bûyerên derî heremê qasî îroj zêde nedihatin hîskirin. Pir tişt jî herem bi herem bi hinek navên heremî dihatin navkirin.
Ez zarokek herema Oxî yê me. Di gundê me de sar û seqem, yan jî perf û pûka zivistanê, yan bi nave “Girê Çile”, yan bi navê çîyayê “Qirûcê”, yan jî bi navên çîyayên “Silbûs û Tarî” dihatin navkirin. Girê Çile alîyê Bilanlixê ser gundê Alikana Jorên re zimageg e. Mij û dûmana serê Çile jî di gund baş dihat dîtin û temaşe kirin. Zimag tenê tirîca danê sibê digirin. Di zivistanê tenê tirîca danê sibê ji bona helandina berfê û germkirina erdê bê tesîr dimîne. Loma bi nave zimag tê navkirin û berfa zimagan herî dereng dihele. Alîyên ku di zivistanê de danê êvarê tirîca tavê digirin bi navê beroj tên navkirin. Zivistan be jî tîna tirîca danê êvarê zêde ye. Beroj gor cîhên din pêştve dibin belekî û rêşayî.
Çîyayê Qirûcê di Deşta Oxîyê de çîyayê herî mezinê nêzik e. Di alîyê Çewlik/Bîngolê dikeve. Berfa ser çîyayê Qirûcê carna heyan meha havîna pêşin jî dimîne. Ber tîna tava havîne pir namîne, zû dihele. Wexta pûk û baran hinekî zêdetir bû êdî bi hewaya serê Qirûcê tê mîsal kirin. „Rebbi, va çi pûk û baran e, tu dibê hela serê Qirûcê ye.“ Ez bi xwe derneketim serê Qirûcê. Rîya diçe Çêwlikê ber Qirûcê re derbaz dibe. Ez jî pir caran bi wesayîtan ber re derbaz bû me.
„Silbûs û Tarî“ navên du çîyayên gir û gerîyên alîyê Gêxî yê ne. Gelek dûrî deşta Oxî yê dikevin. Heyan nîvê havînê jî serê wan mij û dûman e. Berfa wan jî derengtir dihele. Dûrve du çîyayên pir nêzikî hev tên xûyakirin. Lê çer dibêjin gelekî dûrî hev dikevin. Wexta zivistan pir çetin derbaz bû, rê û dirb hatin girtin, mij û dûman ket erdê, çav çavan nedît bi mîsala Silbûs û Tarî yê ew hewa tê navkirin. Dibejin ku „Va çi hewayek dijwar e. Tu dibê qey sar û sermaya serên Silbûs û Tarî yê gişt daketîye deşta Oxî yê.“
Min kelîmeyên berjor û berjêr dest bi nivisê kir. Dû ra jî serma û seqema va çend rojên dawîyên li Elmanya yê rabûm li ser Sibiryayê re gihîştim Deşta Oxî yê. Li wêderê jî girê û çîyan ketim. Bi bi vî şiklî nivisa xwe mîna lodê nijinand. Mîna ku dawîyê reg er serê lodê tê girtinê ger dawîya nivisa min jî were. Va rêzana jî bûn dawîya nivisa min.
Stuttgart, 6.2.2012